Perlamentoya Herêma Kurdistanê li ser rewşa Efrînê kom dibe

Hat ragihandin ku wê di 1ê Çileya paşîn de Parlamentoya Herêma Kurdistanê li ser rewşa Efrînê bicive.

28 Çile 2018 - 10:09
28 Çile 2018 - 10:09
 0
Perlamentoya Herêma Kurdistanê li ser rewşa Efrînê kom dibe

Li gor agahiyên ku peyamnêrê Sputnîk Kurdistanê bi destxistiye, Parlamentoya Herêma Kurdistanê ji franksiyonên ku li Parlementoyê temsîliyeta wan heye xwestiye ku roja Sêşemê ji bo civîneke taybet amade bin. Gor agahiyên ku hatine bidestxistin Parlamento wê ji bo axaftina çend meseleyan bicivin.

Yek ji wan meselayan jî rewşa Efrînê ye. Gor îdiayan, Parlamento wê li ser êrişên hêzên tirk yên li ser Efrînê biaxivin û ji bo çareseriyê daxuyaniyek bi raya giştî re parve bikin.

Ev nûçe bi tevahî 1369 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 06:23:00