Sûdanî: Şandina mûçeyên Herêma Kurdistanê dê berdewam be

Serokwezîrê Iraqê di kongreyeke rojnamevanî de, ragihand, heta sererastkirina yasaya bûdceyê, şandina mûçeyên Herêma Kurdistanê dê berdewam be.

20.02.2024, Sal - 17:57

Sûdanî: Şandina mûçeyên Herêma Kurdistanê dê berdewam be
Nuçe Belav bike

Li gorî ragihandinan Serokwezîrê Iraqê di konferansa rojnamevanî de piştrast kir ku şandina pereyan bo mûçeyên Herêma Kurdistanê dê berdewam be.

Serokwezîrê Iraqê dibêje, wan hewl daye pirsgirêkên ku di dema borî de ligel Herêma Kurdistanê hebûn, çareser bikin. Herwiha tekez kir jî, şandina wan pereyan bo Herêma Kurdistanê dê heta sererastkirina yasaya bûdceyê berdewam be.

Her wiha hat zanîn ku, 618 milyar dînar dê di 27 yan 28ê Sibatê de ji Herêma Kurdistanê re were şandin.

Li gorî agahiyan, Wezareta Darayî ya Iraqê piştî dabeşkirina mûçeyên wezaretên Iraqê, dê 618 milyar dînar ji Herêma Kurdistanê re bişîne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 307 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:29:59
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x