Jeffrey: YPG li Sûriyê baskekî PKKê ye

Nûnerê Taybetê Amerîka yê Sûriyê ragihand, ku YPG li Sûriyê baskekî PKKê ye lê Amerîka PYDê wek ‘rêxistineke terorî’ nas nake.

16.11.2018, Cum - 06:31

Jeffrey: YPG li Sûriyê baskekî PKKê ye
Nuçe Belav bike

Nûnerê Taybetê Amerîka yê Sûriyê James Jeffrey di lûtkeya parastina salane ya saziya medyayî ya “Defense One” de behsa peywendiyên Amerîka li gel Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û Partiya Yekîtî ya Demokratîk (PYD) kir.

James Jeffrey da xuyakirin, ku divê Amerîka li Sûriyê him li gel YPGê him jî li Tirkiyê kar bike û bo pirseke di derbarê hevsengiya vî karî de got:

“Ev gelek bi zehmet e. Ji ber ku ger ne beşdariya aktîf û hevkariya Tirkiyê bûya, me nedikarîbû îro ew tiştên li li Sûriyê kirine, bikira lê bêyî hevkarekî xwecihî jî me nedikarîbû li bakurêrojhilatê wî welatî hebûna xwe û têkoşîna xwe li dijî DAIŞê berdewam bikira. Ev hevkarê xwecihî, ji sala 2014a vir ve baskê PKKê yê li Sûriyê PYD ye lê em wê wek PKKê, wek rêxistineke terorî nas nakin. Ev mijar bo Tirkan nîgeraniyeke mezin e lê me hêj ew nekiriye.”

Nûnerê Taybetê Amerîka yê Sûriyê da zanîn ku têkçûna DAIŞê bo ewlehiya Tirkiyê jî mijareke sereke ye û ji ber vê yekê Enqere tehamulê peywendiya Amerîka û YPGê dike û got, “Li Sûriyê gava me biryar da, ku piştî têkbirina DAIŞê jî polîtîkayeke me heye, Tirkan bo me zehmetî derxistin.

Li ser pirsa bijartineke di nav Tirkiye û YPGê de jî James Jeffrey got: “Nabe em yekî li dijî yekî din bigirin. Ger me pişta xwe bi Tirkiyê an jî bi hevkarên xwe yên li bakurêrojhilatê Sûriyê HSDê bikira, dê rola me ya anîna aşitiyê bo Sûriyê ji zû ve biqediya. Em hewl didin herdu aliyan razî bikin bo armancên hevpar. Ji ber ku PYD jî dixwaze li Sûriyê hikûmeteke cuda hebe, naxwaze Îran li wir be û dixwaze DAIŞ têk biçe lê li vir pirsgirêk ew e, ku ji ber sedemên tên fêmkirin Tirkiye naxwaze li ser sînorê xwe yê başûr aliyên ku li gel PKKê rêkevtî ne, bibîne.”

Nûnerê Taybetê Amerîka yê Sûriyê ragihand, ku ew dê YPGê bikişîne rojhilatê Feratê û bi vî awayî Tirkiyê razî bike û got, ew wek çekên giran didin komên din ên li herêmê, nadin YPGê û tenê çekên sivik ên leşkerî dane wê.

Jeffrey anî ziman, ku wan beriya niha mûşekên dijî tankan ên bi modela TOWê dane komên opozîsyon ên Sûrî lê ev nedane YPGê.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1156 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:23:09
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x