PANORAMA 2019 an!

Îran, li Rojhilatê Kurdistan; bi metodên terorê, bi sezayên giran, bi dardakirin û bi kujtinê re dixwaze pêşî li doza Kurdistan bigire. Bikaranîna her metodên nemirovî di felsefa dewleta Îslamî a Îran de karesatên neqî ne û armanc, pêşîlêgirtina doza Kurdistan e.

Şeyhmus Ozzengîn

20.12.2019, Cum | 13:20

PANORAMA 2019 an!
Nêrîn Belav bike

Me sala 2019 an jî li pişt xwe hişt. Ji kurdan re salek, tije hêsir, cangorî, mirin, koç û nefî.
Dijminên Kurd û Kurdistan, bi hemû metodên nemirovî hatin ser miletê me. Tenê girtin, kujtin, dardakirin, hilweşandina bajaran û şikenandina dînamîkên Kurdistan, guhertina demografîya Kurdistan ji xwe re kirin kar.
Sîyasetmedarên Kurd, rêxistinên Kurdan ji astek netewî dûr, Kûrd bê stratejîyek netewî, bêçar, di nav destê dijminan de hiştin.
Dewleta tirk, jibona jiholêrakirina doza Kurd û Kurdistan; asîmîlasyon, dejenerasyon û entegrekirina kurdan bi dewleta tirk re, wek metodên çareserîyê, hilbijêr, stratejîk dimeşîne. Bandora asîmîlasyonê, dejenerasyonê û entegrasyonê li Bakurê Kurdistan di astek metirsîdar de ye!
Ceribandina van metodan li ser her beşekî Kurdistan hilbijare domdike.
Îran, li Rojhilatê Kurdistan; bi metodên terorê, bi sezayên giran, bi dardakirin û bi kujtinê re dixwaze pêşî li doza Kurdistan bigire. Bikaranîna her metodên nemirovî di felsefa dewleta Îslamî a Îran de karesatên neqî ne û armanc, pêşîlêgirtina doza Kurdistan e.
Li İraq, Piştî hilweşandina dîktatorî ya BAAS, sîstema dewletê û lihevhatinek civakî li angora makezagonê nehat avakirin. Sîstem, ket destê hêzên partîzanî û mezhebî, olî. Karesatên gendelî û bandora Îran li ser İraq zêde bû. Gelê ereb, bi serhildanan û bi wendakirina bi hezaran cangorîyan ket bin qeyranên mezin. Ev, rewşek metirsîdar ji Başûrê Kurdistan re derxist holê.
Pirsgirêk û nakokîyên İraq û Başûrê Kurdistan çareser nebûn û berdewam in. Li İraq, çalakîyên girseyî, kuştin û revandina hemwelatiyan û çalakvanan diyardeyekî metirsîdar e. Zengila agahdar kirinê ye ji bo ber bi rewşekî herî xirab a Iraqê ye. Divê sîyasetmedar, pîspor û serkêşên Başûrê Kurdistan vê rewşa İraq rast binirxînin û çarenûsa xwe bi rewşa sîyasî a İraq ve girênedin.
Başûrê Kurdistan her çareserkirina pirsgirêkên dewleta İraq, ji xwe re wek wezîfe nirxand û bûn alîkar. Lê divê Kurd û sîyasetmedarên Başûrê Kurdan bizanibin ku, çareserkirina pirsgirêkên İraq yên nav xwe û xurtkirina dewleta İraq ne wezîfeye ji wan re. Ji ber ku bihêzbûna İraq, wê her bi xwe re zeîfbûna Başûrê Kurdistan be.
Li Başûrê Kurdistan, divê Kurd, di nav xwe de yekitîyek siyasî û hevpar, xurt, avabikin û rê nedin ku di bin têna van alozîyên İraq de, destkevtinên xwe wenda bikin.
Li Başûrê Kurdistan, divê Kurd daxwazên xwe derxin astek bilind û programa îlankirina serxwebûnê û astek Korfederalî derxin giftûgoyê. Li pişt îradeya miletê xwe, ku di referandûma serxwebûna Kurdistan de eşkere kirine, rawestin û wî qozê xwe bikar bînin.
