Mîrata Mam Celal û Şerrê Pismaman!

Ev şerê Post û mal û milk û îtîdarê, di nav YNK de wê derîyekî niştimanî Kurdî ji me re veke an na?

Şeyhmus Ozzengîn

15.07.2021, Per | 07:10

Mîrata Mam Celal û Şerrê Pismaman!
Nêrîn Belav bike

Ev bi salan e, ez li ser YNK, rêveberîya Parêzgeha Silêmanîyê û helwesta Bavel Talabanî, Lahur Talabanî û Ala Talabanî dinivîsim.

Raya giştî ya Kurdistanê bi xîyaneta Kerkûk re ev nav nas kirin.

Piştî koça dawî a Mam Celal; YNK, bi carekê de bê kontrol ma û ji partîyek Kurd, pirsîyargirtî bêtir; di bin kontrola sîyaseta Îran de, bi xîyanetê, bi gendelî, bi karên mafyayî, bi berjewendîyên malbatî-şexsî, bi talankirina dewlemendîyên ser erd û bin erd yên Kurdistanê, bi dizîya dahatên derîyên gumrikê û qaçaxçîtîya hidûdan, bi bêxizmeta parêzgehê, bê kar û xebatên xizmetguzarî derdiket rojevê. Hefsar di destê baskê xêrnexwaz de, her Parêzgeha Silêmanîyê deverên bi ser ve parêzgehê ve girêdayî wek Helepçe û germîyan her digir3iyan û digotin „Maaş maaş“(!)

Grûbek sîyasî wek kastek burokratîk, ev parêzgeh talan dikir û wek çek li henber avakirina Kurdistanê, pêşvexistina Kurdistanê, reformên çaksazî yên Kurdistanê bikar tanî. Kurt û gilover pêşeroja miletê Kurd û kurdistanê tehdît dikir. Sîyaseta Silêmanîyê, sinifa sîyasî ya Silêmanîyê wek tehdîtek li ser tevgera milî a Herêma Kurdistanê xûya dikir. Li parêzgehê kesekî nikarîbû vê rewşê, ne rexne bike û ne jî hesap bipirse. Rojnamevan û kesên sîyasî, ku ev rewş tanîn ziman jî, ya dihatin tehdît kirin, ya dihatin revandin û kujtin.

Di vî warî de, bi dehan rojnamevan li derndorê Parêzgeha Silêmanîyê hatine kujtin û heta niha ne sebeba kujtina wan rojnamevanan û ne jî berpirsên van kujtinan nehatine dîyar kirin.

Di hilbijartinên giştî yên parlementoya Kurdistanê de li Parêzgeha Silêmanîyê, beşek ji YNK, êrîş anî ser sindoqên hilbijartinan û li endamên Tevgera Goran û berpirsên sindoqên hilbijartinan xistin. Wê demê bû qîre qîra endamên Tevgera Goran ku „YNK hemû sindoqên wan û rayên wan talan kir..“ Lê ne deng ji asayîşa Herêma Kurdistanê, ne ji dadgehanên dadgerî û ne ji partîyên sîyasî derneket!

Mistefa Silêmanî ku 17 sal li zîndanên dîktatorîya Îran girtî bû, derfeta revê dît û bi grûbek hevalên xwe re ji zîndana Îranê revîya. Normal bû ku Miestefa Selîmî were û xwe bavêje bextê Kurdistanê. Ji ber ku di hest û ramanên nemir Mistefa Silêmanî de cîhê ewle jê re axa bav û kalan Kurdistanê bû. Hat Herêma Silêmanîyê; Îstîhbarata YNK „Zanyarî“ ew girt û radestî Îran kir. Wê demê serokê Îstîhbarata YNK „Zanyarî“ birayê Lahur şêx Cengî, Polad Şêx Cengî Talabanî bû. Îran ev sîyasetmedarê Kurd, ku ji terefê asayîşa YNK ve hatibû radest kirin, di eynî rojan de bidar vekir. Li ser vê bûyera xerab, bi rojan bû qîreqîra me, li ser bûyerê programên televîzyonan çêbûn, qampanyayên komkirina Îmzeyan pêk hat. Mixabin encamek ji vê jî derneket. Mistefa Silêmanî, pir bi rehetî hat jibîr kirin Wek xîyaneta 16.10.2017 an. Ji ber ku hêzek, ku hesab ji vê kast a Silêmanîyê bipirse tine bû.

