Rewşa Rojavayê Kurdistan Metirsîdar e!

Ev 8 sale li Sûrîye şerê navxweyî berdewame. Opozîsyona Sûrîye ji bingehek opozîsyonî derketîye û bûye hêzek çekdar a di destê aktorên herêmê û yên hêzên navdewletî de.

Şeyhmus Ozzengîn

26.09.2019, Per | 20:01

Rewşa Rojavayê Kurdistan Metirsîdar e!
Nêrîn Belav bike

Eger Kurdên Başûrê Rojavayê Kurdistan, rewşenbîr, pîspor, siyasetmedar û aqilmendên Kurd zorîyê nedin rêxistinên xwe, bingehek netewî avanebe û xwedî li axa xwe dernekevin, pîlanên dagirkeran li ser asta amadekirina „mekezagona Sûrîye“ de, di asta bicîhkirina penaberên Sûrîya û guhertina demografîya Başûrê Rojavayê Kurdistan de û di asta destkeftinên Kurd û Kurdistan de wê têkherin. Ev tehlûke derketîye holê û liber me ye.

Di nav van gur, keftar û wawîkan de 2 nûnerên Kurd, pişt jikestî û stûxwar wê bikaribin çi bikin?

Dema ku dengê ewran û şirqîna tava teyrokê, ji dûr ve xuya dike, ewr jî bi lez li hev digerin, dicivin, kom dibin, reş û sîpî dibin, derdor tarî dibe û ji derbekê de brûskek, ku erd bihejîne, li ser serê me dişirqîne. Êdî tiştê ku bibare despêkirîye. Eger di pêvajoka kombûna ewran de tedbîr nehatibin stendin, wê xiramet jî mezin be.

Ev 8 sale li Sûrîye şerê navxweyî berdewame. Opozîsyona Sûrîye ji bingehek opozîsyonî derketîye û bûye hêzek çekdar a di destê aktorên herêmê û yên hêzên navdewletî de.

Opozîsyona Sûrîye, di nava civata medenî de jî bingeha xwe wendakiriye û nemeşrû ye. Wan hêzên çekdar ku wek „opozîsyon“a Sûrîyê xwe didin nîşan, çeka mezin a di destê Tirkîye de, ku li henber kurdan bikarbîne ye. Di heywesta dijraberîya kurdan de karesatên van hêzan û Tirkîye hevûdû temam dikin. Li Efrîn û derdorên Cerablûs û Babê karesatên ku dibin, mînakên zordarîya dewleta Tirk û hemahengîya di navbera wan û van hêzên çekdar de ye.

Bi pêşengîya Rusîya, Îran û Tirkîye û piştgirîya Netewên Yekgirtî (NY) „Komîsyona Pêkanîna Destûra Sûrîye“ hat neqandin. Di vê Komîsyona Pêkanîna Destûra Sûrîye de 150 rêvebir û nûner cîh digirin. Ji van 50 kes nûnerên NY., Rejîma Sûrîyê jî bi 50 nûneran, Opozîsyon ku ENKS jî dinav de bi 50 nûneran beşdar dibe. Ji van tenê 2 nûner (Ji ENKS) wek nûnerên kurdan hatine hilbijartin. Gazî PYD nekirine û beşdar nabe.

Pêkanîna Komîsyona Destûra Sûrîye di bin çavdêriya navdewletî de wek „serkeftinek ji hemû gelê Sûriyê re“ didin nîşan! Lê di eslê xwe de têkbirina kurdan û binpêkirina mafê kurdên Başûrê Rojavayê Kurdistan bi xwe ye.

Ji destpêka şerê navxwe yê Sûrîye de, min nivîsand û eşkere kir, ku Kurd li ser axa xwe ênîyek niştimanî û hevgirtî ava nekin û bi artêşek netewî xwedî li axa xwe dernekevin û neparêzin, wê têkherin! Niha li ser kurdan ewrên reş kom dibin û ji hawîrdor de wê Kurd dibin tava teyrokê de, raserî tehlûkên mezin werin.

