Di Herêmê de Gavên Dîplomatîk!

Piştî teqîna Beyrûdê, ku karesatek mezin bi xwe re anî, ji bona gelên Lubnan, Fransa di astek bilind de; Serokkomarê Fransa Emmanuel Macron, du caran Paytextê Lubnan-Beyrûd zîyaret kir. Piştgirîya xwe ji bona gelên Lubnan dîyar kir.

Şeyhmus Ozzengîn

04.09.2020, Cum | 14:09

Di Herêmê de Gavên Dîplomatîk!
Nêrîn Belav bike

Serokkomarê Tirkîye Tayîp Erdoğan ji van serdanên Fransa, ji bo Lubnanê xwe aciz kir û ev serdanên Serokkomarê Fransa Emmanuel Macron wek “gavên kolonyalîstî”(!) binav kir.

Di vê mijarê de, li ser gotina Serokkomarê Tirkîye, rojnamevanekî ji Serokkomarê Fransa Emmanuel Macron Pirsî; “Tirkîye dibêje ev gavên Fransa karên kolonyalîstî ne, hûn çi dibêjin?”

Bersîva Serokkomarê Fransa Emmanuel Macron pir zelal bû;

“Ev gelekî asan e, dema Tirkiyê Sûriye dagîr kir daku şerê Kurd bike û êdî êrîşî bakurê Sûriyê kir bêyî razîbûna xelkê Sûriyê, bêyî razîbûna hikûmeta Sûriyê, eve ew tişt e ku jê re dibêjin destêwerdan. Lewra rêzdar Erdogan van tiştan baş dizane. Erdogan bi xwe baş ji wan tiştan fam dike, tişta em dikin hevkarî ye, lê tişta ew li Sûriyê dike û şerê Kurd dike, ew destêwerdan e, ne tiştê ku Fransa dike.”

Emmanuel Macron, piştî serdana xwe ya bo paytextê Lubnanê, bajarê Beyrûdê, gihişte Iraqê û ligel sê serokatiyên Iraqê û Serokê Herêma Kurdistanê û aliyên din yên siyasî civiya.

Serokkomarê Fransa Emmanuel Macron, di van danûstendinan de jî mesajek vekirî ji Tirkîye û Îran re birê kir û ev herdû dewlet wek berpirsîyarên destwerdanên nav İraqê îşaret kir. Serokkomarê Fransa E. Macron dîyar kir ku; “Di van salên dawî de Îran û Tirkîye zerarên pir mezin dan İraq”

Dema ku Serokkomarê Fransa li paytextê İraq di hevdîtinan de bû; Cîgirê Serokomarê Îranê, Mihemed Baqir Nobext daxuyanîyek da. Nobext, di ragihandina xwe de eşkere kir ku; „dorpêçên Amerîka yên li ser Îranê vê carê gelek dijwar in û Amerîka rê nade Îran yek dilopa neftê jî bifroşe.“

Ji terefê stratejîstan de ev serdana Serokkomarê Fransa Emmanuel Macron wek; Fransa hewl dide Rojhilata Navîn rêk bixe, destpêka plana wî jî bi Lubnan û Iraqê bû.“(!)

Ji hêlek din ve, hinek rayedarên İraq jî piştî hevdîtinan eşkere kirin ku; “İraq dixwaze di herêmê de têkilîyên ewlekarî û leşkerî bi Fransa re geş bike.”(!)

Bi raya min Fransa dixwaze di rêkxistin û damezirandina Iraq û Rojhilata Navîn de roleke wê ya sereke hebe. Piştî teqîna Beyrûdê, nakokîyên di Rojhilata Derya Spî; Dan û stendinên Fransa di herêma Rohilata Naverast de derxist astek nû û têkilîyên dîplomatîk, destpêka qonaxeke nû ye li Iraq û herêmê ku derdikevin ber me. Eşkereye ku, Tirkîye ji van hewlên nû yên Fransa pir aciz bûye û ev jî dibe sebebê geşbûna nakîyên di navbera Tirkîye û Fransa de.

Di virde pirs ewe ku; gelo wê Kurd ji van nakokîyan çi derbasî qonaxek nû bikin ji bona xebatên xwe yên dîplomatîkî?

Piştî dan û stendinên Serokkomarê Fransa E. Macron, bi rayedarên İraq û Serokê Herêma Kurdistan Nêçîrvan Barzanî re; Serokê Herêma Kurdistan Nêçîrvan Barzanî, bi şandek re serdana Tirkîye kir û bi Serokkomarê Tirkîye û rayedarên wan re hevdîtinek dîplomatîk meşand.

Şanda li gel Serokê Herêma Kurdistanê ji Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê, Fewzî Herîrî, Rêveberê Ofîsa Serokê Herêma Kurdistanê Kerîm Şingalî, Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Herêma Kurdistanê, Sefîn Dizeyî û Şêwirmendê Bilind ê Serokê Herêma Kurdistanê Felah Mistefa pêk tê.