Divê sîyasetmedar û aktorên siyaseta Başûrê Kurdistan îqna bibin, ku bi İraq re nikarin bijîn û çarenûsa wan ne bi İraq re ye. Ji ber ku ew çanda piralî û demokratîk-modern di cîhana îslamê de nehatîye avakirin û ticarî Tirkîye û Îran nahêlin ku Kurdistan di astek xurt de, rolekî aktorî bilîze û nahêlin ku İraq, li gor makezagonê birêkûpêk bibe.
Dewleta tirkan ne tenê li Bakurê Kurdistan, li seranserê Kurdistan, di asta dijminatîya bikurdan de tevdigere. Çîyayên Başûrê Kurdistan bombe dike. Gundan û cîhên medenî dide ber topan, operasyonên leşkerî bikar tîne û sînoran nasnake. Seranserê Başûrê Rojavayê Kurdistan dagirkir û bi metodên jenosîdî qirkirina kurdan, guhertina demografîya axa Kurdistan, bi pîlangerîyek dijminane meşand û dimeşîne. Bi van êrîş û dagirkerîya dewleta tirk re, nêzî 500 hezar Kurd axa xwe terikandin, mahacirî çolan bûn. Dewleta tirk, erebên wek xwe tîne û li ser axa kurdan, li ser mal û milkê kurdan bicîh dike û demografîya herêmê diguherîne.
Li bakurê Kurdistan, li ser kurdan înkar, girtin, zîndankirin, asîmîlasyon û metodên dejenekirina hêjayîyên civata Kurd berdewame. Ji ber sîyaseta PKK û sazîyên legal ku pêve girêdayî, Bakurê Kurdistan di bin bandora şikestinek gewre de ye. Bandora asîmîlasyonê gihîştîye pileya dejenerasyonek civakî.
Di seranserê sala 2019 an de ev metodên li ser kurdan qatbiqat, bi stratejîyên hilbijare, di astek dijminane de meşîyan û dimeşin. Ji ber tinetîya stratejîyek netewî, parastina ziman û çanda Kurdî, ketîye astek metirsîdar. Ku aktorên karûbarên rewşenbîrî û sîyasetê bi stratejîyek kurdewarî, pêşî li vê malxerabîyê negirin, wê Kurd li Bakurê Kurdistan bingeha netewî-Kurdistanî wenda bikin.
Ji asta faktorî, derbasbûna rolekî aktorî ya Kurdan li Roıjhilata naverast, bi stratejîyek netewî û hevpar ve girêdayîye.
Seranserê Rojhilata Naverast di nav şerê mezhebî, olî û etnîkî de, rûbirûyî metodên terorê bûye. Kurd jî di nava vî agirî de faktorek mezin a pirsgirêkên sedsale ne.
Gelo wê Kurd ji vê hebûna faktorî, bikaribin derkevin astek aktorî û pirsgirêkên xwe çareser bikin?
Pirsgirêk a Kurd û Kurdistan, êdî pirsgirêkek navdewletî ye. Di Rojhilata Naverast de bê çareserkirina pirsgirêka Kurdistan, ti pirsgirêk çareser nabin.
NATO û NY, du sazîyên navdewletî û dijberî doza Kurd in!
Kurd, bê dewlet û bê parastinin. Her hewldanên miletê Kurd, ji terefê NATO û NY ve wek „hewdanên terorî“ tên naskirin. Ev jî her kirinên dewletên ku Kurdistan dagirkirine meşrû dike. Van herdû sazîyên navdewletî piştgirin ji dagirkerên Kurdistan re.
