Peyama Serok Barzanî bi helkefta Cejna Rojiyên Êzî

Serok Mesûd Barzanî bi helkefta Cejna Rojiyên Êzî peyameke pîrozbahiyê arasteyî hemû Êzidiyên Kurdistan û cîhanê kir.

16 Berfanbar 2022 - 04:00
16 Berfanbar 2022 - 04:00
 0
Peyama Serok Barzanî bi helkefta Cejna Rojiyên Êzî

Serok Barzanî di peyama xwe de tekezî li biratî û berfirehkirina ferhenga pêkvejiyan û aştîxwaziyê di navbera hemû pêkhateyên ayînî û neteweyî yên Kurdistanê de kir.

Peyama Serok Barzanî ya ji bo Cejna Rojiyên Êzî wiha ye:

Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Bi helkefta Cejna Rojiyên Êzî pîrozbahiyeke germ li xwişk û birayên Êzidî yên li Kurdistan û hemû cîhanê dikim. Hêvîdar im ev cejn bibe destpêkeke taze ji bo aramî û bextewariya tevaya xwişk û birayên Êzidî.

Her bi vê helkefta pîroz, em tekezî li biratî û berfirehkirina ferhenga pêkvejiyan û aştîxwaziyê di navbera hemû pêkhateyên ayînî û neteweyî yên Kurdistanê de dikin.

Cejna we pîroz be û bimînin bi xêr û xweşî

Mesûd Barzanî

Ev nûçe bi tevahî 558 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 19:12:54