Tirkiyê nêzîkî Çemçemalê bombebaran kır

Bi bihanya ku çekdarên PKKê di otomobîlekê de hene, 2 firokeyên bêfirokvan ên Tirkiyê ew otomobîl bombebaran kir

21 Gulan 2022 - 08:16
21 Gulan 2022 - 08:16
 0
Tirkiyê nêzîkî Çemçemalê bombebaran kır

Du firokeyên bêfirokvan ên Tirkiyê otomobîlek li gundekî nêzîkî Çemçemalê bombebaran kir û 5 kes hatin kuştin

Rêveberê Nahiya Axcelerê Hêmin Behcet ji K24ê re ragihand, bi bihanya ku çekdarên PKKê di otomobîlekê de hene, 2 firokeyên bêfirokvan ên Tirkiyê ew otomobîl li gundê Dûteqel ê li binarê çiyayê Xal Xalan bombebaran kir.

Li gorî Rêveberê Nahiya Axcelerê, 5 kesên ku di otomobîlê de bûn, hatin kuştin.

Ev nûçe bi tevahî 607 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 14:16:12