Li Bexdayê krîza ‘Kurdistanê'

Endamê Parlamentoya Iraqê yê Tevgera Bedir Henin Qedo di axaftina xwe de ragihand ku Ebadî ji bo nesepandina ambargoya li hemberî Kurdistanê tolê ji Wezîrê Navxweyî yê Iraqê distîne.

29.12.2017, Cum - 07:01

Li Bexdayê krîza ‘Kurdistanê'
Nuçe Belav bike

Endamê Parlamentoya Iraqê yê Tevgera Bedir Henin Qedo di axaftina xwe ya Bexda Newsê de ragihand ku Serokwezîr Heyder Ebadî ji bo nesepandina ambargoya li hemberî Kurdistanê tolê ji Wezîrê Navxweyî yê Iraqê Qasim Eracî distîne.

Henin Qedo di berdewamiya axaftina xwe de dibêjje: "Wezîrê Navxweyî Qasim Eracî di demeke kin de gelek karên serkeftî kirin, lê erka wî ji aliyê heyder Ebadî ve hatin kêmkirin."

Rojnameya Ukazî ku navenda wê li Riyada Erebîstana Siûdî ye di hejmara xwe ya 26ê Berfenbarê de nûçeyek bi sernavê ‘Ebadî tola xwe ji Eracî distîne' belav kir. Li gorî nûçeyê Heyder Ebadî xwestiye beşek artêşa Iraqê li hinek navçe û bajarê Silêmani yê Herêma Kurdistanê bi cih bike, lê Qasim Eracî li dijî vê planê derketiye û lewma Ebadî ji bo vê dixwaze ji Eracî tolê bistîne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1267 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:16:47
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x