Hunermend, Şêwekar û Pêkersaz, Sîyabend Kaya!

Hunerê S. Kaya, bedewî, xof, şer, melodîya Evdalê Zeynikê û awaza Serhedê ye. Bi rengan re, bi pêkeran re derdikeve ber me. Carnan dibe hespên destana “Mem û Zîn”ê, carnan dibe “Ker û Kulik”, carnan dibe “Derwêşê Evdî”, carnan dibe “Borê Boz”ê.

Şeyhmus Ozzengîn

05.03.2024, Sal | 12:23

Hunermend, Şêwekar û Pêkersaz, Sîyabend Kaya!
Nêrîn Belav bike

Di jîyana min de ti wêneyan, wek wêneya Çîyayî Araratê bandor û xof li ser min çênekirî ye.

Wek dengbêjê navdar ku di kilamek xwe de dibêje;

“Evdalê hemû çîya digotin çîya ne!”

Eve ferqa Ararat ji çîyayên din e.

Guher, star û berqefên çîyayê Ararat, warên koçer û êlên zozanîyan e. Lê serê Ararat, cîhê şerê xwedayên baş û xerabin. Li serê kumka Ararat, bi bah û bahozan qîyamet radibe. Şirqîna şûr û medtalan e. Wek ku hayê koçer û êlên koçerên Kurdistanê ji vî şerî tineye, jîyanek xwezayî didome. Ev Ararat e. Hin diqîre, hin digirî û hin jî sembol û hêvîya miletekî ye. Hin li serserê wî şere û hin jî pêsîra xwe ji jîyana kurdewarî re vekirîye.

Ev Ararat e.

Şêwekar û Pêkersazê me Sîyabend Kaya, di pêsîra xwezaya Araratê de, ji vê qîrîn, girî û hêvîyê afirîye. Bûye reng, ceng û dengên ser Araratê.

Sîyabend Kaya, ji bandora Araratê, ji dengê melodî, şirqîna şûrên xwedayên pak û nepak, ji kumka Araratê gindirîye jêr û ketîye nav êlên koçerên Araratê. Bûye berxê salê. Bi tilî û pêçên xwe, bi perçên reşkên şewatê, li ser axê, li ser tahtan dest bi hunerê xwe kirîye.

Hunerê S. Kaya, bedewî, xof, şer, melodîya Evdalê Zeynikê û awaza Serhedê ye. Bi rengan re, bi pêkeran re derdikeve ber me. Carnan dibe hespên destana “Mem û Zîn”ê, carnan dibe “Ker û Kulik”, carnan dibe “Derwêşê Evdî”, carnan dibe “Borê Boz”ê.

Xezîneya şêwekarî û Pêkersazîya S. Kaya, hesp, reng, destan û qahremanên çanda Kurdistanê, berxwedan û zozanên Kurdistanê ne. Qahremanên destan, çîrok û kilamên şevbihêrkên zivistanên Serhedê, îlham dane şêwekar, ku di serê xwe de nexşandîye û yek biyek derbasî ser tabloyê kirîye. Pêkerên qahremanên xwe, bi brons, bi herîyê, dinav destên xwe de sitraye û kirîye pêker.

S. Kaya, di nava civatek ku şêwekarî tiştekî qedexe û eyb de mezin bûye. Lê wî guh nedaye wan. Her ji herîyê pêker saz kirîye û êvarê dema vegerîyaye malê jî sîle xwarîye. Lê ew wek fêrisekî Serhedî, bûye zimanê jîyana Serhedê û bi hunerê xwe, xwe bihêz kirîye. Bûye mînakek ji berxwedana jîyana kurdewarî. Em îro minetdarê wê wêrektîya şêwekarin, ku sînga xwe daye ber bayê Araratê û ezîzîya xwe bi şêwekarî û pêkersazîya xwe, dîyarîyî çanda Kurd û Kurdistanê kirîye.

S. Kaya, di sala 1952 an de li gundekî nêzî Araratê hatîye dinê. Roja ku Sîyabend tê dinê, mihîna bapîrê wî jî cahnîyekê tîne dinê. Bapîrê S. Kaya, wê cahnîyê dîyarî Sîyabendê piçûk dike. Navê cahnîyê jî dikin Şêyê. Sîyabend û Şêyê ya xwe bi hev re mezin dibin. Bi vê mezinbûnê re hezkirina S. Kaya û hespan jî destpê dike. Ji ber wê jî, hêlek S. Kaya, di hunerê wî de, bi hespan û bi hespên qahremanên destan û çîrokên kurdan re tekûz dibe.

Hunermendê şêwekarî û Pêykersazîyê S. Kaya, azadîya terfên hespên li zozanên Serhedê, di hunerê xwe de bijarde bikaranî ye. S. Kaya, Bi rengên xurt, bibandor yên Kurdistanê, bi folklor û muzîka zozanên Kurdistanê yên bi awaz, reng û hespan re, her çavê wî li çîyayê Ararat, bi rengên xeyirî û ahenga xwezaya hunerê xwe re, bi şêwekarî derdikeve ber me.

