AFADê amarên nû yên erdheja Mereşê ragihand

Serokê Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) ragihand, heta niha di erdheja Mereşê de li 11 bajaran 40 hezar û 642 kesan canê xwe jidest dane.

18 Sibat 2023 - 03:44
18 Sibat 2023 - 11:41
 0
AFADê amarên nû yên erdheja Mereşê ragihand

Roja 6ê Sibatê du erdhejên mezin bi hêza 7.7 û 7.6 ku navendên wan li navçeyên Bazacix û Elbistan ên parêzgeha Mereşê bûn, 11 parêzgehên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê hejandin.

Erdhejê li parêzgehên Mereş, Dîlok, Riha, Amed, Semsûr, Meletî, Kilîs û Xarpêt ên Bakurê Kurdistanê û parêzgehên Osmaniye, Edene û Hatayê yên Tirkiyê wêraniyek mezin çê kir û bandor li 13.5 milyon welatiyan kir.

Serokê AFADê Yunus Sezaer îro Şemiyê 18ê Sibata 2023an amarên nû yên erdheja Mereşê eşkere kirin.

Yunus Sezer diyar kir ku di erdhejên Meraşê de heta niha 40 hezar û 642 kesan canê xwe ji dest dane.

Ev nûçe bi tevahî 685 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 13:19:58