Di sala 2019 an de ev, hîn zelaltir derket ber me. Bi êrîş û armancên dagirkerîya dewleta tirk re, derket ber me ku cîhê çareserkirina pirsgirêka Kurd û Kurdistan di asta sazîyên navnetewî û navdewletî, wek NATO û NY de têt çareserkirin. Kurdan îro doza xwe gîhandîye ber derîyê van herdû sazîyên navdewletî. Mixabin pirsgirêkên li pêşîya doza Kurd û Kurdistan pirin û hîn ev pirsgirêk di astek netewî û kar û xebatên dîplomatîk-sîyasî de nehatine çareserkirin.
Li her perçê Kurdistan, tevgera sîyasî, di asta perçê xwe de, divê hevparîyek stratejîk a netewî avabike, ku bikaribe yekpare, bi perçên din re têkeve têkilî û hemahengîyê. Divê tevgera her perçê Kurdistan, ne di astek dijminane, di astek netewî de bi perçên din re têkildar û piştgir be. Di vir de Başûrê Kurdistan mînakek giranbûha û pir girînge. Piştgirîya ku dide Başûrê Rojavayê Kurdistan, hestên netewî, hemahengîya netewa me derdixe pileyek bilind. Divê ev ji tevgera her beşê Kurdistan re mînak be.
Li ser axa Sûrîye, du aktorên mezin, Emerîka û Rusîya hene. Ev herdû aktor, hin bi hev re û hin li henber hev kar dikin. Tekilîyên van herdû aktoran bi devletên aktorên herêmî, wek Tirkîye û Îran re hene. Stratejîyên van herdû aktorên cîhanî û têkilîyên wan yên bi aktorên herêmî re, çareserîya pirsgirêka Kurdistan taloq dike û dereng dixîne.
Têkilî li ser berjewendîyan dimeşe. Çareserîya pirsgirêkan jî wê li ser vî esasî be. Kurd li herêmê faktorin û li gor berjewendîyan xwedî têkilî ne. A girîng ewe ku Kurd bikaribin ji asta faktorî derbasî têkilîyên aktorî bibin.
Ji bona vê çi lazim in?
Eger Kurdên Başûrê Rojavayê Kurdistan, rewşenbîr, pispor, siyasetmedar û aqilmendên Kurd, zorîyê nedin rêxistinên xwe, ku xwe ji asta faktorî derxin; bingehek netewî avanenekin û xwedî li axa xwe dernekevin û nebin aktorek li ser axa xwe, nikarin vî rolî bilîzin!
Divê Kurd pîlanên Rusîya û Emerîka bişopînin û armancên van herdû aktorên cîhanî rast bixwînin. Divê Kurd pîlanên dagirkeran li ser asta amadekirina „mekezagona Sûrîye“, di warê bicîhkirina penaberên Sûrîye û hewlên dewleta tirk yên guhertina demografîya Başûrê Rojavayê Kurdistan, rast bixwînin. Ku di asta destkeftinên Kurd û Kurdistan de têknerin. Ev tehlûke derketîye holê û li ber me ye. Di qada dîplomasî û sîyasetê de Kurd divê hêz û derfetên xwe bikin yek û hêza xwe a sîyasî û dîplomasîyê xurt bikin. Xebatên jihev dûr û perçe perçe, partîzanî, helwestê zeîf dike û hêvîya bidestxistinan dişkîne.
Li Cenewre, di civînên „çareserkirina pirsgirêkên Sûrîye“ de; di nav van gur, keftar û wawîkan de 2 nûnerên Kurd, pişt şikestî û stûxwar wê bikaribin çi bikin?
Heta niha Kurdan lihevhatinên leşkerî, alîkarîyên leşkerî, daxwazên piştgirîyên leşkerî dane ber xwe! Li Başûrê Rojavayê Kurdistan Kurd, di asta çareserkirina pirsgirêkên sîyasî de, nebûne xwedî daxwaz. Têkilî li ser asta askerî meşîyane û ne dîyare bê Kurd ji hêla sîyasî de, li Başûrê Rojavayê Kurdistan çi dixwazin! Stratejîyek berbiçav ji bona netewa me, li vî beşê Kurdistan tineye. Ev jî rewşa erênîya destkevtinên kurdan dixe bin bandorek xerab, pêşeroja miletê Kurd tarî dike!