Sebeba vê, berpirsiyarê vê a serete helwesta PKK/PYD û têkilîyên YPG yên ji siyasetek netewî dûr, yên berjewemendîyên partîzanî bi rejîma Sûrîye re ne. Kurd wê xirameta siyaseta total3iter bidin. Ev têkilî, bûn sebeb ku Kurd di Pêkanîna Komîsyona Destûra Sûrîye de, bi şîveyek hevgirtî û xurt cîhên xwe negirin!

Mijarên li pêşîya vê Komîsyonê evin:

1-Pêkanîna herêma ewle,

2-Amadekirina Destûrek nû ji bona Sûrîye.

3-Rawestandina şerê li Sûriyê û pirsa penaberan.

Ev demeke seranserê Rojhilata Naverast wek gilokek agir di şer de ye. Kurd û Kurdistanî di nav vê giloka agir de liber xwe didin. Kurd Kurdistanî di nav vê mij û nediyarîya rewşa herêmê de, pir qurbanî dan û qahremanîyên dîrokî tomar kikin. Darên zeytûnê û sengerên şer hinbêz kirin û xwestin ku xaka xwe biparêzin. Mixabin hesabên piçûk, hizbî, sîyasetek totalîter û ji hestên netewî dûr, ev ked û xwîna şervanên Kurd xist bin bandorek neyênî û pêşerojek nedîyar.

Min her gotîye; tenê tomarkirina qahremanîyên serbazî têrê nake. Pîlanên li ser Kurdistan gewre ne û şaxek wê girîng a navdewletî jî heye. Ku ev qahremanîyên serbazî, xwebexşî; ne di stratejîyek Kurd û Kurdistanî de be, tomarkirina destkevtinên siyasî û parastina xaka bavûkalan wê ne hêsan be.

Îro ev rewş bi zelalî derketîye ber me, ku di nav gur û wawîkan de eger Kurd ne hevgirtî û xwedî biryarên netewî bin, di asta dîplomasî de şensê kurdan, ku di van komîsyonan de mafê gelê xwe biparêzin û destkevtinan tomarbikin tineye.

Rejîma Sûrîye bi 50 nûneran di komîsyonê de cîhê xwe digire. Li ser pirsa Kurd û Kurdistan hevalbendên vê dewletê Rûsîya, Îran û Tirkîye ye. Ev dewlet di nav nûnerên NY de jî xwedî bandorin. „Opozîsyon“ a Sûrîye jî bi 50 nûneran beşdare û „opozîsyon“ a rejîma Sûrîye jî, dijminatîya kurdan dike. Di warê Pirsgirêka Kurd û Kurdistan de helwesta nûnerên „opozîsyon“ê, helwesta rejîma Sûrîye, helwesta Rûsîya, Îran û Tirkîye yek helweste.

Gotina dawî ya PKK/PYD û YPG jî hemahengîya bi Rejîma Sûrîye re ye. Ji her ku her cîh lê teng bûye, her di daxûyanîyên xwe de ev eşkere anîye ziman û gotîye; „eger di qada navnetewî de em tenê bimînin û em têkevin bin êrîş û tehdîdên Tirkîye, emê herin cem rejîmê“(!)

Hîn destpêke!

Eger Kurdên Başûrê Rojavayê Kurdistan, rewşenbîr, pîspor, siyasetmedar û aqilmendên Kurd zorîyê nedin rêxistinên xwe, bingehek netewî avanebe û xwedî li axa xwe dernekevin, pîlanên dagirkeran li ser asta amadekirina „mekezagona Sûrîye“ de, di asta bicîhkirina penaberên Sûrîya û guhertina demografîya Başûrê Rojavayê Kurdistan de û di asta destkeftinên Kurd û Kurdistan de wê têkherin. Ev tehlûke derketîye holê û liber me ye.

Di nav van gur, keftar û wawîkan de 2 nûnerên Kurd, pişt jikestî û stûxwar wê bikaribin çi bikin?

26.09.2019

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.

