Bajarê Hesekê, Zîndana Sînaî û DAÎŞ!

Şeyhmus Ozzengîn

27.01.2022, Per | 15:08

Bajarê Hesekê, Zîndana Sînaî û DAÎŞ!
Nêrîn Belav bike

Di şeva 20.01.2022 an de DAÎŞ bi hêzek çekdar ku hejmar nêzî 300 kesî re êrîş anî ser Zîndana Sînaî a li bajarê Hesekê. Di vê Zîndanê de nêzî 5 hezar terorîstên DAÎŞ girtî ne. DAÎŞ, ev êrîş bi çekên giran, bi erebên tije teqemenî û barhilgêr anî ser zîndanê. Asayîşa herêma vê tarê jikest. Derîyê Zîndanê hilweşandin û ketin zîndanê. Bingehên leşkerî girtin destên xwe û dest danîn ser cebilxaneyên leşkerî. Sê rojan bi çekên giran şer meşandin!

Herdû rojên pêşî PYD û HSD berfirehîya vê êrîşê ji raya giştî re veşartin û di warekî bûyerek asayîşê de dan. Lê piştî du rojan hat eşkere kirin ku bûyer pir mezin e. Hin pir kujtî hebûn û hin jî pir kesên terorîst ji zîndanê bi serkevtinek mezin hatibûn revandin!

Sê rojan Zîndan di destê DAÎŞ de ma. Piştî sê rojan DAÎŞ perçe perçe xwe radestî hêzên HSD kir. Roja çaran jî HSD „zafer“ îlan kir, şahî û serkevtin lidar xist. Lê 7 roje hîn ne dîyare bê çiqas terorîstên DAÎŞ ji vê zîndanê hatin revandin? Çend terorîst di zîndanê de mane?

Bi şîveyek pîlankirî, êrîş hatîye ser zîndanê. Hin asayîşa herêmê têk birîye û hin jî sê rojan zîndan di destê wan de maye û ev terorîst hemû biçekên giran bûn. Çiqas kes revandine, ne dîyare. Heta kesên ku revandin gihîştin cîhên xwe jî, zîndan di destê wan de ma, ku nasnameyên wan neyên dîyar kirin. Ev jî hesabekê emnî ye û îşaretek ji pîsporîya amadekarîya pîlana êrîşê bi xwe ye.

Pir eşkere derdikeve ber me ku ev êrîş, di warekî profesyonel de hatîye amade kirin. Hin ji hêla stratejîk de, hin ji hêla leşkerî de û hin di hêla wextê de hesabekî kûr li pişt vê êrîşyê heye. Hin YPG, hin HSD û hin jî hêzên Emerîka, Hêzên hevpeymanan û dewleta Sûrîye li vê herêmê desthilatdarin. Yek ji van hêzan nikare bêje; „DAÎŞ bi 200-300 çekdarî hatin û êrîş anîn ser zîndanê û me ew nedît. Ji hêlek dizî de hatin û ev çalakî lidar xistin!“(!)

Wilo xwuya dike ku armanca vê êrîşê berfirehe. Pir hêz û dewlet di nav vê êrîşê de hene. Wê DAÎŞ carek din bi şîweyek zînde raserî kurdan bikin. Helbet ev bûyer baş dîyar dike ku li hesabê Sûrîyê, Tirkîyê û Îranê û beşek ji Şîeyên İraqê ye. Di nav de amadekarîyek tund a îstîhbaratî pir eşkere ye.

Wek ku em dizanin, piştî hilbijartinên İraqê, hewldanên DAÎŞê zêde bûn. Îran, bi hevalbendên xwe yên herêmê re di hewldanekê de, xwest pêşî li avakirina hikûmetek nû bigire. Ev daxwaz her berdewam e. Hin li derdorê Kerkûk û Şingalê û hin jî li derdorê Xaneqînê êrîşên DAÎŞ biberçav zêde bûn. Di van êrîşan de Pêşmergên Kurdistanê nêzî 28 cangorîyan dan.

