Kurd nebûne aktor, yên jibîrkirinê ne!

''Wê Emerîka Rojhilata Navîn terk neke û rê nede ku Çîn, Îran û Rûsîya li Rojhilata navîn bicîh bibin û valahîya di Rojhilata Navîn de dagirin.“ Lê Emerîka jibîr dike ku hebûna Emerîka li Rojhilata Navîn bi saya serê kurdan bi xwe ye

Şeyhmus Ozzengîn

23.07.2022, Cts | 11:07

Kurd nebûne aktor, yên jibîrkirinê ne!
Nêrîn Belav bike

Serokê Emerîkayê Joe Biden di 21.07.2022 an bi serkirdeyên Îsraîlî re civînek çêkir. Di civînê de eşkere kir ku;

„wê Emerîka Rojhilata Navîn terk neke û rê nede ku Çîn, Îran û Rûsîya li Rojhilata navîn bicîh bibin û valahîya di Rojhilata Navîn de dagirin.“ Lê Emerîka jibîr dike ku hebûna Emerîka li Rojhilata Navîn bi saya serê kurdan bi xwe ye.

Serokê Emerîka J. Biden di axavtina xwe de bahsa peymana nû a hevbeş bi navê “Daxuyaniya Orşelîmê” jî kir û got:

“Ev peyman gelekî girîng e û sozekê dihewîne ku tu carî rê nede Îran bibe xwedî çeka nuleerî û dê rûbirûbûyî çalakî û gefên wê yên li ser Israîlê bibe.”

Wek ku em dizanin; di 20.07.2022an de, bi armanca ku hersê welat (Çîn, tirkîye, Rusîya, Îran) bi hev re valahîya Rohilata Naverast dagirin û di herêmê de ji Emerîka re bibin asteng, Lutkeyek li paytextê Îran/Tehranê lidar xistin. Lê derket holê ku di Lutkeyê de li ser sîyaseta saha Sûrîyê, di lehê tirkîyê de tiştek derneket holê û Tirkîye mecbûr kirin ku bi Esad re têkeve têkilîyê.

Vekirî ji Tirkîye re gotin; „ji Sûrîyê vekişin, Dev ji piştgirîya El Nusra, ku İdlibê destê xwe de digirire berdin û ji bona pirsa PYD û YPG bi Esed re bipeyiv.“

Tirkîye dîtira rojê li başûrê Kurdistanê bi topan êrîş anî ser seyrangehekê û 10 geştiyarên ereb qetil kir û 25 geştîyar jî birîndar.

Tirk li ser nirxên dijminane, bi hemû hêza xwe li herêmê dijminatîya kurdan dikin. Ev tiştekî dîyare. Kurd di sîyaseta xwe de, bi dostên xwe re bi zanistî divê li henber vê sîyaseta tirkan tevbigerin. Divê di meşandina vê sîyasetê de parastina berjiwehdîyan esas be, ne ku kurdan ji bona xwe bikar bînin!

Heta bûyera 21ê tirmeha 2022an, ku li devera Zaxo pêk hat, İraq, bi helwestek ciddî hin dagirkarîya Tirkîyê, ya li ser axa Başûrê Kurdistanê û hin jî êrîşên ser gund û gundikên başûrê Kurdistanê, qetilkirina sivîlan şermezar nekirîye. Vê carê Tirkîyê geştiyarên ereb kir hedefa xwe. Li ser vê êrîşê sîyasetmedarên İraq, serokwezîrê İraq û pir hêlên din nerazîbûnek mezin nîşandan. Li Başûrê Kurdistanê di hundurê 2 salan de bi êrîşên dewleta tirkan 138 kesên Kurd û sivîl canê xwe ji dest dane û 204 kes jî birîndar bûne. Ji van cangorîyan 129 kes Kurd in. Ji birîndaran jî 179 kes Kurd in. Lê İraq tenê ji bona vê bûyera 21.07.2022 an qîyamet rakir. Gelo xwîna kurdan ji a ereban erzantire, ku heta niha İraq bêdenhg bû?

Îro parlemena İraq dicive û mijar êrîşên dewleta tirk in. Serokwezîrê İraq mistefa Kazimî, roja 21ê Tîrmeha 2022an li seranserê Iraqê şîna giştî îlan kir. Ne dîyare bê wê çi biryar ji parlemena İraq derkeve!

Muqteda Sedr bangewazîyek derxist û di bangewaziya xwe de daxwaz kir ku peywendiyên dîplomatîk bêne kêmkirin, geştên esmanî yên di navbera Iraq û Tirkiyê de bên rawestandin û deriyên sînorî bên girtin.

Tirkîyê, wek her wextê bûyer înkar kir û dîyar kir ku „ev êrîş me nekirîye, ev karê terorîsta ye.“ Lê her tişt dîyar li ortê ye. Lê li herêmê ji tirkan û Îran pêve yên xwedî tenq, top û firokên şer ku cîhwarên kurdan bikin hedef tuneye.

