Li Sêwas'ê bûyera trafîkê: Gellek mirî û brîndar

Li bajarê Sêwas'ê ya Bakurê Kurdistanê barhilgirekê û minîbusê li hev dan û di encam de 8 kesan canê xwe ji dest dan û 9 kes jî birîndar bûn.

1 Îlon 2022 - 02:49
1 Îlon 2022 - 02:49
 0
Li Sêwas'ê bûyera trafîkê: Gellek mirî û brîndar

Îro 1ê Îlona 2022ê li ser rêya parêzgehên Sêwaz û Meletî nêzîkê gundê Yeşildere barhilgirekê û otobusê li hev dan û di encam de 7 kes li cihê bûyerê û kesekî ji li nexweşxanê bi giştî 8 kesan canê xwe ji dest dan û 9 kes jî birîndar bûn.

Piştî bûyerê Waliyê Sêwazê Yilmaz Şimşek çû cihê bûyerê û bo rojnamevanan derbarê qezayê de daxuyaniyek da.

Yilmaz Şimşek dibêje tê texmînkirin ku minîbûsê kesên çûbûn dawetekê ji Bursayê vediguhestin û dema di vegerê de li Sêwazê li ser rêya serekî qeza çêbûye.

Parêzgar diyar kir ku 9 kesên birîndar jî li nexweşxaneyên bajêr tên dermankirin.

Ev nûçe bi tevahî 829 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 20:47:52