Li İraqê encama hilbijartinan ne li gor dilê Îranê û tirkîyê bû. Hikûmetek ku li henber Îranê û Tirkîyê xwedî helwest be û di berjewendîyên kurdan de be, li hesabê van herdû aktorên herêmê nayê.

Li henber DAÎŞ, ev demek dirêje di navbera artêşa İraq û hêzên Pêşmergan de lihevhatinek heye, ku bi hev re van herêmên li gor madeya 140, ku li benda referandûmê ne, bi hev re biparêzên. Lê destek her dibe asteng û nahêle ku ev biryar pêk were. Li phişt vî destê reş kî û kîjan dewlet hene?

Li Şingalê, ji bona aramîya Şingalê û vegera koçberên herêma Şingalê, di navbera İraq û hikûmeta Herêma Kurdistanê de peymanek hat îmze kirin. Li gor vê peymanê „wê hemû hêzên çekdar yên li vê herêmê, çekên xwe radestî asayîşê bikirana û wê herêm terk bikirna. Wê koçberên herêmê vegerîyana ser ax û malên xwe.“ Kî û kîjan hêz û dewlet dibin asteng û nahêlin ku ev peyman derbasî jîyanê bibe?

Li Roavayê Kurdistanê bi garantorîya Fransa û Emerîka xebatek yekitîya nav mala Kurd destpê kir. Ev sê sale hemû merc û îmkan hatin bikaranîn, lê bi qasî misqalekê pêşketin bidest neket. Destek, li Roavayê Kurdistanê her provaqatîf tevde gerîya. Ev xebatên „yekrêzîya nav mala Kurd“ hatin sabote kirin. Ev di berjewendîyên kê de bû û kîjan hêz li pişt van destdirêjîyan heye?

Kîjan hêz berjewendîyên xwe di zîndekirina DAÎŞ de dibînin? Ev eşkereye. Dema ku em bi berpirsîyarî bersîva van pirsan bidin, emê bibînin ku di herêmê de li henber destkevtinên kurdan di navbera gelek hêz û dewletan de hemahengîyek heye. Vekirina derîyê Zîndana Sînaî a Hesekê jî hewlek ji wan e. Bi sedan terorîstên DAÎŞ ji vê zîndanê revîyane û ji herêmê re tehdîdin.

Çima di vê demê de derîyê vê zîndanê vebû?

Li pişt van karan kîjan hêz û îstîhbarat hene?

Wê berê van terorîstan bidin kîderê?

Bi raya min yên ku nahêlin hemahengîyek di navbera dewleta İraq û herêma Kurdistanê de bêt avakirin!

Yên ku nahêlin hikûmetek çêker li İraq bêt avakirin!

Yên ku nahêlin li Roavayê Kurdistanê di nav mala Kurd de yekrêzîyek bêt avakirin!

Yên ku nahêlin Şingal ji destê hêzên tûndrev derkeve û herêm bigihêje astek aram ku Şingalî vegerin ser mal û milkê xwe; hemû yek bi yek tilîya wan di zîndekirina DAÎŞ de heye. Ev hêz û ev destên reş yek bi yek dijminê Kurd û Kurdistanê ne.

27.01.2022

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.

