Li Çemçemalê êrîşek li dijî kêlgeha gazê hat kirin

Êrîşeke mûşekî li dijî kêlgeha gazê ya Kormorê ya li Çemçemalê hat kirin, ku kompaniya Dana Gas veberhênanê tê de dike.

23 Hezîran 2022 - 03:50
23 Hezîran 2022 - 03:50
 0
Li Çemçemalê êrîşek li dijî kêlgeha gazê hat kirin

Rêveberiya Nahiya Qadirkerem Sidîq Mihemed ji K24ê re ragihand, êrîşeke mûşekî li kêlgeha Kormor li dijî kompaniya Dana Gas hat kirin.

Sidîq Mihemed eşkere kir, hîn ne diyar e ku cûreya êrîşê çi ye, lê belê hêzên Asayîş û Dije Terorê li cihê bûyerê ne û lêkolînê dikin.

Herwiha eşkere kir ku êrîşa mûşekî di demjimêr 16:45an de rûdaye û ti ziyaneke canî û maddî tune ye.

Kompaniya Dana Gas, li kêlgeha gazê ya Kormorê ya li nahiya Qadirkerem a li sînorê navçeya Çemçemal a ser bi Silêmaniyê kar dike

Ev nûçe bi tevahî 564 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 20:37:30