NY, ‘’Festîvala Kurte Fîlman a Aştî û Pêkvejiyanê’’ li Herêma Kurdistanê birêve dibe

Festîvala Kurte Fîlman a Aştî û Pêkvejiyanê li bajarê Silêmaniyê hate ragehandin.

1 Tebax 2022 - 06:25
1 Tebax 2022 - 06:25
 0
NY, ‘’Festîvala Kurte Fîlman a Aştî û Pêkvejiyanê’’ li Herêma Kurdistanê birêve dibe

Festîvala Kurte Fîlman a Aştî û Pêkvejiyanê yek ji çalakiyên projeya ‘’Bi bingeh kirina şiyan û bihêz kirina torbendiya medyakarên ciwan ên di warê bi bingeh kirina aştî û pêkvejiyanê e’’ ku bi hevbeşiya ajansa Netewên Yekbûyî (NY) ya UNDP û bi budceya hikûmeta Almanya ve ji aliyê şîrketa Mestî Fîlm ve tê cîhbicîh kirin.

Fîlmên wê festîvalê dê rojên 21 heta 23yê Îlonê bên pêşandan û wek rêxistvanên festîvalê ragehandine, armanca karê wan têkel kirina çandên cuda yên li Iraqê ye û bi hevnasandina wan çandana ye, herwaha tekoşîna li dijî tundiyê ye.

Piştî temam bûna festîvalê jî, 3 xelat dê ji yekem, duyem û sêyeman re bên dayîn û festîval ji aliyê lijneyekî akademîk ve jî dê helsengandin li ser bê kirin.

Ev nûçe bi tevahî 672 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 20:24:55