Di ajenda Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û şanda cenabê wî de çi heye, ev ne dîyare. Lê li gor texmînan; mijar yek jê naveroka di navbera Serokkomarê Fransa E. Macron û Nêçîrvan Barzanî de ye ku, mesaja Fransa bibe ji Tirkîye re. Ev jî eşkere dike ku, rolê Herêma Kurdistanê û Serokê Herêma Kurdistanê di pirsgirêkên herêmî de sereke ne û di têkilîyan de xwedî giranîyek mezine.

Mijarek jî êrîşên Tirkîye ser herêma Kurdistanê ye. Di virde jî Herêma Kurdistanê çendîn caran Tirkîye hişyar kiribû, ku hurmetê ji serwerîya axa Herêma Kurdistanê re bigire û êrîşên xwe rawestîne. Li ser eynî mijarê İraq jî daxwaza xwe ji Tirkîye re dîyar kiribû. Lê heta niha Tirkîye êrîşên xwe nedane rawestandin!

Gelo ev hewldan û nakokîyên ku, dem dem geş dibin, îşareta hewlên nû ne ji bo herêmê an na? Emê bi hev re bişopînin..

04.09.2020

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.

2228 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:09:11

Şeyhmus Ozzengîn

Nivîsên Dawî a Nivîskar

Dîrok û Sebebên Wendakirina Berxwedanên Kurdistanê II Dîrok û Sebebên wendakirina Berxwedanên Kurdistanê! Abdullah Kiran û Kurdperwerî! Mirwet! Di bin baskê dijminan de Kurdistan nayê parastin! Dadgeha Federal A İraqê Ne Destûrî ye! Hunermend, Şêwekar û Pêkersaz, Sîyabend Kaya! Divêtîya Herêma Kurdistanê bi Neştergerîyekê Heye! Bingeha Mirovatîyê Xîret e! Li Bakurê Kurdistanê Kurdî ketîye bin bandora wendabûnê! Kê Devê Leyla Zana Band Kir û Dîsa Banda wê vekir? Van rojan li ser kurdên bakurê Kurdistanê çi Dibe? Armanca Îranê, derxistina hêzên Emerîka ji herêmê ye! Dîktatorîya Îslamî û mirovatî! Panorama 2023 Dijminatîya Nemir Şêx Seîd, Dijminatîya Kurd û Kurdistanê ye Nemir Bahattîn Onen bibîr tîn im! HudaPar û HAMAS, Hizbullah! Senatorê Fransî Rémi Féraud û Rewşa Kurdistanê! Rastîya Cihûyan û sebeba dijminatîya Cihûyan! Yên Ku Rahêjin Agir Wê Destê Wan Bişewite! Rûpelek ji Dîrokê (VII) Xîyaneta 16.10.2017 an! Rûpelek Ji Dîrokê (VI) Rojên piştî Referandûmê! Rûpelek Ji Dîrokê (V) Roja referandûmê û encam! Rûpelek Ji Dîrokê (IV) Rûpelek ji Dîrokê (III) Rûpelek Ji Dîrokê (II) Biryara referandûmê! Rûpelek ji Dîrokê Rêbaza Doza Kurdistanê! Rojavayê Kurdistanê Çima Wenda Kir? Rojavayê Kurdistanê û PKK! Ma Ne Bess e? Kî Berpirsîyarêi Rewşa Şingalê ne? Hûn Nikarin Bi Herîyê Ro Yê Veşêrin! Tirkîyeyîbûn û Tirkbûn! Tirkîye, Sûrîye û Pêvajokek Nû. Muzeya Netewî a Kurdistanê û Hunermend! Birek û Dar! Erdhej û dewleta tirkan! Zarokên Kurd Başûrê Kurdistanê û Sîstema Dewletê! D A N A S Î N! J e n o s î d! Yekitîya Kurdên Êzdî gavek pîroz e! Panorama 2022 Gerîneka Sûrîyê û Rewşa Kurdan! Tirkîye Çima Ewqes Wêrek Tevdigere? Berpirsê teqînê li kêleka we rûniştî ne! Rewşa Dîyaspora Kurd li Ewrûpa! Îran qesabxaneya ciwanên çalakvanan e! Dîktatorîya îslamî û şensê xwepêşanderan li Îran! Jîna Emînî û Îran! Êlûn û Referandûm. Nabe Ku Kurd Bibin Qurbana Bê Îstîgrarîya İraqê! Dêr a Zehferanê Li İraqê Çi dibe? Kurd nebûne aktor, yên jibîrkirinê ne! Dilovanekî Kurd; Abit Gurses Çareserîya qeyranan li Kurdistanê ye, ne li İraqê! Finlandîya-Swêd û PKK! Çend Gotin Li Ser Rojeva Kurdistanê! Kurdistan û Bîra Kurd! Neo Nazîzm û Neo Stalinîzm! Rûsîya û Meramên Dîktatorî! Civîna