Mesrûr Barzanî: Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê li ser xizmetkirin û piştevaniya Êzidiyan berdewam be

Mesrûr Barzanî bi helkefta Cejna Rojiyên Êzî peyameke pîrozbahiyê arasteyî Mîrê Êzidiyan, Babeşêx, Cıvata Rûhanî û tevaya Kurdên Êzidî yên li Kurdistan û seranserê cîhanê kir.

16 Berfanbar 2022 - 04:06
16 Berfanbar 2022 - 04:06
 0
Mesrûr Barzanî: Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê li ser xizmetkirin û piştevaniya Êzidiyan berdewam be

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi helkefta Cejna Rojiyên Êzî peyameke pîrozbahiyê arasteyî Mîrê Êzidiyan, Babeşêx, Cıvata Rûhanî û tevaya Kurdên Êzidî yên li Kurdistan û seranserê cîhanê kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî diyar kir: “Di vê helkeftê de, xwişk û birayên Êzidî piştrast dikim ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê berdewam be li ser xizmetkirin û piştevaniya maf û daxwaziyên wan.”

Peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî wiha ye:

Bi helkefta Cejna Rojiyên Êzî, pîrozbahiyeke germ arasteyî rêzdar Mîrê Êzidiyan û Babeşêx û Cıvata Rûhanî û tevaya xwişk û birayên Êzidî yên li Kurdistan û cîhanê dikim. Hêvîdar im di seqayeke pir xweşî û tenahî de vê cejnê derbas bikin.

Di vê helkeftê de, xwişk û birayên Êzidî piştrast dikim ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê berdewam be li ser xizmetkirin û piştevaniya maf û daxwaziyên wan.

Cejna Rojiyên Êzî li hemûyan pîroz be. Her di xweşî û aramiyê de bijîn.

Mesrûr Barzanî

Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê

Ev nûçe bi tevahî 418 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 02:48:44