Piştî referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê (25.09.2017); Îran, Tirkîye û İraq dorpêçek dijminane anîn ser Herêma Kurdistanê. Grûbek ji nav YNK (beşek ji malbata Talabanî û Îbrahîm Ehmed) û hinek hêzên din ku qaşo dibêjin „em kurd in“, bi vî baskê nav YNK re têkildar, di nav vê dorpêça ser Herêma Kurdistanê de cîh girtin û bi xîyanetek mezin, Kerkûk û deverên din ku di şerê li henber DAÎŞ de bi xwîna dehhezaran pêşmergan hatibû rizgar kirin; radestî Îraq û hêzên Îran bû. Ev xîyanetek mezin bû û di mejûyê Kurd û Kurdistanê de şikestinek mezin çêkir. Hesabê vê xîyanetê nehat pirsîn!

YNK, piştî demek dirêj Kongre a xwe ya çaremin di 21.12.2019an de lidar xist. Xîyaneta Kerkûk di kongreya YNKê de jî nehat rojevê. Wek ku bi vî cûreyî, bi destê beşek ji YNK tiştekî xîyanetkar wek radestkirina kerkûk nebûye, ser vê birîna niştimanî hat girtin, lê birîn qalik negirt û her bi xwîn ma.

Li gora agahî û nûçeyên ji herêmê tên:

Ji bona ku Lahur Cengî, di kongrê de ji Bafil Talabanî bêtir dengan bi dest bixe, dest bi lîstikan kirîye. Lahor şêx Cengî Talabani, metodê tehdîdan û bertîlan bikar anîye. Bi ser de hinek endamên Kongrê; bi „gef xwarin bi kuştin û parve kirina melefên wan yên ne exlaqî weke vîdyoyên ku ew têde bi tazî li gel jinan xwuya dibin, xistibûn bin fermana xwe û hin endamên din jî bi pêdana pileyên hizbî û hikûmî razî kirbûn“ ku dengên xwe bidin Lahur Talabanî. Bi van metodan, di kongrê de Lahur Talabanî, piranîyên dengan bidest xist. Bi van metodan sîstema „hevserokatî“ hat hilbijartin. Berî bi mehekê; „Bafil Talebanî nexweş dikeve, ew seredana nexweşxaneyê dike, li gor encamên tehlîlên wî li nexweşxaneyê tê îsbat kirin, ku ew hatiye jehirkirin. Bafil Talabanî, lekolînê dike û digîhê wê encamê ku yek ji pasewanên wî, bi fermana Lahur Talabanî jehir kiriye nava xwarina wî..“(!) Berî bi demekê, Grûbek mezin ji nav YNK Bafel Talabanî zîyaret dikin û gilîyê Lahur Talabanî dikin. Raporekê didin Bafel Talabanî ku; „Lahur Talabanî, bi bikaranîna saziya îstixbarata YNKê Zanyarî; vîdeoyên bê exlaqî li ser wan çêdike û her weha zarokên berpirsan kêşî bikaranîna madeyên hişber dike û paşîyê, weke karta givaşê li ser bavê wan bikar tîne.“

Di vê raporê de behsa Lahur Talabanî têt kirin ku; „qaçaxçîtiya derman û petrolê, destdanîna ser dahatên derîyên gumrikan, cûre cûre gendelîyan“ jî têt kirin.

Lahur Talabanî û hevalbendên wî; „Dest danîne ser dahatê navxweyî yê Silêmaniyê û rê nedana bi vegera vî dahatî ji boy xezîneya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, berpirsên YNKê bi taybetî Qubad Talebanî di nava Hikûmeta Herêma Kurdistanê de xistibûn rewşeke pir xerab..“

Di navbera herdû pismaman de nakokî digihêjin astek hesab pirsînê..