Munchenê (MSC) û Rêveberên Kurdistanê! Dadgeha Federal û Herêma Kurdistanê! Lepên Tarî Qedexekirina dengê piralî, dîktatorî ye! Bajarê Hesekê, Zîndana Sînaî û DAÎŞ! Rewşenbîrîya Kurdan û PKK! Panorama sala 2021ê! Ji bona Kurdên Revenda Kurdistanê! Kurdistan! Bêdengîyek metirsîdar! Li Rojhilata Naverast Çawa Dawî bi Terorê tê? Têkilîyên PKK û Sûrîyê stratejîk in! Ahmet Guneştekin! Dewletek federal a İraq Mumkûn e? Modela İraq, Kurd û hilbijartin! Aqlê Dewletê û Pirsa Kurdistanê! Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron! Kurdistan û Efxanîstan! Afganistan û metodên Emerîka! Dewlet,Tirkîzm û Barbarîzm! Di têkoşîna rizgarîya netewî de rêyên Pêşengîyê: Gelo me Kurdan di ku de xeletî kir ku em rehet nikarin civata xwe bihon in? ENKSê Rê Da Ku Îradeya Kurdên Roava Binpê bibe! Mîrata Mam Celal û Şerrê Pismaman! Sebebê Boranên Nav YNK, Xîyaneta 2017 a ye! Miletperwerî, Niştimanperwerî û Emîn Îsa! TEV-DEM, Rewşenbîrî û kurdayetî! Serkirdeyên PKK û Kurdkujî! Çepitîya tirkan, dijminatîya doza Kurdistanê ye! Partîhezî û Neteweperperwerî! Riza T.Hulmanî -AGAHÎ! S.Demirtaş û „Xeta Sêyemîn“! BEXDA! Dr.Husên Duzen û mijarek civakî! DAXUYANÎ! Li ser medya Kurd, çapemenî û Mafê Nivîskaran! Danasîna Romanek Bîyografîk: ''Me Kilîda Çîyê Wenda kir!'' Ji xaka Kurdistanê Papa çi mesaj dan cîhanê? Ji Raya Giştî re Êrîşkarên ser Herêma Kurdistanê hêza xwe ji ku digirin? Li Roavayê Kurdistanê kî bi denkleman dilîze? Emerîka û Pirsgirêkên Rojhilata Naverast! Îran, Tehdîdek Mezine li ser Herêma Kurdistanê! „Pêvajoka Aşitîyê“ û Doza Kurdistanê! PANOREMA 2020 Fabel û Riza Topalê Hulmanî! Riza Topalê Hulmanî- DANASÎN! GELÎYÊ ZÎLAN! Nîjadperestîya Ereban û Mistefa Kazimî! Pirsa Kurdistan û Prof. Dr. Michael Gunter! Kurdistan û Dr. Peter Galbraith! „Serxwebûna Kurdistanê, ji bo Kurdistan û ji bo Iraqê jî baştir e.“ Joe Biden û Kurd! John Bolton û Pêvîstîya Gavên Dîplomasîyê! Nabe ku em carek din dijminên xwe biceribînin! Peymana stratejî ya li gel Iraqa yekgirtî! Heftanîn Pêsîra Kurdistanê ye! Tifaqek Kurdî, lê bê Ala Kurdistanê! Divê Kurd li ser axa xwe îradeya xwe bikar bînin! Başûrê Kurdistanê carek din rû bi rûyî dorpêçê ye! Rolekî Mezin dikeve ser milê Emerîka! Kurd li Rojavayê Kurdistan bê vîzyon in! 'Peymana Sedsale‘a Rojhilata naverast! Mazlûm Kobanî û lihevkirina Rojavayê Kurdistan! Îran Dijminekî Kone Ye! Li Rojhilata Naverast Pozîsyon Têt Guhertin! Divê Em Rewşa Qeyranên İraqê Baş Bixwînin. YNK Ne Kongre, Lê Şanoyek Lidarxist! PANORAMA 2019 an! Pirsgirêkên YNK û Kongre! Li Çarhawêrê Kurdistan Agir Dibare! Emerîka Piştgirê Guhertina Demografîya Kurdistan e! Wê dahatên neftê ji kurdan re bin Denklem Tên Guhertin! Divê Kurd Çi bikin? Ewrên Reş û Rojavayê Kurdistan Rewşa Rojavayê Kurdistan Metirsîdar e! Li Sûrîye Guhertin û Denklem! Hafiza Kurdan Divê jibîr ne ke! Kole û Efendî! Denklema Stratejîya Emerîka û Kurd! Hunermend -Arif Sevinç Hunermendê Mozayîkê, Îman Hisên Kurdistan û Kedkarên Berhemên Milî! Mîrê Hêkan (Cemal Ebdo) Li Derdorê Girava Kibris Pêşî li tirkan Têt Girtin! Şûjin Biranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayek Jin Beşa II. 'Yekîneya Bikêşe!' Bîranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayeke Jin!
x