Nûnerê Netewên Yekbûyî (NY) li Iraqê (UNAMİ) Jan Kubis li gel merciya bilind a şîeyên Iraqê Ayetullah Elî Sîstanî çiviye û behsa mafên destûrî yên gelê Kurdistanê yên di destûra Iraqê de kirin.
Li gor daxuyaniya UNAMİ ku duh 29.11.2017ê pêkhat, Jan Kubis û Elî Sîstanî mafên destûrî yên Kurdistanê yên di destûrî mayînde ya Iraqê de gotûbêj kirine û garantî kirina mafên destûrî yên herêma Kurdistanê amaje pê kirine.