Gerîneka Sûrîyê û Rewşa Kurdan!

Pîlana ku li Efrînê, bi lihevhatina Rûsîya, Tirkîyê, Îran û Sûrîyê li ser kurdan û xaka kurdan bicîh bû, niha dixwazin li Hesekê û Qamîşlo jî bicîh bikin.

Şeyhmus Ozzengîn

16.12.2022, Cum | 16:19

Gerîneka Sûrîyê û Rewşa Kurdan!
Nêrîn Belav bike

Tifaqa bi serkêşîya Rûsîya, di navbera Îran, Tirkîyê û Sûrîyê de, li ser bingeha dijminatîya kurdan hatîye avakirin. Ji ber ku pirsa Kurd û Kurdistanê van hersê dewletên dagirkar eleqeder dike, sîyaseta wan a hevpar jî li ser vê bingehê dimeşe.

Tirkîyê, di dan û stendin û hevdîtinên bi Rûsîya re vê kartê ji bona başkirina têkilîyê Tirkîyê û Sûrîyeyê jî dixe dewrê. Zorîyê dide Rûsîya û di guhê Pûtîn de dibêje; „ji dêlva ev herêm di destê kurdan de bimîne, rê bide ez radestî Esad bikim, ku navbera me jî berbi başîyê de here!“

Yânî Tirkîyê, bi destê Rûsan li ser kurdan şideta xwe zêde dike, ku Kurd bi carekê de xwe bavêjin hinbêza Rejîmê. Ev jî daxwaza tirkîyê ye û Rûsîya ji serê de erênîyê dide vê projê.

Efrîn, yek ji gavên vî pîlanî bû ku Rûsîya, di rojekê de herêma Efrîn terk kir, saha hawayî ji balafirên tirkan re vekir û rê da ku Tirkîyê van deveran bombe bike û dagirbike. Hêzên rejîma Sûrîyê jî anî li ser xetekê ji İdlib, Minbiç, El Rıfat, Helebê û heta Kobanê bicîh kir. Di van deveran de, hêzên HSD/YPG û rejîma Sûrîyê anî cem hev û wek Qamîşlo û Hesekê bingehek kontrola Rejîmê ava kir û pîlanên entegrekirina hêzên kurdan bi hêzên rejîma Sîrîyê re destpê kir.

Bêdengîya Emerîka a li henber gef û kirinên Tirkîyê li ser xaka kurdan jî, di navbera Rûsîya û Emerîka de lihevhatinek cîhtengkirin û sînokirina kurdan bi xwe ye. Her çiqa Emerîka li henber dagirkarîya Tirkîyêyê, zimanekî dîplomatîk bi kar tîne û bi sebeba DAÎŞ li henber dagirkarîya Tirkîyê derdikeve jî, di eslê xwe de Emerîka naxwaze bi Tirkîyê re rû bi rû bibe. Ji ber ku di parastina statûkoya herêmê de Emerîka tirkîyê, hîn wek hevalbend û aktorekî herêmê dibîne û vê jî hîmaye dike.

Pîlana ku li Efrînê, bi lihevhatina Rûsîya, Tirkîyê, Îran û Sûrîyê li ser kurdan û xaka kurdan bicîh bû, niha dixwazin li Hesekê û Qamîşlo jî bicîh bikin.

Lê wexta ku em li sîyaseta rêveberên kurdan yên ser sahê dinêrin, em dibînin ku di bin ruhekî taşeronî de ne. Ketine bin derûnîyek xerab û kerta wan ya herî mezin, dîyar dikin ku; „Tirkîyê operasyonek reşayî destpê bike, emê jî herin cem rejîmê û hêzên xwe û rejîmê bikin yek.“(!) Lê hizir nakin ku di virde ev daxwaz jî daxwaza tirkan, Ereban û farisa bi xwe ye. Tirkîyê bi şîveyek eşkere, li seranserê herêma başûrê Rojhilatê Kurdistanê dixwaze pêşî li kurdan bigire û rê veke ku hêzên rejîmê werin, li van deveran bicîh bibe. Hin Rûsîya, hin Îran û hin jî rejîm bi erênî vê projê destek dikin. Entegrekirina hêzên çekdar yên kurdan, bi hêzên rejîmê re jî kareke ku dikeve ser milê Rûsîya û PKK! Kurd jî bi vê sîyaseta xwe a taşeronî, „ku zorî li me were, emê têkevin nav hêzên rejîmê“, xerakirina mala Kurdan dipejirînin.

