Li taxa Sadr City ya li rojhilatê Bexdayê êrîşek bi navgîneke bombebarkirî pêk hat û di encamê de herî kêm 33 kes hatin kuştin û 48ên din birîndar bûn.
Polîsan û peywirdarên tenduristiyê ragihand ku êrîş bi navgîneke bombebarkirî li taxa Sadr pêk hatiye.
Hîn ti kesî berpisyariya xwe li ser êrîşê ranegihandiye lê DAIŞ gelek caran êrîşên wiha li Bexdayê dike.