Goranê ji bo deynên Kurdistanê pêşniyarek ecêp li Ebadî kir

Endamê Şaneya Kargêr Şoriş Hacî duh li ser rûpela xwe ya şexsî ya Facebookê pêşniyarek li Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî kir ku di şûna sizakirina gelê Kurdistanê, dest deyne ser mal û milkên rayedarên mezin ên Kurdistanê daku deynên Herêma Kurdistanê yên petrolê yên çend salên borî bide.

23.11.2017, Per - 11:34

Goranê ji bo deynên Kurdistanê pêşniyarek ecêp li Ebadî kir
Nuçe Belav bike

Hacî li ser rûpela xwe diyar kir ku "Ebadî dikare deynên li Herêma Kurdistanê bide bêyî ku gelê Kurdistanê siza bike yan jî ji para wê ya budçeya Iraqê veqetîne" û got, " dikare dest deyne ser mal û milkên rayedarên payebilind ên kurd ên li derve yan jî li hundirê herêmê."

Rayedarê Goranê daxuyaniya xwe wiha dewam kir: "Wan rayedarên (Herêma Kurdistanê) sermyana gelê kurd bertelef kir û siyaseteke xerab di warê petrol û aboriyê de meşand ku bû sedema deynên mezin bêyî ku ti têkiliya gelê kurd bi wan deynan hebe. Ew pereyên mezin hatin deynkirin bêyî ku Parlementoya Kurdistanê qebûl bike yan jî ji bo projeyên ku xizmeta gelê kurd xerç bike."

Her wiha di berdevamiya axaftina xwe de Hacî bal kişand ser şirketên ku deyn dane Herêma Kurdistanê û wiha dibêje: "Hikûmeta Herêma (Kurdistanê) nêzîkî çardeh milyar dolar ji Tirkiye û şirketên wek Vetol, Rosneft, General Enerjî, Dane Gasê û hinek şirketên din ên veberhênanê deyn kirine li gel deynên xelkê jî hene. Desthilata herêmê ev deyn û girêbest pêk anîne bêyî ku rizamnediya Parlementoya Kurdistanê, xelkê Kurdistanê yan jî saziyên din ên meşrû yên herêma Kurdistanê bistîne."

Di dawiyê de Dr. Şoriş Hacî diyar dike ku "xwediyên deynan daxwaza mafên xwe dikin û deynên xwe dixwazin lê nabe ku ew deyn ji pişka Herêma Kurdistanê ya di budçeya Iraqê de bên veqetandin. Herwiha nabe ku piraniya muçeyên welatiyên Kurdistanê bên birîn û bi vî awayî werin sizadan. Baştirîn rê ji bo stendina wan deynan ew e ku milkên kesên ev deyn çêkirine û malê gelê kurd talan kiriye were desteserkirin lê divê ev jî bi hevkariya li gel raya giştî ya navdewletî were kirin."

sputnîk
Vî nûçeyê tevayî: 1623 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:46:58
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x