Bafil Talabanî, di 08.07.2021 an de;

bi hêzek leşkirî re diçe ser saziya îstixbaratê ya YNKê Zanyarî û hin berpirsên vê saziyê desteser dike. Bafil her yek ji Mihemed Talebanî yê birayê Ala Talebanî û xwarzayê Lahur yê bi navê Renc, ku du berpirsên herî blind yên îstixbarata YNKê ne desteser dike. Piştre, Bafil Talabanî, di avahiya îstixbarata YNKê de dest dantîne ser hin girteyên vîdeoyî yên ne exlaqî, yên berpirsên YNKê, ku Lahur Talabanî, ji boy bin dest kirina wan bi bikaranîna saziya îstixbaratî tomar kirbûn. Her weha Bafil Talebanî di jûra xwarzîyê Lahur Talabanî, yê bi navê Renc de dest datîne ser qûtîyeke jehrê. Her weha Bafil Talabanî, hêzek din a leşkerî dişîne ser şîrketa Lahur ya bi navê KUNSUL û li wir dest di datîne ser 10 milyon dolaran.“

Êvara 13.07.2021 an, bi fermana Bafil talebanî, hêzeke ewlehiyê digire ser Kanala telefizyonî ya bi navê “IPLUS” ku ev kanal ya ser bi Lahur Talabanî ve ye. li gor zanyarîyan;

„hemû karmendên vê kanalê ji boy malê hatine şandin û beşek ji amûrên vê kanalê hatine şikandin û beşek din vê hêzê bi xwe re birin e.“

Bafil Talabanî, tiştê ku dixwest kir, êdî Lahur Talabanî hat bê bandor kirin. Bafil Talabanî, bi guherîna berpirsên ewlehiyê yên ser bi Lahur Talabanî û danîna kesên wefadarî, postê Lahur Talabanî jê girt, dezgehên medya ji dest girt û xwe ji „hevserokê“ YNKê bi „serokê YNKê“ binav kir.

Li gor agahîyên ku ji Parêzgeha Silêmanîyê tên; „Bafil dixwaze partiya ji bavê xwe bi mîrat wergirtîye, ew bi xwe birêve bibe. Ew ji aliyekî dixwaze bi vî awa hinekê alîkariya birayê xwe û tîma YNKê ya di hikûmeta Herêma Kurdistanê de bike û wan ji wê dorpêç û givaşa ku Lahur Talabanî li ser wan daniye rizgar bike. Ji aliyek din de jî, dixwaze xwe weke kesê yekem û berpirsê sereke yê YNKê nîşan bide.“(!)

Li gor agahîyên ku ji Parêgeha Silêmanîyê tên; Qubat talabanî û Hêro Îbrahîm Ehmed jî di nav pîlanê Bafil Talabanî de cîh girtine û bûne piştgir. Wek ku em dizanin; Hêro Îbrahîm Ehmet, Hin jina Celal Talabanî û Dayîka Qûbat û Bafil Talabanîye û hin jî; hin sîstema îdarekirina mîrata YNK û ekonomîya YNK û hin jî hebûna mal û milkê YNK di destê Xêro Îbrahîm Ehmed de ye.

Ji qadroyên pêş yên YNK wek Kosret Resûl, Mele Bahtîyar û Şêx Cafer dinavde, pir qadro jî piştgirîyê didin Pafil Talabanî.

Heta niha tenê dezgehên PKK, medîya PKK û Komeleya têkiliyên derve a rêxistina PKK tenê li pişt Lahur Talabanî derketîne. PKK di medya xwe de Lahur Talabanî wek „milîtanekî haqane, şoreşger“ binav dike. PKK, vekirî piştgirîya Lahur Talabanî dike û îlan dike ku;

„Ji ber biratîya Celal Talabanî, Îbrahîm Ehmed bi Abdullah Ocalan re; erkê meye ku em bi piştgirîya Lahur Talabanî, vî erkî bicîh bînin.“

Bafil Talabanî; sazîyên Medya YNK, Îstîhbarata bi ser YNK ve, Zanyarî û hêzên Dij Terorê girt destê xwe û xwe wek Serokê YNK Îlan kir. Ev heftake, têt xuyakirin ku Bafil Talabanî, kontrola YNK girtîye Destê xwe. Têt dîyar kirin ku „ti şensê Lahur Talabanî, ku gavek dij gavên Bafil Talabanî bavêje nemaye“. Piştgirîya PKK jî wê wî xelas neke.