Şer û şervanî tenê pergalek ji têkoşînê ye. Kurd vê pergalê bi fêrisî bikar tînin û di dîraka doza xwe de her bikar anîne jî. Lê ev bê stratejîyek netewî û Kurdistanî, tenê kurdan dike şervanên parastina berjewendîyên aktoran li herêmê, diminan xurt dike û kurdan tenê wek faktor dihêle û bipêşde nabe. Ev rewş jî, pêşîya kurdan digire, ku bibin aktorek li herêmê û pirsgirêkên xwe bikaribin çareser bikin.
Em di bin ewrên reşîtarî û şirqînên birûskan de ne. Di sala 2019 an de carek din derket ber me ku; çawanîya parastina mal, milk, can û axa bavûkalan ne hêsan e. Divê em siyaseta cîhanê, danûstendin û berjewendîyên dewletan, aktorên cîhanî û pîlan-Projeyên wan baş bixwînin; binirxînin, ku bikaribin derîyek xêrê ji miletê xwe re bibînin. Tenê bi şer ev derî venabe! Dijminên me xurtin û çav berdane axa me. Di nav sazîyên navdewletî de xwedî cîh û hêzin. Dixwazin me li cîhanê bêwelat, bêdewlet, bê cîh û war bihêlin!
Çima Emerîka rê da ku dewleta tirk axa Başûrê Rojavayê Kurdistan dagir bike û rê da ku demografîya vî beşê Kurdistan bêt guhertin?
Çima Emerîka û Hêzên Hevpeymanan hişt ku PYD/YPG/HSD teslîmî Sûrîye bibin û Sûrîye bi rehetî were li ser herêma defakto bicîh bibe?
Ev bicarekê de wendakirine, an divê Kurd, xwe biserhevde bînin û raya xwe, hêzên xwe bikin yek; ku bikaribin di nexşerêya Sûrîye de cîhek serbilind û xwedî statu ji xwe re bidestbixîn?
Berî ku Kurd Emerîka rexne bikin, divê li xwe vegerin û sîyaseta xwe, hewlên xwe deynin ber neşterê û şîrove bikin! Ku em ne parêzgerê doza Kurdistan bin, kesek ji bona me berjewendîyên xwe naxe tehlûkê. Têkbirina me jî û rizgarîya me jî, di têkilîyên li ser esasên berjewendîyan tên sazkirin. A girîng ewe, ku em vê tercîha xwe, li gor berjewendîyên Kurd û Kurdistan, bikaribin bihonin.
Rêveberîya Başûrê Rojavayê Kurdistan, bi hezaran keç û xortên kurdan, ji bona şerê wekaletê kirin cangorî. Ji bona bajarên ereban bi hezaran keç û xortên me bûn cangorî. Îro Kurd ji axa xwe mahacir bûn. Xeteyên ku li Başûrê Rojavayê Kurdistan pêkhatin, bûn sebeb ku keç û xortên kurdan di şerê wekaletê de keda wan, xwîna wan bi erzanî bêt firotin, bêt xerckirin.
Bûn sebeb ku Kurd ji xaka xwe koçber bibin, demografîya vî beşê Kurdistan bêt guhertin û mafê miletê Kurd li vî beşê Kurdistan berbi warekî nedîyar de biçe!

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.
