Li Dîlokê zilamekî hevjîna xwe kuşt

Li parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê zilamekî hevjîna xwe ya ku dixwest wî berde bi tifingê kuşt.

18 Gulan 2023 - 05:40
18 Gulan 2023 - 05:40
 0
Li Dîlokê zilamekî hevjîna xwe kuşt

Li gor agahiyan, li Taxa Zeytînlî ser bi navçeya Şehîtkamil a bajarê Dîlokê, duh derengiya şevê di navbera jina bi navê Dilek O. ya 43 salî û hevjînê wê Nazim O. yê 44 salî yê ku di pêvajoya hevberdanê de bûne nîqaş derketiye û zilam bi tifingê gule li hevjîna xwe reşandiye.

Li ser agahdarkirina kesên derdorê, polîs û tîmên tendirustiyê bo cihê bûyerê hatine şandin.

Dîlek O. ji ber dijwariya birîna xwe li cihê bûyerê canê xwe ji dest daye.

Nazim O. uê ku hevjîna xwe kuştî jî ji aliyê polîsan ve hat desteserkirin

Ev nûçe bi tevahî 1020 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 19:53:03