Parlamentoya Iraqê derbarê bombebarana Zaxo de dicive
Hejmarek ji endamên Parlamentoya Iraqê, ku nêzîkî 100 îmza kom kirine ji bo civîna taybet a derbarê bombebarana gundê Perex a li sînorê Zaxo bê gotûbêj kirin. Biryare civîn destpêka heftiya bê pêkbê.

Îro 21.07.2022yê hejmarek ji parlamenterên fraksiyonên cuda yên li Parlamentoya Iraqê îmza ji bo civîna Parlamentoya Iraqê ya derbarê topbarana gundê Perex a li sînorê Zaxo kom kirin û daxwaz dikin serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî jî bê vexwandin, bo bersiv dayîna pirsên parlamenteran û heman demê de derbarê êrîşa Tirkiyê ya li Zaxoyê de zanyarî û encamên lêkolînan aşkera bike.
Li gor zanyariyên berdest, biryare civîna Parlamentoya Iraqê roja şemiya bê pêkbê.
Hêjayî gotinê ye duh 20.07.2022yê artêşa Iraqê havîngehekî geştyarî ya li gundê Perex a ser bi Zaxo topbaran kir û di encamê de 9 geştyarên ereb hatin kuştin û 23 kesên din jî birîndar bûn.
Nûvekirina herî dawî: 13:27:31