Abdullah Kiran û Kurdperwerî!

Di dûmayîka nivîsa xwe de nivîskar Abdullah Kiran gotina xwe bi paragrafekê tîne ziman: ''DEP (qezda wî DEM e) Partî têkeve dû CHP û pirsa kurd ji asta ziman, çand û nasnamê derxîne û ji hevkêşeya navxwe ya dewleta tirk re dike qûrban, bingehê di nav kurdan de ji hinek hêzên radîqal ku derkevin holê re vedike.''

Şeyhmus Ozzengîn

30.03.2024, Cts | 11:33 [ Güncellenme: 30.03.2024, Cts | 11:35 ]

Abdullah Kiran û Kurdperwerî!
Nêrîn Belav bike

Piersgirêkên miletên bindest, bi miletperwerîya wî miletî re geş dibe û derdikeve asta çareserîyê. Miletperwerîya miletên bindest, kole; bi hezkirina çand, ziman, dîrok û axa wî miletî ve girêdayî ye. Yekitîya wî miletî jî li ser van hêjayan ava dibe.

Milletperwerî, tayek ji hebûna hezkirina çand, ziman, welat û dîroka wî miletî ye. Miletê ku ji dîroka xwe, ji zimanê xwe, ji çanda xwe, ji xaka xwe hezneke, nikare azadîya miletê xwe program bike û biparêze. Nikare çand, ziman, dîrok û axa xwe ji talan û qedexeyan, derxîne astek watedar.

Miletê Kurd jî, miletekî ku di navbera çar dewletên barbar û xwînrij, xwînxwar de hatîye dabeşkirin. Ji terefê van herçar dewletan de zilmek mezin, înkarîyek mezin li ser miletê Kurd dimeşe. Zimanê me qedexeye, çanda me qedexeye, dîroka me di bin tarûmarbûnê de, axa me, dewlemendîyên me talan dibin.

Ji bona ku miletê Kurd, ji astek koletîyê derkeve asta ku xwedî li van hêjayîyên xwe derkeve, dewleta xwe ava bike û bigihêje pêvajoka ku xwe bi xwe birêve bibe; zemqa hevgirtinê a yekitîya milî, milethezî ye, niştimanhezî ye. Bê ku ev hezkirin û hevgirtin di nav miletê Kurd de, di nav kurdistanîyan de geş bibe, Kurd wek miletekî nikarin xwe bihonin û derkevin qada dozdarîyê.

Mixabin beşek ji rewşenbîr, akademîsyen û sîyasetmedarên Kurd, vê xeta milî wek tehlûke didin nîşan û aqil didin dijmin ku ‘‘bi hinek mafan re hûn pêşî li kurdan negirin, wê kurd derkevin astek piroletî û nîjadperestîyê bikin.“(!)

Di 25.03.2024 an de, di malpera ‘‘Serbestîyet“ê de bi Îmzeya Abdullah Kiran nivîsarek derket. Nivîsar bi gelemperî aqil dide Dewleta tirk, îktîdarê û DEMPartîyê, ku neyên cem hev û „pirsa Kurd çareser nekin“ wê di nav kurdan de „.. îhtîmala ku piroletî (nîjadperestîyek pir zêde, milên tundrew)yek milî û nijadperestî hîn geştir bibe.“ Ev xetên nivîsarê ji pênasa Kurdekî ku profesor e û xwe Kurd dihesibîne û li ser kurdan dinivîsîne derdikeve!

Rexneyan li DEMPartî dike, lê rexneyên nivîskar jî di bingeha parastina sîstema ku li ser kurdan dimeşe de li çareserîyekê digere. Pêşîlêgirtina vê çareserîyê jî di sîyaseta demê de dibîne. Vê jî bi hevoka „DEMPartî, çareserîya pirsgirêka kurd ji hevkêşeyîkirinen navxweyî re dike qurban.“(!)

Di dûmayîka nivîsa xwe de nivîskar Abdullah Kiran gotina xwe bi paragrafekê tîne ziman:

''DEP (qezda wî DEM e) Partî têkeve dû CHP û pirsa kurd ji asta ziman, çand û nasnamê derxîne û ji hevkêşeya navxwe ya dewleta tirk re dike qûrban, bingehê di nav kurdan de ji hinek hêzên radîqal ku derkevin holê re vedike.''

Di nav tevgera Kurd de kîne ev ''hêzên radîkal''?

Di van çend salên dawî de, beşek mezin ji ciwanên kurd, di astek milî de, li henber sîyaseta PKK û sîyaseta wê a legal, Kurdperwerîyek di asta xwedîlêderketina mafê miletê Kurd û xaka Kurdistanê de geş dibe. Tirsa Abdullah Kiran yek jê eve. Vê wek tehlûke dide nîjan û dibêje

''Sîyaseta Kurd ku di bingeha astek Maqûl û demokratîk de ji bona zimanê Kurdî û nasnamê û serbestîyan, negihêje encamekê, di pêvajok a pêş de, di nav kurdan de îhtîmala ku piroletî (pir zêde, milên tundrew)yek milî û nijadperestî hîn geştir bibe.“(!)