2713 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:29:12

Şeyhmus Ozzengîn

Nivîsên Dawî a Nivîskar

Dîrok û Sebebên Wendakirina Berxwedanên Kurdistanê II Dîrok û Sebebên wendakirina Berxwedanên Kurdistanê! Abdullah Kiran û Kurdperwerî! Mirwet! Di bin baskê dijminan de Kurdistan nayê parastin! Dadgeha Federal A İraqê Ne Destûrî ye! Hunermend, Şêwekar û Pêkersaz, Sîyabend Kaya! Divêtîya Herêma Kurdistanê bi Neştergerîyekê Heye! Bingeha Mirovatîyê Xîret e! Li Bakurê Kurdistanê Kurdî ketîye bin bandora wendabûnê! Kê Devê Leyla Zana Band Kir û Dîsa Banda wê vekir? Van rojan li ser kurdên bakurê Kurdistanê çi Dibe? Armanca Îranê, derxistina hêzên Emerîka ji herêmê ye! Dîktatorîya Îslamî û mirovatî! Panorama 2023 Dijminatîya Nemir Şêx Seîd, Dijminatîya Kurd û Kurdistanê ye Nemir Bahattîn Onen bibîr tîn im! HudaPar û HAMAS, Hizbullah! Senatorê Fransî Rémi Féraud û Rewşa Kurdistanê! Rastîya Cihûyan û sebeba dijminatîya Cihûyan! Yên Ku Rahêjin Agir Wê Destê Wan Bişewite! Rûpelek ji Dîrokê (VII) Xîyaneta 16.10.2017 an! Rûpelek Ji Dîrokê (VI) Rojên piştî Referandûmê! Rûpelek Ji Dîrokê (V) Roja referandûmê û encam! Rûpelek Ji Dîrokê (IV) Rûpelek ji Dîrokê (III) Rûpelek Ji Dîrokê (II) Biryara referandûmê! Rûpelek ji Dîrokê Rêbaza Doza Kurdistanê! Rojavayê Kurdistanê Çima Wenda Kir? Rojavayê Kurdistanê û PKK! Ma Ne Bess e? Kî Berpirsîyarêi Rewşa Şingalê ne? Hûn Nikarin Bi Herîyê Ro Yê Veşêrin! Tirkîyeyîbûn û Tirkbûn! Tirkîye, Sûrîye û Pêvajokek Nû. Muzeya Netewî a Kurdistanê û Hunermend! Birek û Dar! Erdhej û dewleta tirkan! Zarokên Kurd Başûrê Kurdistanê û Sîstema Dewletê! D A N A S Î N! J e n o s î d! Yekitîya Kurdên Êzdî gavek pîroz e! Panorama 2022 Gerîneka Sûrîyê û Rewşa Kurdan! Tirkîye Çima Ewqes Wêrek Tevdigere? Berpirsê teqînê li kêleka we rûniştî ne! Rewşa Dîyaspora Kurd li Ewrûpa! Îran qesabxaneya ciwanên çalakvanan e! Dîktatorîya îslamî û şensê xwepêşanderan li Îran! Jîna Emînî û Îran! Êlûn û Referandûm. Nabe Ku Kurd Bibin Qurbana Bê Îstîgrarîya İraqê! Dêr a Zehferanê Li İraqê Çi dibe? Kurd nebûne aktor, yên jibîrkirinê ne! Dilovanekî Kurd; Abit Gurses Çareserîya qeyranan li Kurdistanê ye, ne li İraqê! Finlandîya-Swêd û PKK! Çend Gotin Li Ser Rojeva Kurdistanê! Kurdistan û Bîra Kurd! Neo Nazîzm û Neo Stalinîzm! Rûsîya û Meramên Dîktatorî! Civîna Munchenê (MSC) û Rêveberên Kurdistanê! Dadgeha Federal û Herêma Kurdistanê! Lepên Tarî Qedexekirina dengê piralî, dîktatorî ye! Bajarê Hesekê, Zîndana Sînaî û DAÎŞ! Rewşenbîrîya Kurdan û PKK! Panorama sala 2021ê! Ji bona Kurdên Revenda Kurdistanê! Kurdistan! Bêdengîyek metirsîdar! Li Rojhilata Naverast Çawa Dawî bi Terorê tê? Têkilîyên PKK û Sûrîyê stratejîk in! Ahmet Guneştekin! Dewletek federal a İraq Mumkûn e? Modela İraq, Kurd û hilbijartin! Aqlê Dewletê û Pirsa Kurdistanê! Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron! Kurdistan û Efxanîstan! Afganistan û metodên Emerîka! Dewlet,Tirkîzm û Barbarîzm! Di têkoşîna rizgarîya netewî de rêyên Pêşengîyê: Gelo me Kurdan di ku de xeletî kir ku em rehet nikarin civata xwe bihon in? ENKSê Rê Da Ku Îradeya Kurdên Roava Binpê bibe! Mîrata Mam Celal û Şerrê Pismaman! Sebebê Boranên Nav YNK, Xîyaneta 2017 a ye! Miletperwerî, Niştimanperwerî û Emîn Îsa! TEV-DEM, Rewşenbîrî û kurdayetî! Serkirdeyên PKK û Kurdkujî! Çepitîya tirkan, dijminatîya doza Kurdistanê ye! Partîhezî û Neteweperperwerî! Riza T.Hulmanî -AGAHÎ! S.Demirtaş û „Xeta Sêyemîn“! BEXDA! Dr.Husên Duzen û mijarek civakî! DAXUYANÎ! Li ser medya Kurd, çapemenî û Mafê Nivîskaran! Danasîna Romanek Bîyografîk: ''Me Kilîda Çîyê Wenda kir!'' Ji xaka Kurdistanê Papa çi mesaj dan cîhanê? Ji Raya Giştî re Êrîşkarên ser Herêma Kurdistanê hêza xwe ji ku digirin? Li Roavayê Kurdistanê kî bi denkleman dilîze? Emerîka û Pirsgirêkên Rojhilata Naverast! Îran, Tehdîdek Mezine li ser Herêma Kurdistanê! „Pêvajoka Aşitîyê“ û Doza Kurdistanê! PANOREMA 2020 Fabel û Riza Topalê Hulmanî! Riza Topalê Hulmanî- DANASÎN! GELÎYÊ ZÎLAN! Nîjadperestîya Ereban û Mistefa Kazimî! Di Herêmê de Gavên Dîplomatîk! Pirsa Kurdistan û Prof. Dr. Michael Gunter! Kurdistan û Dr. Peter Galbraith! „Serxwebûna Kurdistanê, ji bo Kurdistan û ji bo Iraqê jî baştir e.“ Joe Biden û Kurd! John Bolton û Pêvîstîya Gavên Dîplomasîyê! Nabe ku em carek din dijminên xwe biceribînin! Peymana stratejî ya li gel Iraqa yekgirtî! Heftanîn Pêsîra Kurdistanê ye! Tifaqek Kurdî, lê bê Ala Kurdistanê! Divê Kurd li ser axa xwe îradeya xwe bikar bînin! Başûrê Kurdistanê carek din rû bi rûyî dorpêçê ye! Rolekî Mezin dikeve ser milê Emerîka! Kurd li Rojavayê Kurdistan bê vîzyon in! 'Peymana Sedsale‘a Rojhilata naverast! Mazlûm Kobanî û lihevkirina Rojavayê Kurdistan! Îran Dijminekî Kone Ye! Li Rojhilata Naverast Pozîsyon Têt Guhertin! Divê Em Rewşa Qeyranên İraqê Baş Bixwînin. YNK Ne Kongre, Lê Şanoyek Lidarxist! PANORAMA 2019 an! Pirsgirêkên YNK û Kongre! Li Çarhawêrê Kurdistan Agir Dibare! Emerîka Piştgirê Guhertina Demografîya Kurdistan e! Wê dahatên neftê ji kurdan re bin Denklem Tên Guhertin! Divê Kurd Çi bikin? Ewrên Reş û Rojavayê Kurdistan Li Sûrîye Guhertin û Denklem! Hafiza Kurdan Divê jibîr ne ke! Kole û Efendî! Denklema Stratejîya Emerîka û Kurd! Hunermend -Arif Sevinç Hunermendê Mozayîkê, Îman Hisên Kurdistan û Kedkarên Berhemên Milî! Mîrê Hêkan (Cemal Ebdo) Li Derdorê Girava Kibris Pêşî li tirkan Têt Girtin! Şûjin Biranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayek Jin Beşa II. 'Yekîneya Bikêşe!' Bîranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayeke Jin!
x