15.07.2021

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.
2165 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:03:16

Şeyhmus Ozzengîn

Nivîsên Dawî a Nivîskar

Dîrok û Sebebên Wendakirina Berxwedanên Kurdistanê II Dîrok û Sebebên wendakirina Berxwedanên Kurdistanê! Abdullah Kiran û Kurdperwerî! Mirwet! Di bin baskê dijminan de Kurdistan nayê parastin! Dadgeha Federal A İraqê Ne Destûrî ye! Hunermend, Şêwekar û Pêkersaz, Sîyabend Kaya! Divêtîya Herêma Kurdistanê bi Neştergerîyekê Heye! Bingeha Mirovatîyê Xîret e! Li Bakurê Kurdistanê Kurdî ketîye bin bandora wendabûnê! Kê Devê Leyla Zana Band Kir û Dîsa Banda wê vekir? Van rojan li ser kurdên bakurê Kurdistanê çi Dibe? Armanca Îranê, derxistina hêzên Emerîka ji herêmê ye! Dîktatorîya Îslamî û mirovatî! Panorama 2023 Dijminatîya Nemir Şêx Seîd, Dijminatîya Kurd û Kurdistanê ye Nemir Bahattîn Onen bibîr tîn im! HudaPar û HAMAS, Hizbullah! Senatorê Fransî Rémi Féraud û Rewşa Kurdistanê! Rastîya Cihûyan û sebeba dijminatîya Cihûyan! Yên Ku Rahêjin Agir Wê Destê Wan Bişewite! Rûpelek ji Dîrokê (VII) Xîyaneta 16.10.2017 an! Rûpelek Ji Dîrokê (VI) Rojên piştî Referandûmê! Rûpelek Ji Dîrokê (V) Roja referandûmê û encam! Rûpelek Ji Dîrokê (IV) Rûpelek ji Dîrokê (III) Rûpelek Ji Dîrokê (II) Biryara referandûmê! Rûpelek ji Dîrokê Rêbaza Doza Kurdistanê! Rojavayê Kurdistanê Çima Wenda Kir? Rojavayê Kurdistanê û PKK! Ma Ne Bess e? Kî Berpirsîyarêi Rewşa Şingalê ne? Hûn Nikarin Bi Herîyê Ro Yê Veşêrin! Tirkîyeyîbûn û Tirkbûn! Tirkîye, Sûrîye û Pêvajokek Nû. Muzeya Netewî a Kurdistanê û Hunermend! Birek û Dar! Erdhej û dewleta tirkan! Zarokên Kurd Başûrê Kurdistanê û Sîstema Dewletê! D A N A S Î N! J e n o s î d! Yekitîya Kurdên Êzdî gavek pîroz e! Panorama 2022 Gerîneka Sûrîyê û Rewşa Kurdan! Tirkîye Çima Ewqes Wêrek Tevdigere? Berpirsê teqînê li kêleka we rûniştî ne! Rewşa Dîyaspora Kurd li Ewrûpa! Îran qesabxaneya ciwanên çalakvanan e! Dîktatorîya îslamî û şensê xwepêşanderan li Îran! Jîna Emînî û Îran! Êlûn û Referandûm. Nabe Ku Kurd Bibin Qurbana Bê Îstîgrarîya İraqê! Dêr a Zehferanê Li İraqê Çi dibe? Kurd nebûne aktor, yên jibîrkirinê ne! Dilovanekî Kurd; Abit Gurses Çareserîya qeyranan li Kurdistanê ye, ne li İraqê! Finlandîya-Swêd û PKK! Çend Gotin Li Ser Rojeva Kurdistanê! Kurdistan û Bîra Kurd! Neo Nazîzm û Neo Stalinîzm! Rûsîya û Meramên Dîktatorî! Civîna Munchenê (MSC) û Rêveberên Kurdistanê! Dadgeha Federal û Herêma Kurdistanê! Lepên Tarî Qedexekirina dengê piralî, dîktatorî ye! Bajarê Hesekê, Zîndana Sînaî û DAÎŞ! Rewşenbîrîya Kurdan û PKK! Panorama sala 2021ê! Ji bona Kurdên Revenda Kurdistanê! Kurdistan! Bêdengîyek metirsîdar! Li Rojhilata Naverast Çawa Dawî bi Terorê tê? Têkilîyên PKK û Sûrîyê stratejîk in! Ahmet Guneştekin! Dewletek federal a İraq Mumkûn e? Modela İraq, Kurd û hilbijartin! Aqlê Dewletê û Pirsa Kurdistanê! Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron! Kurdistan û Efxanîstan! Afganistan û metodên Emerîka! Dewlet,Tirkîzm û Barbarîzm! Di têkoşîna rizgarîya netewî de rêyên Pêşengîyê: Gelo me Kurdan di ku de xeletî kir ku em rehet nikarin civata xwe bihon in? ENKSê Rê Da Ku Îradeya Kurdên Roava Binpê bibe! Sebebê Boranên Nav YNK, Xîyaneta 2017 a ye! Miletperwerî, Niştimanperwerî û Emîn Îsa! TEV-DEM, Rewşenbîrî û kurdayetî! Serkirdeyên PKK û Kurdkujî! Çepitîya tirkan, dijminatîya doza Kurdistanê ye! Partîhezî û Neteweperperwerî! Riza T.Hulmanî -AGAHÎ! S.Demirtaş û „Xeta Sêyemîn“! BEXDA! Dr.Husên Duzen û mijarek civakî! DAXUYANÎ! Li ser medya Kurd, çapemenî û Mafê Nivîskaran! Danasîna Romanek Bîyografîk: ''Me Kilîda Çîyê Wenda kir!'' Ji xaka Kurdistanê Papa çi mesaj dan cîhanê? Ji Raya Giştî re Êrîşkarên ser Herêma Kurdistanê hêza xwe ji ku digirin? Li Roavayê Kurdistanê kî bi denkleman dilîze? Emerîka û Pirsgirêkên Rojhilata Naverast! Îran, Tehdîdek Mezine li ser Herêma Kurdistanê! „Pêvajoka Aşitîyê“ û Doza Kurdistanê! PANOREMA 2020 Fabel û Riza Topalê Hulmanî! Riza Topalê Hulmanî- DANASÎN! GELÎYÊ ZÎLAN! Nîjadperestîya Ereban û Mistefa Kazimî! Di Herêmê de Gavên Dîplomatîk! Pirsa Kurdistan û Prof. Dr. Michael Gunter! Kurdistan û Dr. Peter Galbraith! „Serxwebûna Kurdistanê, ji bo Kurdistan û ji bo Iraqê jî baştir e.“ Joe Biden û Kurd! John Bolton û Pêvîstîya Gavên Dîplomasîyê! Nabe ku em carek din dijminên xwe biceribînin! Peymana stratejî ya li gel Iraqa yekgirtî! Heftanîn Pêsîra Kurdistanê ye! Tifaqek Kurdî, lê bê Ala Kurdistanê! Divê Kurd li ser axa xwe îradeya xwe bikar bînin! Başûrê Kurdistanê carek din rû bi rûyî dorpêçê ye! Rolekî Mezin dikeve ser milê Emerîka! Kurd li Rojavayê Kurdistan bê vîzyon in! 'Peymana Sedsale‘a Rojhilata naverast! Mazlûm Kobanî û lihevkirina Rojavayê Kurdistan! Îran Dijminekî Kone Ye! Li Rojhilata Naverast Pozîsyon Têt Guhertin! Divê Em Rewşa Qeyranên İraqê Baş Bixwînin. YNK Ne Kongre, Lê Şanoyek Lidarxist! PANORAMA 2019 an! Pirsgirêkên YNK û Kongre! Li Çarhawêrê Kurdistan Agir Dibare! Emerîka Piştgirê Guhertina Demografîya Kurdistan e! Wê dahatên neftê ji kurdan re bin Denklem Tên Guhertin! Divê Kurd Çi bikin? Ewrên Reş û Rojavayê Kurdistan Rewşa Rojavayê Kurdistan Metirsîdar e! Li Sûrîye Guhertin û Denklem! Hafiza Kurdan Divê jibîr ne ke! Kole û Efendî! Denklema Stratejîya Emerîka û Kurd! Hunermend -Arif Sevinç Hunermendê Mozayîkê, Îman Hisên Kurdistan û Kedkarên Berhemên Milî! Mîrê Hêkan (Cemal Ebdo) Li Derdorê Girava Kibris Pêşî li tirkan Têt Girtin! Şûjin Biranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayek Jin Beşa II. 'Yekîneya Bikêşe!' Bîranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayeke Jin!
x