Pevçûnên liser sinor berdevame: Ji Tirkiyê û PKKê daxuyaniyên nû

Wezareta Parastinê ya Tirkiyê ragihand ku li herêma operasyona Pence-Kilîd û li xeta sînorê Metîna-Zap-Avaşînê efserekî wan hatiye kuştin. Li aliyê din Hêzên Parastina Gel (HPG) da zanîn ku di şerê li Avaşînê de 12 leşkerên Tirkiyê hatine kuştin.

19.04.2022, Sal - 13:14

Pevçûnên liser sinor berdevame: Ji Tirkiyê û PKKê daxuyaniyên nû
Nuçe Belav bike

Di demekê de ku îro duyemîn roja birêveçûna operasyona nû ya Tirkiyê li navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê ye, Wezareta Berevaniya Tirkiyê û HPGê derbarê operasyonê de daxuyaniyên nû dan.

Wezareta Berevaniya Tirkiyê di daxuyaniyekê de ragihandiye, li herêma operasyona Pence-Kilîd û li xeta sînorê Metîna-Zap-Avaşînê teqemeniyek bi efserekî wan ê bi navê Omer Delibaş ve teqiyaye û ew bi giranî birîndar bûye û wî radikin nexweşxaneyê.

Li gor daxuyaniyê, piştî ku efserê birîndar radikin nexweşxaneyê, tevî hemû hewldanan ji ber dijwariya birînan canê xwe ji dest daye.

Tirkiyê doh Duşembiyê ragihandibû ku 19 gerîlayên PKKê ji destpêka operasyonê Pence-Kilîd ve canê xwe ji dest dane.

HPGê kuştina 12 serbazên Tirkiyê li Avaşîn ragihand

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Parastina Gel (HPG), kuştina 12 serbazên artêşa Tirkiyê li navçeya Avaşîn a Başûrê Kurdistanê ragihand.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Parastina Gel (HPG) di daxuyaniyekê de amaje bi wê yekê daye ku roja Duşemê 18ê Nîsana 2022ê demjimêr 09:40 deqe hêzên artêşa Tirkiyê li Avaşîn hewl dane pêş bikevin û gerîlayan rê li ber wan girtiye.

Li gor daxuyaniyê, dema wê hêza artêşa Tirkiyê xwestiye ber bi navçeya Werxelê pêş bikeve, şer derketiye û di şer de gerîlayan bi narincok û awayê yek kesî êrîşî artêşa Tirkiyê kirine û di şer û pevçûnan de 12 leşkerên Tirkiyê hatine kuştin.

HPGê sibeha roja Duşembê jî ragihandibû ku li deverên Avaşîn û Zapê 28 leşkerên Tirkiyê hatine kuştin, 9 leşkerên din jî birîndar bûne û herwiha derb li du helîkopteran jî dane.

Ev di demekê de ye Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê heta niha kuştina efserekî welatê xwe di wê operasyonê de ragihandiye ku berê sibeha roja Duşembê bo ser navçeyên Metîna, Zap û Avaşîn ên Başûrê Kurdistanê destpê kiriye.

Tirkiyê herwiha doh Duşembiyê ragihandibû ku 19 gerîlayên PKKê ji destpêkirina operasyonê Pence-Kilîd de canê xwe ji dest dane.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 725 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:39:42
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x