Muqteda Sedr: Di pêngava yekem de tevli rizgarkirina navçeya Kesk bibin

Rêberê Tevgera Sedr Muqteda Sedr xwepêşandanên alîgirên xwe yên li Parlamentoya Iraqê weke “şoreşeke aştiyane” bi nav kir û bang li hêzên ewlehiyê û gel kir ku piştgiriyê bidin “şoreşê”.

01.08.2022, Pts - 07:13

Muqteda Sedr: Di pêngava yekem de tevli rizgarkirina navçeya Kesk bibin
Nuçe Belav bike

Ji pêr Înê ve alîgirên Muqteda Sedr li Bexdayê dest bi xwepêşandaneke mezin kirine û çûne nav avahiya parlamentoyê û avahî bi temamî kontrol kirine.

Muqteda Sedr roja Yekşemê derbarê xwepêşandanên alîgirên xwe di du rojên derbasbûyî de peyamek li ser twitterê belav kir.

Sedr dibêje, “Ev şorişa xwerisk a niha ku navçeya Kesk azad kiriye, wek qonaxa yekem derfeteke zêrîn e û hêvîdarim ku jidestdana derfeta zêrîn a yekem a sala 2016 dubare nebe.”

Sala 2016an jî weke niha û ji bo nîşandana nerazîbûna xwe li bermaber gendeliyê û piştgiriya bo reformê, alîgirên Sedr derbasî nav avahiya parlamentoya Iraqê bûn.

Muqteda Sedr dibêje, “ev derfeteke din e bo dawîanîn bi sitem û gendelî û takrewiya desthilatê, herwiha derfet e ji bo guherîna bingehîn a sîstema siyasî û destûrî û hilbijartinan.”

Nûçegihanê Rûdawê li Bexdayê Mistefa Goran ragihand, piştî twîtta Muqteda Sedr xelk pêl pêl ber bi navçeya Kesk ve diçin û dixwazin tevlî refên xwepêşanderan bibin.

Rêberê Tevgera Sedr daxwaz ji hemû aliyan û bi taybet ên hêzên ewlehiyê, welatiyan û eşîrên Iraqê jî kir, ku piştgiriya şoreşgêran bikin bo reformê û got, “Eger we ev derfet ji dest da, gazinan ji min nekin.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 468 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:10:34
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x