1955 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:47:41

Şeyhmus Ozzengîn

Nivîsên Dawî a Nivîskar

Dîrok û Sebebên Wendakirina Berxwedanên Kurdistanê II Dîrok û Sebebên wendakirina Berxwedanên Kurdistanê! Abdullah Kiran û Kurdperwerî! Mirwet! Di bin baskê dijminan de Kurdistan nayê parastin! Dadgeha Federal A İraqê Ne Destûrî ye! Hunermend, Şêwekar û Pêkersaz, Sîyabend Kaya! Divêtîya Herêma Kurdistanê bi Neştergerîyekê Heye! Bingeha Mirovatîyê Xîret e! Li Bakurê Kurdistanê Kurdî ketîye bin bandora wendabûnê! Kê Devê Leyla Zana Band Kir û Dîsa Banda wê vekir? Van rojan li ser kurdên bakurê Kurdistanê çi Dibe? Armanca Îranê, derxistina hêzên Emerîka ji herêmê ye! Dîktatorîya Îslamî û mirovatî! Panorama 2023 Dijminatîya Nemir Şêx Seîd, Dijminatîya Kurd û Kurdistanê ye Nemir Bahattîn Onen bibîr tîn im! HudaPar û HAMAS, Hizbullah! Senatorê Fransî Rémi Féraud û Rewşa Kurdistanê! Rastîya Cihûyan û sebeba dijminatîya Cihûyan! Yên Ku Rahêjin Agir Wê Destê Wan Bişewite! Rûpelek ji Dîrokê (VII) Xîyaneta 16.10.2017 an! Rûpelek Ji Dîrokê (VI) Rojên piştî Referandûmê! Rûpelek Ji Dîrokê (V) Roja referandûmê û encam! Rûpelek Ji Dîrokê (IV) Rûpelek ji Dîrokê (III) Rûpelek Ji Dîrokê (II) Biryara referandûmê! Rûpelek ji Dîrokê Rêbaza Doza Kurdistanê! Rojavayê Kurdistanê Çima Wenda Kir? Rojavayê Kurdistanê û PKK! Ma Ne Bess e? Kî Berpirsîyarêi Rewşa Şingalê ne? Hûn Nikarin Bi Herîyê Ro Yê Veşêrin! Tirkîyeyîbûn û Tirkbûn! Tirkîye, Sûrîye û Pêvajokek Nû. Muzeya Netewî a Kurdistanê û Hunermend! Birek û Dar! Erdhej û dewleta tirkan! Zarokên Kurd Başûrê Kurdistanê û Sîstema Dewletê! D A N A S Î N! J e n o s î d! Yekitîya Kurdên Êzdî gavek pîroz e! Panorama 2022 Gerîneka Sûrîyê û Rewşa Kurdan! Tirkîye Çima Ewqes Wêrek Tevdigere? Berpirsê teqînê li kêleka we rûniştî ne! Rewşa Dîyaspora Kurd li Ewrûpa! Îran qesabxaneya ciwanên çalakvanan e! Dîktatorîya îslamî û şensê xwepêşanderan li Îran! Jîna Emînî û Îran! Êlûn û Referandûm. Nabe Ku Kurd Bibin Qurbana Bê Îstîgrarîya İraqê! Dêr a Zehferanê Li İraqê Çi dibe? Kurd nebûne aktor, yên jibîrkirinê ne! Dilovanekî Kurd; Abit Gurses Çareserîya qeyranan li Kurdistanê ye, ne li İraqê! Finlandîya-Swêd û PKK! Çend Gotin Li Ser Rojeva Kurdistanê! Kurdistan û Bîra Kurd! Neo Nazîzm û Neo Stalinîzm! Rûsîya û Meramên Dîktatorî! Civîna Munchenê (MSC) û Rêveberên Kurdistanê! Dadgeha Federal û Herêma Kurdistanê! Lepên Tarî Qedexekirina dengê piralî, dîktatorî ye! Rewşenbîrîya Kurdan û PKK! Panorama sala 2021ê! Ji bona Kurdên Revenda Kurdistanê! Kurdistan! Bêdengîyek metirsîdar! Li Rojhilata Naverast Çawa Dawî bi Terorê tê? Têkilîyên PKK û Sûrîyê stratejîk in! Ahmet Guneştekin! Dewletek federal a İraq Mumkûn e? Modela İraq, Kurd û hilbijartin! Aqlê Dewletê û Pirsa Kurdistanê! Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron! Kurdistan û Efxanîstan! Afganistan û metodên Emerîka! Dewlet,Tirkîzm û Barbarîzm! Di têkoşîna rizgarîya netewî de rêyên Pêşengîyê: Gelo me Kurdan di ku de xeletî kir ku em rehet nikarin civata xwe bihon in? ENKSê Rê Da Ku Îradeya Kurdên Roava Binpê bibe! Mîrata Mam Celal û Şerrê Pismaman! Sebebê Boranên Nav YNK, Xîyaneta 2017 a ye! Miletperwerî, Niştimanperwerî û Emîn Îsa! TEV-DEM, Rewşenbîrî û kurdayetî! Serkirdeyên PKK û Kurdkujî! Çepitîya tirkan, dijminatîya doza Kurdistanê ye! Partîhezî û Neteweperperwerî! Riza T.Hulmanî -AGAHÎ! S.Demirtaş û „Xeta Sêyemîn“! BEXDA! Dr.Husên Duzen û mijarek civakî! DAXUYANÎ! Li ser medya Kurd, çapemenî û Mafê Nivîskaran! Danasîna Romanek Bîyografîk: ''Me Kilîda Çîyê Wenda kir!'' Ji xaka Kurdistanê Papa çi mesaj dan cîhanê? Ji Raya Giştî re Êrîşkarên ser Herêma Kurdistanê hêza xwe ji ku digirin? Li Roavayê Kurdistanê kî bi denkleman dilîze? Emerîka û Pirsgirêkên Rojhilata Naverast! Îran, Tehdîdek Mezine li ser Herêma Kurdistanê! „Pêvajoka Aşitîyê“ û Doza Kurdistanê! PANOREMA 2020 Fabel û Riza Topalê Hulmanî! Riza Topalê Hulmanî- DANASÎN! GELÎYÊ ZÎLAN! Nîjadperestîya Ereban û Mistefa Kazimî! Di Herêmê de Gavên Dîplomatîk! Pirsa Kurdistan û Prof. Dr. Michael Gunter! Kurdistan û Dr. Peter Galbraith! „Serxwebûna Kurdistanê, ji bo Kurdistan û ji bo Iraqê jî baştir e.“ Joe Biden û Kurd! John Bolton û Pêvîstîya Gavên Dîplomasîyê! Nabe ku em carek din dijminên xwe biceribînin! Peymana stratejî ya li gel Iraqa yekgirtî! Heftanîn Pêsîra Kurdistanê ye! Tifaqek Kurdî, lê bê Ala Kurdistanê! Divê Kurd li ser axa xwe îradeya xwe bikar bînin! Başûrê Kurdistanê carek din rû bi rûyî dorpêçê ye! Rolekî Mezin dikeve ser milê Emerîka! Kurd li Rojavayê Kurdistan bê vîzyon in! 'Peymana Sedsale‘a Rojhilata naverast! Mazlûm Kobanî û lihevkirina Rojavayê Kurdistan! Îran Dijminekî Kone Ye! Li Rojhilata Naverast Pozîsyon Têt Guhertin! Divê Em Rewşa Qeyranên İraqê Baş Bixwînin. YNK Ne Kongre, Lê Şanoyek Lidarxist! PANORAMA 2019 an! Pirsgirêkên YNK û Kongre! Li Çarhawêrê Kurdistan Agir Dibare! Emerîka Piştgirê Guhertina Demografîya Kurdistan e! Wê dahatên neftê ji kurdan re bin Denklem Tên Guhertin! Divê Kurd Çi bikin? Ewrên Reş û Rojavayê Kurdistan Rewşa Rojavayê Kurdistan Metirsîdar e! Li Sûrîye Guhertin û Denklem! Hafiza Kurdan Divê jibîr ne ke! Kole û Efendî! Denklema Stratejîya Emerîka û Kurd! Hunermend -Arif Sevinç Hunermendê Mozayîkê, Îman Hisên Kurdistan û Kedkarên Berhemên Milî! Mîrê Hêkan (Cemal Ebdo) Li Derdorê Girava Kibris Pêşî li tirkan Têt Girtin! Şûjin Biranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayek Jin Beşa II. 'Yekîneya Bikêşe!' Bîranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayeke Jin!
x