1843 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:01:16

Şeyhmus Ozzengîn

Nivîsên Dawî a Nivîskar

Dîrok û Sebebên Wendakirina Berxwedanên Kurdistanê II Dîrok û Sebebên wendakirina Berxwedanên Kurdistanê! Abdullah Kiran û Kurdperwerî! Mirwet! Di bin baskê dijminan de Kurdistan nayê parastin! Dadgeha Federal A İraqê Ne Destûrî ye! Hunermend, Şêwekar û Pêkersaz, Sîyabend Kaya! Divêtîya Herêma Kurdistanê bi Neştergerîyekê Heye! Bingeha Mirovatîyê Xîret e! Li Bakurê Kurdistanê Kurdî ketîye bin bandora wendabûnê! Kê Devê Leyla Zana Band Kir û Dîsa Banda wê vekir? Van rojan li ser kurdên bakurê Kurdistanê çi Dibe? Armanca Îranê, derxistina hêzên Emerîka ji herêmê ye! Dîktatorîya Îslamî û mirovatî! Panorama 2023 Dijminatîya Nemir Şêx Seîd, Dijminatîya Kurd û Kurdistanê ye Nemir Bahattîn Onen bibîr tîn im! HudaPar û HAMAS, Hizbullah! Senatorê Fransî Rémi Féraud û Rewşa Kurdistanê! Rastîya Cihûyan û sebeba dijminatîya Cihûyan! Yên Ku Rahêjin Agir Wê Destê Wan Bişewite! Rûpelek ji Dîrokê (VII) Xîyaneta 16.10.2017 an! Rûpelek Ji Dîrokê (VI) Rojên piştî Referandûmê! Rûpelek Ji Dîrokê (V) Roja referandûmê û encam! Rûpelek Ji Dîrokê (IV) Rûpelek ji Dîrokê (III) Rûpelek Ji Dîrokê (II) Biryara referandûmê! Rûpelek ji Dîrokê Rêbaza Doza Kurdistanê! Rojavayê Kurdistanê Çima Wenda Kir? Rojavayê Kurdistanê û PKK! Ma Ne Bess e? Kî Berpirsîyarêi Rewşa Şingalê ne? Hûn Nikarin Bi Herîyê Ro Yê Veşêrin! Tirkîyeyîbûn û Tirkbûn! Tirkîye, Sûrîye û Pêvajokek Nû. Muzeya Netewî a Kurdistanê û Hunermend! Birek û Dar! Erdhej û dewleta tirkan! Zarokên Kurd Başûrê Kurdistanê û Sîstema Dewletê! D A N A S Î N! J e n o s î d! Yekitîya Kurdên Êzdî gavek pîroz e! Panorama 2022 Gerîneka Sûrîyê û Rewşa Kurdan! Tirkîye Çima Ewqes Wêrek Tevdigere? Berpirsê teqînê li kêleka we rûniştî ne! Rewşa Dîyaspora Kurd li Ewrûpa! Îran qesabxaneya ciwanên çalakvanan e! Dîktatorîya îslamî û şensê xwepêşanderan li Îran! Jîna Emînî û Îran! Êlûn û Referandûm. Nabe Ku Kurd Bibin Qurbana Bê Îstîgrarîya İraqê! Dêr a Zehferanê Li İraqê Çi dibe? Kurd nebûne aktor, yên jibîrkirinê ne! Dilovanekî Kurd; Abit Gurses Çareserîya qeyranan li Kurdistanê ye, ne li İraqê! Finlandîya-Swêd û PKK! Çend Gotin Li Ser Rojeva Kurdistanê! Kurdistan û Bîra Kurd! Neo Nazîzm û Neo Stalinîzm! Rûsîya û Meramên Dîktatorî! Civîna Munchenê (MSC) û Rêveberên Kurdistanê! Dadgeha Federal û Herêma Kurdistanê! Lepên Tarî Qedexekirina dengê piralî, dîktatorî ye! Bajarê Hesekê, Zîndana Sînaî û DAÎŞ! Rewşenbîrîya Kurdan û PKK! Panorama sala 2021ê! Ji bona Kurdên Revenda Kurdistanê! Kurdistan! Bêdengîyek metirsîdar! Li Rojhilata Naverast Çawa Dawî bi Terorê tê? Têkilîyên PKK û Sûrîyê stratejîk in! Ahmet Guneştekin! Dewletek federal a İraq Mumkûn e? Modela İraq, Kurd û hilbijartin! Aqlê Dewletê û Pirsa Kurdistanê! Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron! Kurdistan û Efxanîstan! Afganistan û metodên Emerîka! Dewlet,Tirkîzm û Barbarîzm! Di têkoşîna rizgarîya netewî de rêyên Pêşengîyê: Gelo me Kurdan di ku de xeletî kir ku em rehet nikarin civata xwe bihon in? ENKSê Rê Da Ku Îradeya Kurdên Roava Binpê bibe! Mîrata Mam Celal û Şerrê Pismaman! Sebebê Boranên Nav YNK, Xîyaneta 2017 a ye! Miletperwerî, Niştimanperwerî û Emîn Îsa! TEV-DEM, Rewşenbîrî û kurdayetî! Serkirdeyên PKK û Kurdkujî! Çepitîya tirkan, dijminatîya doza Kurdistanê ye! Partîhezî û Neteweperperwerî! Riza T.Hulmanî -AGAHÎ! S.Demirtaş û „Xeta Sêyemîn“! BEXDA! Dr.Husên Duzen û mijarek civakî! DAXUYANÎ! Li ser medya Kurd, çapemenî û Mafê Nivîskaran! Danasîna Romanek Bîyografîk: ''Me Kilîda Çîyê Wenda kir!'' Ji xaka Kurdistanê Papa çi mesaj dan cîhanê? Ji Raya Giştî re Êrîşkarên ser Herêma Kurdistanê hêza xwe ji ku digirin? Li Roavayê Kurdistanê kî bi denkleman dilîze? Emerîka û Pirsgirêkên Rojhilata Naverast! Îran, Tehdîdek Mezine li ser Herêma Kurdistanê! „Pêvajoka Aşitîyê“ û Doza Kurdistanê! PANOREMA 2020 Fabel û Riza Topalê Hulmanî! Riza Topalê Hulmanî- DANASÎN! GELÎYÊ ZÎLAN! Nîjadperestîya Ereban û Mistefa Kazimî! Di Herêmê de Gavên Dîplomatîk! Pirsa Kurdistan û Prof. Dr. Michael Gunter! Kurdistan û Dr. Peter Galbraith! „Serxwebûna Kurdistanê, ji bo Kurdistan û ji bo Iraqê jî baştir e.“ Joe Biden û Kurd! John Bolton û Pêvîstîya Gavên Dîplomasîyê! Nabe ku em carek din dijminên xwe biceribînin! Peymana stratejî ya li gel Iraqa yekgirtî! Heftanîn Pêsîra Kurdistanê ye! Tifaqek Kurdî, lê bê Ala Kurdistanê! Divê Kurd li ser axa xwe îradeya xwe bikar bînin! Başûrê Kurdistanê carek din rû bi rûyî dorpêçê ye! Rolekî Mezin dikeve ser milê Emerîka! Kurd li Rojavayê Kurdistan bê vîzyon in! 'Peymana Sedsale‘a Rojhilata naverast! Mazlûm Kobanî û lihevkirina Rojavayê Kurdistan! Îran Dijminekî Kone Ye! Li Rojhilata Naverast Pozîsyon Têt Guhertin! Divê Em Rewşa Qeyranên İraqê Baş Bixwînin. YNK Ne Kongre, Lê Şanoyek Lidarxist! Pirsgirêkên YNK û Kongre! Li Çarhawêrê Kurdistan Agir Dibare! Emerîka Piştgirê Guhertina Demografîya Kurdistan e! Wê dahatên neftê ji kurdan re bin Denklem Tên Guhertin! Divê Kurd Çi bikin? Ewrên Reş û Rojavayê Kurdistan Rewşa Rojavayê Kurdistan Metirsîdar e! Li Sûrîye Guhertin û Denklem! Hafiza Kurdan Divê jibîr ne ke! Kole û Efendî! Denklema Stratejîya Emerîka û Kurd! Hunermend -Arif Sevinç Hunermendê Mozayîkê, Îman Hisên Kurdistan û Kedkarên Berhemên Milî! Mîrê Hêkan (Cemal Ebdo) Li Derdorê Girava Kibris Pêşî li tirkan Têt Girtin! Şûjin Biranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayek Jin Beşa II. 'Yekîneya Bikêşe!' Bîranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayeke Jin!
x