Di hunerê S. Kaya de, natûralîzmek xurt, bidandor û xwedî armanc derdikeve ber me.

Di wêneyên xwe de, her xwestîye ku ew xwezaya rengan, aheng û natûralîzma axa welatê wî bijî. Ji ber wê jî biberpirsîyarîyek gewre, çi dîtîye xwestîye binexşîne û zînde bihêle ji mirovahîyê re, ji dîrokê re. Hêla mezinaya şêwekarîya hunermend ji vir tê. S. Kaya, dengbêjê dema me ya rengan, xwezaya Kurdistanê û hespên kihêl yên atolya xwe ye. Bi hunerê xwe, bûye zimanê xwezaya Kurdistanê û di nav rengan de, di boranên kumka Araratê de naturalîzmê, bi awaza Evdalê Zeynikê carek din zînde dike.

Ji S. Kaya re hesp, sembola azadîyê ye. S. Kaya, bi vê sembolê re dibe hespên qahremanên destanên Kurdan, wek “Baro, Bêcank” û “Firyar” û dibe hespê “Ereb” yê sembola serhildana şoreşa serokê Nemir M. Mustefa Barzanî û bi şêwekarîya xwe re derdikeve ber me. Çendîn dîskîsyonên serkêşê serhildan û şerê azadîya Kurdistanê, nemir M. Mustefa Barzanî amade kirîye. Li hêvîya piştgirîyekê ye, ku van dîskîsyonan li ser axa Kurdistanê ava bike.

Piştgirê herî mezin, hevparê jîyana vî hunermendê hêja xanima wî a Swêdî Êva ye. Êva, ev nêzî sîhsalîye hem şirîkê jîyana hunermend û şêwekarê me û hin jî hevparê kul û derdên pêkersazê me ye.

Şêwekar û pêkersaz S. Kaya, di 1983 an de koçberî Swêd bûye. Bi hesret û axîna welatê xwe li Surgûnê jîyanek hunermendî ava kirîye. Ji Kurdistanê, gul, nebat û darên fêkîyan anîye û li bexçê mala xwe çandîye û ji xwe re zozanekî piçûk di mala xwe de ava kirîya. Mala wî hin atolye ya afirandina hunerê wî ye, hin muzeya hunerê wî ye, hin wek odeyek ji ya gundekî zozanê Kurdistanê a şevbihêrka dengbêjan û destanan û hin jî stara wî ye. Hin jî cîhê hesret û axîna Kurdistanê ye.

Çand û hunerê kurdewarî, bi destê hunermend, nivîskar û şêwekarên Kurd bipêş dikeve. Mixabin Kurd qîmetê nadin van êşkêş û afirînerên çanda xwe. Kurdan nivîskar û hunermendên xwe tenê, dinav tinebûnek mezin de hiştine. Dewlemend û karsazên Kurdistanê, yên millî ji vê berpirsîyarîyê dûrin û rojek li derîyê van hêjayîyên xwe naxin û nabin piştgirê nivîskar, hunermend û şêwekarên xwe. Kirîna pirtûkek, tabloyek vanparêzgerên çanda kurdewarî; parastina hêjayîya miletê Kurd e. Derfeta bidestxistina çêkirina pirtûkek, an jî tabloyek nû ye. Gelo çend Kurdan ev berpirsîyarî ji xwe re li gor îmkanên xwe, kirine kar?

Kurte jîyana Hunermend:

Sîyabend Kaya, di Nîsan a sala 1952 an de li gundê Qeresêxê hatîye dinê. Dibistana serete li gund û Bazîdê kuta kirîye. Piştî ku li Bazîdê dibistana navîn jî diqedîne, derbasî Qerekilîsê dibe û li wir lîse di sala 1969 an de kuta dike.

Sîyabend Kaya, wek her xwendevanekî demê bi pirsgirêka Kurd û Kurdistanê ve eleqeder bûye û ketîye nav refên têkoşînê.

Di sala 1971 an de li Stenbolê dest bi Akademîya Hunerên Bedewî dike.

Piştî qedandina Akademîya Hunerên Bedewî, ji Stenbolê vedigere cîh û warê xwe Agirê. Li wir bi hevalên xwe yên têkildar re beşdarî kar û xebatên civakî dibe.

Di sala 1980î de ji ber karû xebatên civakî-şoreşgerî, têt girtin û heta 1983 an di zîndana Erzûromê de girtî dimîne.

Di sala 1983 an de ji zîndanê azad dibe û di eynî salê de derdikeve dervê welat û li Swêdê bicîh dibe. Li Swêdê bingeha xebatên xwe yên hunerî ava dike û dest bi hunerê xwe dike.

