Mesrûr Barzanî: Em û Bexda dixebitin bo sizadana kes û komên tawanbar
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragehand, ligel hikûmeta Iraqê kar dikin da ku ewên êrişa şeva borî ya Hewlêrê kirine, bên sizadan.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî piştî êrişa terorîstî ya şeva borî ya Hewlêrê, li ser twîttera xwe peyamek belav kir û ragehand, wî û serokê hikûmeta Iraqê Mistefa Kazimî bi telefonê behsa wê êrşê kirine ku li dijî xelkê sivîl hatiye kirin.
Mesrûr Barzanî her wiha gotiye, hemahengiyek baş di navbera Hewlêr û Bexdayê de heye bo rûbirûbûna kes û komên tawanbar.
Serokê hikûmeta Kurdistanê daye xuyakirin jî, ew dixebitin da ku yên ku ew êriş kirine, bên sizadan.
Nûvekirina herî dawî: 20:23:17