Li mizgeftên Herêma Kurdistanê nimêja cenazeyê ji bo qurbaniyên erdhejê tê kirin

Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî ya Herêma Kurdistanê û Yekîtiya Zanayên Ola Îslamê ya Kurdistanê biryar dan, nimêja cenazeyê ji bo kesên ku li Bakurê Kurdistanê, Tirkiye û Sûriyê di erdhejê de canê xwe ji dest dane, bikin.

9 Sibat 2023 - 03:05
9 Sibat 2023 - 03:05
 0
Li mizgeftên Herêma Kurdistanê nimêja cenazeyê ji bo qurbaniyên erdhejê tê kirin

Li gor biryarê, roja Înê 10ê Sibata 2023an, piştî nimêja Înê, nimêja cenazeyê were kirin û ji bo başbûna birîndaran dua were kirin.

Sibeha 6ê Sibata 2023an li navçeya Pazarcix a Mereşê ya Bakurê Kurdistanê 2 erdhejên bi hêza 7,7 û 7,6 rû dabûn.

Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê li gor amarên fermî, heta niha 12 hezaran jor kesan canê xwe ji dest dane û 62 hezar û 391 kes birîndar bûne.

Herwiha ji ber erdhejê li bajarên Rojavayê Kurdistanê û bakurê rojavayê Sûriyê jî hejmarek mezin ji avahiyan hilweşiyan û li gorî amarên ne fermî jî, zêdetir ji hezar kesî canê xwe ji dest dane

Ev nûçe bi tevahî 851 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 13:23:55