Şêwekarî û mamostetîya Sîyabend Kaya ji vir destpê dike. Nêzî çil salî bi hesreta welatê xwe û dost û merivên xwe li sirgûnê jîyanek derbas dike, bê ku here cîh û warên xwe yên ku lê çêbûye, lingê wî li keviran ketîye û xwe li ser berfê şemitandîye!

Sîyabend Kaya, niha li Swêdê dijî. Bikarê mamostetîyê debara xwe dike. Nêzî 30 sale bi Êva re zewicî ye. Rêhevala wî Êva, ji bona kar û xebatên wî yên şêwekarî piştgira wî, dosta wî û hevparê kul û derdên wî ye.

Sîyabend Kaya, heta niha îmza xwe avêtî binê 500 tablo û pêkeran. Pir projeyên wî yên ku li ser kardike û wê karbike heye.

\"\"

\"\"

\"\"

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.

1855 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:54:58

Şeyhmus Ozzengîn

Nivîsên Dawî a Nivîskar

Dîrok û Sebebên Wendakirina Berxwedanên Kurdistanê II Dîrok û Sebebên wendakirina Berxwedanên Kurdistanê! Abdullah Kiran û Kurdperwerî! Mirwet! Di bin baskê dijminan de Kurdistan nayê parastin! Dadgeha Federal A İraqê Ne Destûrî ye! Divêtîya Herêma Kurdistanê bi Neştergerîyekê Heye! Bingeha Mirovatîyê Xîret e! Li Bakurê Kurdistanê Kurdî ketîye bin bandora wendabûnê! Kê Devê Leyla Zana Band Kir û Dîsa Banda wê vekir? Van rojan li ser kurdên bakurê Kurdistanê çi Dibe? Armanca Îranê, derxistina hêzên Emerîka ji herêmê ye! Dîktatorîya Îslamî û mirovatî! Panorama 2023 Dijminatîya Nemir Şêx Seîd, Dijminatîya Kurd û Kurdistanê ye Nemir Bahattîn Onen bibîr tîn im! HudaPar û HAMAS, Hizbullah! Senatorê Fransî Rémi Féraud û Rewşa Kurdistanê! Rastîya Cihûyan û sebeba dijminatîya Cihûyan! Yên Ku Rahêjin Agir Wê Destê Wan Bişewite! Rûpelek ji Dîrokê (VII) Xîyaneta 16.10.2017 an! Rûpelek Ji Dîrokê (VI) Rojên piştî Referandûmê! Rûpelek Ji Dîrokê (V) Roja referandûmê û encam! Rûpelek Ji Dîrokê (IV) Rûpelek ji Dîrokê (III) Rûpelek Ji Dîrokê (II) Biryara referandûmê! Rûpelek ji Dîrokê Rêbaza Doza Kurdistanê! Rojavayê Kurdistanê Çima Wenda Kir? Rojavayê Kurdistanê û PKK! Ma Ne Bess e? Kî Berpirsîyarêi Rewşa Şingalê ne? Hûn Nikarin Bi Herîyê Ro Yê Veşêrin! Tirkîyeyîbûn û Tirkbûn! Tirkîye, Sûrîye û Pêvajokek Nû. Muzeya Netewî a Kurdistanê û Hunermend! Birek û Dar! Erdhej û dewleta tirkan! Zarokên Kurd Başûrê Kurdistanê û Sîstema Dewletê! D A N A S Î N! J e n o s î d! Yekitîya Kurdên Êzdî gavek pîroz e! Panorama 2022 Gerîneka Sûrîyê û Rewşa Kurdan! Tirkîye Çima Ewqes Wêrek Tevdigere? Berpirsê teqînê li kêleka we rûniştî ne! Rewşa Dîyaspora Kurd li Ewrûpa! Îran qesabxaneya ciwanên çalakvanan e! Dîktatorîya îslamî û şensê xwepêşanderan li Îran! Jîna Emînî û Îran! Êlûn û Referandûm. Nabe Ku Kurd Bibin Qurbana Bê Îstîgrarîya İraqê! Dêr a Zehferanê Li İraqê Çi dibe? Kurd nebûne aktor, yên jibîrkirinê ne! Dilovanekî Kurd; Abit Gurses Çareserîya qeyranan li Kurdistanê ye, ne li İraqê! Finlandîya-Swêd û PKK! Çend Gotin Li Ser Rojeva Kurdistanê! Kurdistan û Bîra Kurd! Neo Nazîzm û Neo Stalinîzm! Rûsîya û Meramên Dîktatorî! Civîna Munchenê (MSC) û Rêveberên Kurdistanê! Dadgeha Federal û Herêma Kurdistanê! Lepên Tarî Qedexekirina dengê piralî, dîktatorî ye! Bajarê Hesekê, Zîndana Sînaî û DAÎŞ! Rewşenbîrîya Kurdan û PKK! Panorama sala 2021ê! Ji bona Kurdên Revenda Kurdistanê! Kurdistan! Bêdengîyek metirsîdar! Li Rojhilata Naverast Çawa Dawî bi Terorê tê? Têkilîyên PKK û Sûrîyê stratejîk in! Ahmet Guneştekin! Dewletek federal a İraq Mumkûn e? Modela İraq, Kurd û hilbijartin! Aqlê Dewletê û Pirsa Kurdistanê! Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron! Kurdistan û Efxanîstan! Afganistan û metodên Emerîka! Dewlet,Tirkîzm û Barbarîzm! Di têkoşîna rizgarîya netewî de rêyên Pêşengîyê: Gelo me Kurdan di ku de xeletî kir ku em rehet nikarin civata xwe bihon in? ENKSê Rê Da Ku Îradeya Kurdên Roava Binpê bibe! Mîrata Mam Celal û Şerrê Pismaman! Sebebê Boranên Nav YNK, Xîyaneta 2017 a ye! Miletperwerî, Niştimanperwerî û Emîn Îsa! TEV-DEM, Rewşenbîrî û kurdayetî! Serkirdeyên PKK û Kurdkujî! Çepitîya tirkan, dijminatîya doza Kurdistanê ye! Partîhezî û Neteweperperwerî! Riza T.Hulmanî -AGAHÎ! S.Demirtaş û „Xeta Sêyemîn“! BEXDA! Dr.Husên Duzen û mijarek civakî! DAXUYANÎ! Li ser medya Kurd, çapemenî û Mafê Nivîskaran! Danasîna Romanek Bîyografîk: ''Me Kilîda Çîyê Wenda kir!'' Ji xaka Kurdistanê Papa çi mesaj dan cîhanê? Ji Raya Giştî re Êrîşkarên ser Herêma Kurdistanê hêza xwe ji ku digirin? Li Roavayê Kurdistanê kî bi denkleman dilîze? Emerîka û Pirsgirêkên Rojhilata Naverast! Îran, Tehdîdek Mezine li ser Herêma Kurdistanê! „Pêvajoka Aşitîyê“ û Doza Kurdistanê! PANOREMA 2020 Fabel û Riza Topalê Hulmanî! Riza Topalê Hulmanî- DANASÎN! GELÎYÊ ZÎLAN! Nîjadperestîya Ereban û Mistefa Kazimî! Di Herêmê de Gavên Dîplomatîk! Pirsa Kurdistan û Prof. Dr. Michael Gunter! Kurdistan û Dr. Peter Galbraith! „Serxwebûna Kurdistanê, ji bo Kurdistan û ji bo Iraqê jî baştir e.“ Joe Biden û Kurd! John Bolton û Pêvîstîya Gavên Dîplomasîyê! Nabe ku em carek din dijminên xwe biceribînin! Peymana stratejî ya li gel Iraqa yekgirtî! Heftanîn Pêsîra Kurdistanê ye! Tifaqek Kurdî, lê bê Ala Kurdistanê! Divê Kurd li ser axa xwe îradeya xwe bikar bînin! Başûrê Kurdistanê carek din rû bi rûyî dorpêçê ye! Rolekî Mezin dikeve ser milê Emerîka! Kurd li Rojavayê Kurdistan bê vîzyon in! 'Peymana Sedsale‘a Rojhilata naverast! Mazlûm Kobanî û lihevkirina Rojavayê Kurdistan! Îran Dijminekî Kone Ye! Li Rojhilata Naverast Pozîsyon Têt Guhertin! Divê Em Rewşa Qeyranên İraqê Baş Bixwînin. YNK Ne Kongre, Lê Şanoyek Lidarxist! PANORAMA 2019 an! Pirsgirêkên YNK û Kongre! Li Çarhawêrê Kurdistan Agir Dibare! Emerîka Piştgirê Guhertina Demografîya Kurdistan e! Wê dahatên neftê ji kurdan re bin Denklem Tên Guhertin! Divê Kurd Çi bikin? Ewrên Reş û Rojavayê Kurdistan Rewşa Rojavayê Kurdistan Metirsîdar e! Li Sûrîye Guhertin û Denklem! Hafiza Kurdan Divê jibîr ne ke! Kole û Efendî! Denklema Stratejîya Emerîka û Kurd! Hunermend -Arif Sevinç Hunermendê Mozayîkê, Îman Hisên Kurdistan û Kedkarên Berhemên Milî! Mîrê Hêkan (Cemal Ebdo) Li Derdorê Girava Kibris Pêşî li tirkan Têt Girtin! Şûjin Biranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayek Jin Beşa II. 'Yekîneya Bikêşe!' Bîranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayeke Jin!
x