Peyama Serok Barzanî ya bi helkefta Cejna Newrozê

Serok Barzanî ji bo hatina Cejna Newrozê û sersala Kurdî peyamek belav kir û tê de aştî û aramî ji bo hemû aliyan xwest.

20 Adar 2023 - 08:25
20 Adar 2023 - 08:25
 0
Peyama Serok Barzanî ya bi helkefta Cejna Newrozê

Serok Mesûd Barzanî îro Duşemê 20ê Adara 2023an di peyama xwe ya Newrozê de pîrozbahî li malbatên şehîdan, Pêşmerge û hemû Kurdistaniyên li welêt û derve kir.

Roja Sêşem 21ê Adara 2023an yekem roja Cejna Newrozê û sala 2723 ya Kurdî ye.

Li her çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welêt ji bo pîrozbahiyên Cejna Newrozê ku cejna neteweyî ya Kurdan aheng tên kirin.

Peyama Serok Barzanî ya Cejna Newrozê:

Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Bi helkefta hatina cejna Newrozê û serê sala 2723ê Kurdî pîrozbahiyê li malbatên serbilindên şehîdan û Pêşmergeyên qehreman û hemû Kurdistaniyên xweşdiviyên hundir û derveyê welat dikim û hêviya aştî û aramiyê ji bo hemû aliyek dixwazim.

Mesûd Barzanî

29ê Reşemiyê 2722ê Kurdî

20ê Adara 2023an

Ev nûçe bi tevahî 1034 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 21:24:05