Rûsîya, Îranê, Tirkîyê û Sûrîyê, li ser kurdan pîlanên ku bi hev re dimeşînin, li ser daxwaza pêşîlêgirtina kurdan dîzaîn dibe. Kurd jî her ji mafên xwe, ji xwestinên xwe tawîza didin û bipaşde dikişin, cîh li wan teng dibe û tenê çareya xwe di „radestbûna hêzên rejîmê“ de vê, wek çareyekê qebûl dikin.

Emerîka jî di vir de ji kurdan nepiştraste û qenaeta Emerîka ewe ku bi piştgirîya kurdan demek dirêj wê nikaribe li ser xaka Sûrîyê bimîne! Ji ber wê jî ji tirkîyê re dengê xwe nake. Ev bêdengî jî di eslê xwe de tifaqa navbera Rûsîya û Emerîka a li ser rejîmê derdixe giftûgoyê.

Tirkîye, bi zimanekî zelal ji Emerîka re dibêje; „Divê hêzên PKK ji Menbiç, El Rifat û Kobanê derkevinvin. Hêzên Rejîmê li van deveran bicîh bibin. Eger ev daxwaza me neyê qebûlkirin, emê operasyona bejayî destpê bikin û emê vê projê bicîh bikin!“ Li henber van xwestienên Tirkîyê Emerîka çi kir? Ji kurdan xwest ku ji herêmê nêzî sînor dûr bikevin û li van herêman piranî hêzên ereban yên bi ser HSDê ve bicîh bikin. Ev jî bicîh kirina daxwaza tirkîyê bi xwe ye.

Ev pîlan li hesabê Rûsîya jî tê: Hedefa vî pîlanî li ser bingeha „zeîfkirina kurdan û bi hêzkirina hêzên rejîmê“ têt meşandin. PYD/YPG, HSD û PKK jî bi şîweyek germ li vî pîlanî dinêrin. Pîlan ji wan re wek pîlanê Rûsîya û Sûrîyê xuya dike. Lê di eslê xwe de hedefa vî pîlanî „ji nûve entegrekirina kurdan bi rejîma Sûrîyê re“ ye û ew jî di nav vî pîlanî de xuya dikin. Serokê HSD Mazlûm Ebdî, dema ku dibêje; „ji me re ti problem tineye ku em bibin beşek ji artêşa Sûrîyê“, qezda wî eve.

Heger Tirkîyê di proja xwe de biserbikeve, gava duyem jî normalkirina têkilîyên Sûrîyê û Tirkîyê destpê dike. Yanî rê ji van têkilîyên wan re vedibe. Heta niha ew têkilîyên ku ne fermî dimeşîyan, wê têkeve astek fermî. Ev jî, bidawîanîna çîroka „Şoreşa Rojava“ bi xwe ye.

Gelo sîyasetmedarên Kurdan, vê rastî çiqa dibînin û çawa şîrove dikin?

Ji hesab û pîlanên ser başûrê Rojavayê Kurdistanê, ji taşeronîya tevgera Kurd a ku li ser vî beşê Kurdistanê desthilatdare, çika hayedar in?

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.