Geşta Serokê Emerîka ji bona Rojhilata Navîn, Lutkeya ku di navbera Rusîya, Îran û Tirkîyê de li Tehran pêkhat, rewşa İraq û tehdîdên Tirkîyê dema em bînin cem hev û binirxînin; emê bibînin ku li herêmê hinek dewlet zorê didin sîrorên tehamûlê. Yek ji van dewletan jî Tirkîye û Îran e. Dewleta tirk, ji avabûna xwe û heta niha, li ser axa Kurdistanê, li ser çand û dîroka Kurdistanê, li ser esasên dijminatîya kurdan hatîye avakirin. Dewleta Tirk, her Kurd bi kujtinê, bi qirkirinê, bi zîndan û koçberîyê tehdît kirîye. Ev 100 sale sîyaseta tirkan nehatîye guhertin. Divê Kurd vê rastîyê li ber çavan bigirin û ji dîrokê dersan derxînin.

Di herêmê de aktorên herêmî û navdewletî qozên xwe parvedikin, lê Kurd jî hedefin. Di şerê li henber DAÎŞ de Kurd „hevalbendên aktoran“ bûn, lê di êrîşên ser kurdan de Kurd yên jibîrkirinê ne. Tên kujtin, tên talankirin, koçber dibin û axa wan dagirkirî ye. Herkes ji bona sîyaseta xwe, ji bona berjewendîyên xwe kurdan bikar tîne. Kurd ji herkesî re pergalek bikaranînê ne, lê fêda vê li kurdan nabe. Ka ew soz û pesnên dema şerê li henber DAÎŞ ê?

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.

