Serokwezir Mesrûr Barzanî beşdarî Davosê dibe

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî beşdarî Korbenda Aborî ya Cîhanê li Davosê dibe.

16 Çile 2023 - 05:54
16 Çile 2023 - 05:54
 0
Serokwezir Mesrûr Barzanî beşdarî Davosê dibe

Korbenda Aborî ya Cîhanê li Davosê 2023an îro dest pê dike û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî beşdarî Korbenda Aborî ya Cîhanê li Davosê dibe.

Korbenda Aborî ya Cîhanê li Davosê dibe di bin navê “Hevkarî di Cîhaneke Perçebûyî de” birêve diçe û 2500 serkirde, berpirs, çalakvan û bazirganan tê de beşdar dibin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li hejmara xwe yê tora civakî “Twitter” vîdyoyek belav kir û nivîsî: “Kurdistan li Davosê ye”

Li gorî bernameya korbendê, ku di konferansê de, krîza xwarek û enerjiyê, enflasyon û sistiya geşbûna aborî, pîşesazî û rola sektora taybet, pirsgirêkên civakî û metirsiyên jeopolîtîk hene tên gotûbêjkirin.

Korbenda Aborî ya Davosê platformek e ji bo dîtina çareseriyan ji pirsgirêk û kêşeyên ku rûbirûyî cîhanê bûne, îsal jî armanca wê ew e ku bi rêya diyalog û hevahengiya di navbera sektorên taybet û giştî de, çareseriyan ji kirîzên cîhanî re bibînin.

Ev nûçe bi tevahî 513 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 07:06:27