Li Şirnexê şer: 3 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin

Li Şirnexê di navbera leşkerên Tirkiyê û gerîlayên PKKê de şer derket û di encamê de 2 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin.

16 Gulan 2023 - 07:10
16 Gulan 2023 - 07:10
 0
Li Şirnexê şer: 3 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin

Li Şirnexê di navbera leşkerên Tirkiyê û gerîlayên PKKê de şer derket û di encamê de 3 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin.

Di şer de herwiha 2 endamên hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê birîndar bûne.

Hatiye ragihandin ku şerê navbera her du aliyan di demekê de çêbûye ku hêzên Tirkiyê li herêma Besta ya Şirnexê operasyonek li dijî PKKê dabûne destpêkirin.

Di operasyonên de dron û helîkopterên cengî yên ji corê Atak jî hatine bikaranîn.

Medyaya fermî ya Tirkiyê ragihandiye, di pevçûnan de 3 endamên PKKê de jî jiyana xwe ji dest dane.

Ev nûçe bi tevahî 614 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 14:44:09