Di vir de nivîskar Abdullah Kiran, pir zelal dibêje; eger dewlet di astek hukmê çandî de ji bona ziman, çand û serbestîyan gavê navêje, di nav tevgera Kurd de daxwaza dewletbûnê di astek tehlûkedar de derdikeve berme. Vê jî bi vê hevokê şîrove dike; di nav kurdan de ‘‘piroletîyek milî û nijadperestî hîn geştir bibe.(!)

Miletê Kurd, li ser axa xwe 50-60 milîyon hejmareke. Bê dewlete, bê nasnameye û bi zimanê xwe ji perwerdê mahrûm e.

Di nav çar dewletên barbar de raserî her cûre zilmê dibe. Ji parastinê mahrûme, raserî wendabûnê dibe. Lê beşek ji aqilmendên kurdan, hîn ji kurdperwerîyê, û ji welatperwerîya kurdan ditirsin û vê zanistê jî wek tehlûke didin nîjan. Malxerabî di vir de ye.

 

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.
2066 kes dît.
Rojanekirina Dawî:21:22:10

Şeyhmus Ozzengîn

Nivîsên Dawî a Nivîskar

Dîrok û Sebebên Wendakirina Berxwedanên Kurdistanê II Dîrok û Sebebên wendakirina Berxwedanên Kurdistanê! Mirwet! Di bin baskê dijminan de Kurdistan nayê parastin! Dadgeha Federal A İraqê Ne Destûrî ye! Hunermend, Şêwekar û Pêkersaz, Sîyabend Kaya! Divêtîya Herêma Kurdistanê bi Neştergerîyekê Heye! Bingeha Mirovatîyê Xîret e! Li Bakurê Kurdistanê Kurdî ketîye bin bandora wendabûnê! Kê Devê Leyla Zana Band Kir û Dîsa Banda wê vekir? Van rojan li ser kurdên bakurê Kurdistanê çi Dibe? Armanca Îranê, derxistina hêzên Emerîka ji herêmê ye! Dîktatorîya Îslamî û mirovatî! Panorama 2023 Dijminatîya Nemir Şêx Seîd, Dijminatîya Kurd û Kurdistanê ye Nemir Bahattîn Onen bibîr tîn im! HudaPar û HAMAS, Hizbullah! Senatorê Fransî Rémi Féraud û Rewşa Kurdistanê! Rastîya Cihûyan û sebeba dijminatîya Cihûyan! Yên Ku Rahêjin Agir Wê Destê Wan Bişewite! Rûpelek ji Dîrokê (VII) Xîyaneta 16.10.2017 an! Rûpelek Ji Dîrokê (VI) Rojên piştî Referandûmê! Rûpelek Ji Dîrokê (V) Roja referandûmê û encam! Rûpelek Ji Dîrokê (IV) Rûpelek ji Dîrokê (III) Rûpelek Ji Dîrokê (II) Biryara referandûmê! Rûpelek ji Dîrokê Rêbaza Doza Kurdistanê! Rojavayê Kurdistanê Çima Wenda Kir? Rojavayê Kurdistanê û PKK! Ma Ne Bess e? Kî Berpirsîyarêi Rewşa Şingalê ne? Hûn Nikarin Bi Herîyê Ro Yê Veşêrin! Tirkîyeyîbûn û Tirkbûn! Tirkîye, Sûrîye û Pêvajokek Nû. Muzeya Netewî a Kurdistanê û Hunermend! Birek û Dar! Erdhej û dewleta tirkan! Zarokên Kurd Başûrê Kurdistanê û Sîstema Dewletê! D A N A S Î N! J e n o s î d! Yekitîya Kurdên Êzdî gavek pîroz e! Panorama 2022 Gerîneka Sûrîyê û Rewşa Kurdan! Tirkîye Çima Ewqes Wêrek Tevdigere? Berpirsê teqînê li kêleka we rûniştî ne! Rewşa Dîyaspora Kurd li Ewrûpa! Îran qesabxaneya ciwanên çalakvanan e! Dîktatorîya îslamî û şensê xwepêşanderan li Îran! Jîna Emînî û Îran! Êlûn û Referandûm. Nabe Ku Kurd Bibin Qurbana Bê Îstîgrarîya İraqê! Dêr a Zehferanê Li İraqê Çi dibe? Kurd nebûne aktor, yên jibîrkirinê ne! Dilovanekî Kurd; Abit Gurses Çareserîya qeyranan li Kurdistanê ye, ne li İraqê! Finlandîya-Swêd û PKK! Çend Gotin Li Ser Rojeva Kurdistanê! Kurdistan û Bîra Kurd! Neo Nazîzm û Neo Stalinîzm! Rûsîya û Meramên Dîktatorî! Civîna Munchenê (MSC) û Rêveberên Kurdistanê! Dadgeha Federal û Herêma Kurdistanê! Lepên Tarî Qedexekirina dengê piralî, dîktatorî ye! Bajarê Hesekê, Zîndana Sînaî û DAÎŞ! Rewşenbîrîya Kurdan û PKK! Panorama sala 2021ê! Ji bona Kurdên Revenda Kurdistanê! Kurdistan! Bêdengîyek metirsîdar! Li Rojhilata Naverast Çawa Dawî bi Terorê tê? Têkilîyên PKK û Sûrîyê stratejîk in! Ahmet Guneştekin! Dewletek federal a İraq Mumkûn e? Modela İraq, Kurd û hilbijartin! Aqlê Dewletê û Pirsa Kurdistanê! Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron! Kurdistan û Efxanîstan! Afganistan û metodên Emerîka! Dewlet,Tirkîzm û Barbarîzm! Di têkoşîna rizgarîya netewî de rêyên Pêşengîyê: Gelo me Kurdan di ku de xeletî kir ku em rehet nikarin civata xwe bihon in? ENKSê Rê Da Ku Îradeya Kurdên Roava Binpê bibe! Mîrata Mam Celal û Şerrê Pismaman! Sebebê Boranên Nav YNK, Xîyaneta 2017 a ye! Miletperwerî, Niştimanperwerî û Emîn Îsa! TEV-DEM, Rewşenbîrî û kurdayetî! Serkirdeyên PKK û Kurdkujî! Çepitîya tirkan, dijminatîya doza Kurdistanê ye! Partîhezî û Neteweperperwerî! Riza T.Hulmanî -AGAHÎ! S.Demirtaş û „Xeta Sêyemîn“! BEXDA! Dr.Husên Duzen û mijarek civakî! DAXUYANÎ! Li ser medya Kurd, çapemenî û Mafê Nivîskaran! Danasîna Romanek Bîyografîk: ''Me Kilîda Çîyê Wenda kir!'' Ji xaka Kurdistanê Papa çi mesaj dan cîhanê? Ji Raya Giştî re Êrîşkarên ser Herêma Kurdistanê hêza xwe ji ku digirin? Li Roavayê Kurdistanê kî bi denkleman dilîze? Emerîka û Pirsgirêkên Rojhilata Naverast! Îran, Tehdîdek Mezine li ser Herêma Kurdistanê! „Pêvajoka Aşitîyê“ û Doza Kurdistanê! PANOREMA 2020 Fabel û Riza Topalê Hulmanî! Riza Topalê Hulmanî- DANASÎN! GELÎYÊ ZÎLAN! Nîjadperestîya Ereban û Mistefa Kazimî! Di Herêmê de Gavên Dîplomatîk! Pirsa Kurdistan û Prof. Dr. Michael Gunter! Kurdistan û Dr. Peter Galbraith! „Serxwebûna Kurdistanê, ji bo Kurdistan û ji bo Iraqê jî baştir e.“ Joe Biden û Kurd! John Bolton û Pêvîstîya Gavên Dîplomasîyê! Nabe ku em carek din dijminên xwe biceribînin! Peymana stratejî ya li gel Iraqa yekgirtî! Heftanîn Pêsîra Kurdistanê ye! Tifaqek Kurdî, lê bê Ala Kurdistanê! Divê Kurd li ser axa xwe îradeya xwe bikar bînin! Başûrê Kurdistanê carek din rû bi rûyî dorpêçê ye! Rolekî Mezin dikeve ser milê Emerîka! Kurd li Rojavayê Kurdistan bê vîzyon in! 'Peymana Sedsale‘a Rojhilata naverast! Mazlûm Kobanî û lihevkirina Rojavayê Kurdistan! Îran Dijminekî Kone Ye! Li Rojhilata Naverast Pozîsyon Têt Guhertin! Divê Em Rewşa Qeyranên İraqê Baş Bixwînin. YNK Ne Kongre, Lê Şanoyek Lidarxist! PANORAMA 2019 an! Pirsgirêkên YNK û Kongre! Li Çarhawêrê Kurdistan Agir Dibare! Emerîka Piştgirê Guhertina Demografîya Kurdistan e! Wê dahatên neftê ji kurdan re bin Denklem Tên Guhertin! Divê Kurd Çi bikin? Ewrên Reş û Rojavayê Kurdistan Rewşa Rojavayê Kurdistan Metirsîdar e! Li Sûrîye Guhertin û Denklem! Hafiza Kurdan Divê jibîr ne ke! Kole û Efendî! Denklema Stratejîya Emerîka û Kurd! Hunermend -Arif Sevinç Hunermendê Mozayîkê, Îman Hisên Kurdistan û Kedkarên Berhemên Milî! Mîrê Hêkan (Cemal Ebdo) Li Derdorê Girava Kibris Pêşî li tirkan Têt Girtin! Şûjin Biranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayek Jin Beşa II. 'Yekîneya Bikêşe!' Bîranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayeke Jin!
x