Hemû rêxistinên terorê yên li Efrînê, Hezazê, Carablûs û Babê dermaleyên dewleta tirkan bûn. Dewleta tirkan, ev hêzên terorê xwedî dikir û berdida pêsîra kurdan. Dest dirêjî namûsa kurdan, mal û milkê kurdan dikirin, dikujtin, direvandin û fidye distendin. Ev karesatên ku van hêzên terorê li ser kurdan dimeşandin, bi biryar û piştgirîya tirkan dimeşîyan. Bingehek vê a dijminane li henber kurdan a dewleta tirk dîyar bû.
Hemû hêzên paramilîter yên dewleta tirkan, li van herêman, bi van hêzên terorê re pîlan û projeyên dewleta tirk dimeşandin. Heta civîna ku havîna derbasbûyî li Tehranê, di navbera Rûsîyayê, Îranê û Tirkîyeyê de çêbû. Piştî vê civînê Tirkîyê daxuyanîyek da û got „em dikarin ji bona çareserkirina pirsgirêkên li ser axa Sûrîyeyî bi Esad û rejîma wî re têkevin têkilîyê. Em dikarin opozîsyona Sûrîyeyê jî qanih bikin.“(!)
Piştî vê daxuyanîya Serokkomarê Tirkîyê, di navbera van grûbên di bin emrê Tirkîyeyê de, li henber Tirkîyeyê nerazîbûnek derket holê. Çend meş û xwepêşandan li hember Tirkîyeyê hatin lidar xist. Ala Tirkîyeyê het şewitandin û helwesta Tirkîyeyê protestod kirin.
Carek din derket holê ku, li van herêmên kurdan, kî, kê ji bona xwe û çawa bikar tîne! Rêveberên tirkan û hêzên paramilîter yên dewleta tirkan, li herêmê dest bi hewlên nû kirin. Îstîhbarata tirkan (MİT) li herêmê civîn lidar xistin û pîlanên xwe yên nû vekirin. Li gor vê pîlanê „divê Cephetul Şam ji van herêman derketa û rê ji grûbên Hareketul Tehrîrî Şam re vebûna.“ (!)
Tirkîye berî bi du hefteyan ev pîlan xist dewrê û li Efrînê û derdorên wê, di navbera Hareketul Tahrîrul Şam (HTŞ) û Cephetul Şam (CŞ) de şer derket. Di vî şerî de çekên giran hatin bikaranîn. Bi pîlan û piştgirîya Tirkîyeyê CŞ ji van herêman hat derxistin û herêm radestî HTŞ bû. Li henber Tirkîyeyê, di navbera grûbên CŞ de nerazîbûnekê destpê kir. Li Tirkîyeyê gef hat xwerin. Tirkîyeyê jî, ji bona dîzaynkirina herêmê, li gor pîlanê nû heta serê salê wext da van grûban û ev grûbên ku nerazîne, bên seza kirin.
Li gor agahîyên ji herêmê tên, sebeba acizîyên Tirkîyeyê li henber van grûban (Liveyên Hamza û Sileyman Şah) yek jê jî redkirina şandina leşkeran ji bona Karabaxê û Lîbyayê bû. Van grûbên bi ser CŞ, daxwaza Tirkîyeyê a leşkeran red kiribûn. Lîveyên Hamza û Silêyman Şah, du grûbên ku bi îstîhbarata tirkan re di têkilîyek germ de bûn. Bi van hewlên xwe dewleta tirkan xwest van grûban seza bike, ku herêmê carek din bikaribe li gor daxwazên xwe dîzayîn bike.
Tirkîyeyê, di herêmê de hin ji bona rantê, hêzên van herêman bera hev dide û hin jî bi vê metodê wan bi xwe ve girê dide û xwedî dike, ji bona berjewendîyên xwe bikar tîne û berdide pêsîra kurdan.
Di 02.11.2022 an Tirkîyeyê li Entabê bi van grûban re civînek li darxistîye. Beşek ji serkirdeyên van grûbên nerazî, beşdarî civînê nebûne. Hinekan jî protesto kirine.
Tirkîyeyê di vê civînê de „ji nûve dîzaynkirina herêmê“, xwestinên xwe anîye ziman û rê nedaye ku berpirsên van grûbên, yên ku beşdarî civînê bûne bipeyivin jî. Vê rewşê jî nerazîbûnek mezin li henber Tirkîyeyê dexistîye holê.
Tam di virde ezê têkilîya bombeya ku li Stenbolê hat teqandin, metirsîya rayedarên dewleta tirk û rewşa van grûban bînim bîra we.
Dewleta Tirk, wek her carê teqandin xist stûyê kurdan û xwest ku di raya navxweyî de, ji bona xwe bikar bîne. Rastî, ji raya giştî û ji raya navxweyî hat veşartin. Sebeba vê, têkilîyên dewleta tirk yên biqirêj, ku bi van hêzên terorê re dimeşîne, ku ji dewleta tirk re metirsîyekê derdixe holê. Ev metirsî jî divê bêt veşartin, ku rewşa „Hûn van hêzên terorê xwedî dikin, dikin ku li Tirkîyeyê bicîh bibin û bibin bombeyên xwekuj û di pêsîra me de biteqin.“(!)
Ji ber veşartina van rastîyan, rayedarên dewleta tirkan ketin rewşek xerab. Xwestin xwe bi derewan veşêrin, lê rastî êdî nayê veşartin. Jinek reben ku bi uzur derxistin, destê wê kelepçe kirin û gotin „va me kujer girt û ev kujera han jî kurd e.“ Ji raha giştî vedişêrin ku kujer û xwedîyên biryara teqînê li kêleka wan rûniştîne.
16.11.2022
Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.