2114 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:27:06

Şeyhmus Ozzengîn

Nivîsên Dawî a Nivîskar

Dîrok û Sebebên Wendakirina Berxwedanên Kurdistanê II Dîrok û Sebebên wendakirina Berxwedanên Kurdistanê! Abdullah Kiran û Kurdperwerî! Mirwet! Di bin baskê dijminan de Kurdistan nayê parastin! Dadgeha Federal A İraqê Ne Destûrî ye! Hunermend, Şêwekar û Pêkersaz, Sîyabend Kaya! Divêtîya Herêma Kurdistanê bi Neştergerîyekê Heye! Bingeha Mirovatîyê Xîret e! Li Bakurê Kurdistanê Kurdî ketîye bin bandora wendabûnê! Kê Devê Leyla Zana Band Kir û Dîsa Banda wê vekir? Van rojan li ser kurdên bakurê Kurdistanê çi Dibe? Armanca Îranê, derxistina hêzên Emerîka ji herêmê ye! Dîktatorîya Îslamî û mirovatî! Panorama 2023 Dijminatîya Nemir Şêx Seîd, Dijminatîya Kurd û Kurdistanê ye Nemir Bahattîn Onen bibîr tîn im! HudaPar û HAMAS, Hizbullah! Senatorê Fransî Rémi Féraud û Rewşa Kurdistanê! Rastîya Cihûyan û sebeba dijminatîya Cihûyan! Yên Ku Rahêjin Agir Wê Destê Wan Bişewite! Rûpelek ji Dîrokê (VII) Xîyaneta 16.10.2017 an! Rûpelek Ji Dîrokê (VI) Rojên piştî Referandûmê! Rûpelek Ji Dîrokê (V) Roja referandûmê û encam! Rûpelek Ji Dîrokê (IV) Rûpelek ji Dîrokê (III) Rûpelek Ji Dîrokê (II) Biryara referandûmê! Rûpelek ji Dîrokê Rêbaza Doza Kurdistanê! Rojavayê Kurdistanê Çima Wenda Kir? Rojavayê Kurdistanê û PKK! Ma Ne Bess e? Kî Berpirsîyarêi Rewşa Şingalê ne? Hûn Nikarin Bi Herîyê Ro Yê Veşêrin! Tirkîyeyîbûn û Tirkbûn! Tirkîye, Sûrîye û Pêvajokek Nû. Muzeya Netewî a Kurdistanê û Hunermend! Birek û Dar! Erdhej û dewleta tirkan! Zarokên Kurd Başûrê Kurdistanê û Sîstema Dewletê! D A N A S Î N! J e n o s î d! Yekitîya Kurdên Êzdî gavek pîroz e! Panorama 2022 Gerîneka Sûrîyê û Rewşa Kurdan! Tirkîye Çima Ewqes Wêrek Tevdigere? Berpirsê teqînê li kêleka we rûniştî ne! Rewşa Dîyaspora Kurd li Ewrûpa! Îran qesabxaneya ciwanên çalakvanan e! Dîktatorîya îslamî û şensê xwepêşanderan li Îran! Jîna Emînî û Îran! Êlûn û Referandûm. Nabe Ku Kurd Bibin Qurbana Bê Îstîgrarîya İraqê! Dêr a Zehferanê Li İraqê Çi dibe? Dilovanekî Kurd; Abit Gurses Çareserîya qeyranan li Kurdistanê ye, ne li İraqê! Finlandîya-Swêd û PKK! Çend Gotin Li Ser Rojeva Kurdistanê! Kurdistan û Bîra Kurd! Neo Nazîzm û Neo Stalinîzm! Rûsîya û Meramên Dîktatorî! Civîna Munchenê (MSC) û Rêveberên Kurdistanê! Dadgeha Federal û Herêma Kurdistanê! Lepên Tarî Qedexekirina dengê piralî, dîktatorî ye! Bajarê Hesekê, Zîndana Sînaî û DAÎŞ! Rewşenbîrîya Kurdan û PKK! Panorama sala 2021ê! Ji bona Kurdên Revenda Kurdistanê! Kurdistan! Bêdengîyek metirsîdar! Li Rojhilata Naverast Çawa Dawî bi Terorê tê? Têkilîyên PKK û Sûrîyê stratejîk in! Ahmet Guneştekin! Dewletek federal a İraq Mumkûn e? Modela İraq, Kurd û hilbijartin! Aqlê Dewletê û Pirsa Kurdistanê! Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron! Kurdistan û Efxanîstan! Afganistan û metodên Emerîka! Dewlet,Tirkîzm û Barbarîzm! Di têkoşîna rizgarîya netewî de rêyên Pêşengîyê: Gelo me Kurdan di ku de xeletî kir ku em rehet nikarin civata xwe bihon in? ENKSê Rê Da Ku Îradeya Kurdên Roava Binpê bibe! Mîrata Mam Celal û Şerrê Pismaman! Sebebê Boranên Nav YNK, Xîyaneta 2017 a ye! Miletperwerî, Niştimanperwerî û Emîn Îsa! TEV-DEM, Rewşenbîrî û kurdayetî! Serkirdeyên PKK û Kurdkujî! Çepitîya tirkan, dijminatîya doza Kurdistanê ye! Partîhezî û Neteweperperwerî! Riza T.Hulmanî -AGAHÎ! S.Demirtaş û „Xeta Sêyemîn“! BEXDA! Dr.Husên Duzen û mijarek civakî! DAXUYANÎ! Li ser medya Kurd, çapemenî û Mafê Nivîskaran! Danasîna Romanek Bîyografîk: ''Me Kilîda Çîyê Wenda kir!'' Ji xaka Kurdistanê Papa çi mesaj dan cîhanê? Ji Raya Giştî re Êrîşkarên ser Herêma Kurdistanê hêza xwe ji ku digirin? Li Roavayê Kurdistanê kî bi denkleman dilîze? Emerîka û Pirsgirêkên Rojhilata Naverast! Îran, Tehdîdek Mezine li ser Herêma Kurdistanê! „Pêvajoka Aşitîyê“ û Doza Kurdistanê! PANOREMA 2020 Fabel û Riza Topalê Hulmanî! Riza Topalê Hulmanî- DANASÎN! GELÎYÊ ZÎLAN! Nîjadperestîya Ereban û Mistefa Kazimî! Di Herêmê de Gavên Dîplomatîk! Pirsa Kurdistan û Prof. Dr. Michael Gunter! Kurdistan û Dr. Peter Galbraith! „Serxwebûna Kurdistanê, ji bo Kurdistan û ji bo Iraqê jî baştir e.“ Joe Biden û Kurd! John Bolton û Pêvîstîya Gavên Dîplomasîyê! Nabe ku em carek din dijminên xwe biceribînin! Peymana stratejî ya li gel Iraqa yekgirtî! Heftanîn Pêsîra Kurdistanê ye! Tifaqek Kurdî, lê bê Ala Kurdistanê! Divê Kurd li ser axa xwe îradeya xwe bikar bînin! Başûrê Kurdistanê carek din rû bi rûyî dorpêçê ye! Rolekî Mezin dikeve ser milê Emerîka! Kurd li Rojavayê Kurdistan bê vîzyon in! 'Peymana Sedsale‘a Rojhilata naverast! Mazlûm Kobanî û lihevkirina Rojavayê Kurdistan! Îran Dijminekî Kone Ye! Li Rojhilata Naverast Pozîsyon Têt Guhertin! Divê Em Rewşa Qeyranên İraqê Baş Bixwînin. YNK Ne Kongre, Lê Şanoyek Lidarxist! PANORAMA 2019 an! Pirsgirêkên YNK û Kongre! Li Çarhawêrê Kurdistan Agir Dibare! Emerîka Piştgirê Guhertina Demografîya Kurdistan e! Wê dahatên neftê ji kurdan re bin Denklem Tên Guhertin! Divê Kurd Çi bikin? Ewrên Reş û Rojavayê Kurdistan Rewşa Rojavayê Kurdistan Metirsîdar e! Li Sûrîye Guhertin û Denklem! Hafiza Kurdan Divê jibîr ne ke! Kole û Efendî! Denklema Stratejîya Emerîka û Kurd! Hunermend -Arif Sevinç Hunermendê Mozayîkê, Îman Hisên Kurdistan û Kedkarên Berhemên Milî! Mîrê Hêkan (Cemal Ebdo) Li Derdorê Girava Kibris Pêşî li tirkan Têt Girtin! Şûjin Biranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayek Jin Beşa II. 'Yekîneya Bikêşe!' Bîranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayeke Jin!
x