2122 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:48:03

Şeyhmus Ozzengîn

Nivîsên Dawî a Nivîskar

Dîrok û Sebebên Wendakirina Berxwedanên Kurdistanê II Dîrok û Sebebên wendakirina Berxwedanên Kurdistanê! Abdullah Kiran û Kurdperwerî! Mirwet! Di bin baskê dijminan de Kurdistan nayê parastin! Dadgeha Federal A İraqê Ne Destûrî ye! Hunermend, Şêwekar û Pêkersaz, Sîyabend Kaya! Divêtîya Herêma Kurdistanê bi Neştergerîyekê Heye! Bingeha Mirovatîyê Xîret e! Li Bakurê Kurdistanê Kurdî ketîye bin bandora wendabûnê! Kê Devê Leyla Zana Band Kir û Dîsa Banda wê vekir? Van rojan li ser kurdên bakurê Kurdistanê çi Dibe? Armanca Îranê, derxistina hêzên Emerîka ji herêmê ye! Dîktatorîya Îslamî û mirovatî! Panorama 2023 Dijminatîya Nemir Şêx Seîd, Dijminatîya Kurd û Kurdistanê ye Nemir Bahattîn Onen bibîr tîn im! HudaPar û HAMAS, Hizbullah! Senatorê Fransî Rémi Féraud û Rewşa Kurdistanê! Rastîya Cihûyan û sebeba dijminatîya Cihûyan! Yên Ku Rahêjin Agir Wê Destê Wan Bişewite! Rûpelek ji Dîrokê (VII) Xîyaneta 16.10.2017 an! Rûpelek Ji Dîrokê (VI) Rojên piştî Referandûmê! Rûpelek Ji Dîrokê (V) Roja referandûmê û encam! Rûpelek Ji Dîrokê (IV) Rûpelek ji Dîrokê (III) Rûpelek Ji Dîrokê (II) Biryara referandûmê! Rûpelek ji Dîrokê Rêbaza Doza Kurdistanê! Rojavayê Kurdistanê Çima Wenda Kir? Rojavayê Kurdistanê û PKK! Ma Ne Bess e? Kî Berpirsîyarêi Rewşa Şingalê ne? Hûn Nikarin Bi Herîyê Ro Yê Veşêrin! Tirkîyeyîbûn û Tirkbûn! Tirkîye, Sûrîye û Pêvajokek Nû. Muzeya Netewî a Kurdistanê û Hunermend! Birek û Dar! Erdhej û dewleta tirkan! Zarokên Kurd Başûrê Kurdistanê û Sîstema Dewletê! D A N A S Î N! J e n o s î d! Yekitîya Kurdên Êzdî gavek pîroz e! Panorama 2022 Tirkîye Çima Ewqes Wêrek Tevdigere? Berpirsê teqînê li kêleka we rûniştî ne! Rewşa Dîyaspora Kurd li Ewrûpa! Îran qesabxaneya ciwanên çalakvanan e! Dîktatorîya îslamî û şensê xwepêşanderan li Îran! Jîna Emînî û Îran! Êlûn û Referandûm. Nabe Ku Kurd Bibin Qurbana Bê Îstîgrarîya İraqê! Dêr a Zehferanê Li İraqê Çi dibe? Kurd nebûne aktor, yên jibîrkirinê ne! Dilovanekî Kurd; Abit Gurses Çareserîya qeyranan li Kurdistanê ye, ne li İraqê! Finlandîya-Swêd û PKK! Çend Gotin Li Ser Rojeva Kurdistanê! Kurdistan û Bîra Kurd! Neo Nazîzm û Neo Stalinîzm! Rûsîya û Meramên Dîktatorî! Civîna Munchenê (MSC) û Rêveberên Kurdistanê! Dadgeha Federal û Herêma Kurdistanê! Lepên Tarî Qedexekirina dengê piralî, dîktatorî ye! Bajarê Hesekê, Zîndana Sînaî û DAÎŞ! Rewşenbîrîya Kurdan û PKK! Panorama sala 2021ê! Ji bona Kurdên Revenda Kurdistanê! Kurdistan! Bêdengîyek metirsîdar! Li Rojhilata Naverast Çawa Dawî bi Terorê tê? Têkilîyên PKK û Sûrîyê stratejîk in! Ahmet Guneştekin! Dewletek federal a İraq Mumkûn e? Modela İraq, Kurd û hilbijartin! Aqlê Dewletê û Pirsa Kurdistanê! Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron! Kurdistan û Efxanîstan! Afganistan û metodên Emerîka! Dewlet,Tirkîzm û Barbarîzm! Di têkoşîna rizgarîya netewî de rêyên Pêşengîyê: Gelo me Kurdan di ku de xeletî kir ku em rehet nikarin civata xwe bihon in? ENKSê Rê Da Ku Îradeya Kurdên Roava Binpê bibe! Mîrata Mam Celal û Şerrê Pismaman! Sebebê Boranên Nav YNK, Xîyaneta 2017 a ye! Miletperwerî, Niştimanperwerî û Emîn Îsa! TEV-DEM, Rewşenbîrî û kurdayetî! Serkirdeyên PKK û Kurdkujî! Çepitîya tirkan, dijminatîya doza Kurdistanê ye! Partîhezî û Neteweperperwerî! Riza T.Hulmanî -AGAHÎ! S.Demirtaş û „Xeta Sêyemîn“! BEXDA! Dr.Husên Duzen û mijarek civakî! DAXUYANÎ! Li ser medya Kurd, çapemenî û Mafê Nivîskaran! Danasîna Romanek Bîyografîk: ''Me Kilîda Çîyê Wenda kir!'' Ji xaka Kurdistanê Papa çi mesaj dan cîhanê? Ji Raya Giştî re Êrîşkarên ser Herêma Kurdistanê hêza xwe ji ku digirin? Li Roavayê Kurdistanê kî bi denkleman dilîze? Emerîka û Pirsgirêkên Rojhilata Naverast! Îran, Tehdîdek Mezine li ser Herêma Kurdistanê! „Pêvajoka Aşitîyê“ û Doza Kurdistanê! PANOREMA 2020 Fabel û Riza Topalê Hulmanî! Riza Topalê Hulmanî- DANASÎN! GELÎYÊ ZÎLAN! Nîjadperestîya Ereban û Mistefa Kazimî! Di Herêmê de Gavên Dîplomatîk! Pirsa Kurdistan û Prof. Dr. Michael Gunter! Kurdistan û Dr. Peter Galbraith! „Serxwebûna Kurdistanê, ji bo Kurdistan û ji bo Iraqê jî baştir e.“ Joe Biden û Kurd! John Bolton û Pêvîstîya Gavên Dîplomasîyê! Nabe ku em carek din dijminên xwe biceribînin! Peymana stratejî ya li gel Iraqa yekgirtî! Heftanîn Pêsîra Kurdistanê ye! Tifaqek Kurdî, lê bê Ala Kurdistanê! Divê Kurd li ser axa xwe îradeya xwe bikar bînin! Başûrê Kurdistanê carek din rû bi rûyî dorpêçê ye! Rolekî Mezin dikeve ser milê Emerîka! Kurd li Rojavayê Kurdistan bê vîzyon in! 'Peymana Sedsale‘a Rojhilata naverast! Mazlûm Kobanî û lihevkirina Rojavayê Kurdistan! Îran Dijminekî Kone Ye! Li Rojhilata Naverast Pozîsyon Têt Guhertin! Divê Em Rewşa Qeyranên İraqê Baş Bixwînin. YNK Ne Kongre, Lê Şanoyek Lidarxist! PANORAMA 2019 an! Pirsgirêkên YNK û Kongre! Li Çarhawêrê Kurdistan Agir Dibare! Emerîka Piştgirê Guhertina Demografîya Kurdistan e! Wê dahatên neftê ji kurdan re bin Denklem Tên Guhertin! Divê Kurd Çi bikin? Ewrên Reş û Rojavayê Kurdistan Rewşa Rojavayê Kurdistan Metirsîdar e! Li Sûrîye Guhertin û Denklem! Hafiza Kurdan Divê jibîr ne ke! Kole û Efendî! Denklema Stratejîya Emerîka û Kurd! Hunermend -Arif Sevinç Hunermendê Mozayîkê, Îman Hisên Kurdistan û Kedkarên Berhemên Milî! Mîrê Hêkan (Cemal Ebdo) Li Derdorê Girava Kibris Pêşî li tirkan Têt Girtin! Şûjin Biranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayek Jin Beşa II. 'Yekîneya Bikêşe!' Bîranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayeke Jin!
x