Wezareta Derve ya Iraqê şewitandina Balyozxaneya Swêdê şermezar kir

Wezareta Derve ya Iraqê bi tundî şewitandina Balyozxaneya Swêdê ya li Bexdayê şermezar kir ku sibeha îro Pêncşemê hat şewitandin.

20.07.2023, Per - 06:46

Wezareta Derve ya Iraqê şewitandina Balyozxaneya Swêdê şermezar kir
Nuçe Belav bike

Wezareta Derve ya Iraqê di daxuyaniya xwe de dibêje, şewitandina Balyozxaneya Swêdê ya li Bexdayê dikeve di çarçoveya êrîşa ser nûnertiyên dîplomatîk de û metirsî li ser ewlekariya wan e.

Hikûmeta Iraqê daxwaz ji dezgehên ewlekarî yên pêwendîdar kir ku lêkolîneke bilez bikin, tedbîrên tund ên ewlehiyê werbigirin, hûrgiliyên bûyerê eşkere bikin.

Wezareta Derve tekez kiriye ku hikûmeta Iraqê aliyên ewlekariyê yên pêwendîdar erkdar kirine daku lêkolîneke bilez bikin û tedbîrên tund ên ewlekariyê werbigrin û hûrgiliyên bûyerê eşkere bikin.

Li gor daxuyaniyê, di heman demê de hatiye xwestin, nasnameya kesên ku ew kar kirine were diyarkirin û li gorî yasayan lêpirsînê bi wan re bê kirin.

Berbanga îro li Bexdayê xwepêşanderan careke din bi ser Balyozxaneya Swêdê de girtin û beşek ji balyozxaneyê şewitandin.

Bûyera serdegirtin û şewitandina beşek ji Balyozxaneya Swêdê ya li Bexdayê piştî wê yekê hat ku hikûmeta Swêdê destûr daye îro xwepêşandanek li ber Balyozxaneya Iraqê ya li Stockholmê bê lidarxistin û têde Qurana Pîroz bê şewitandin.

Roja Çarşemê 28ê Hezîranê di yekem roja Cejna Qurbanê de jî welatiyekî Iraqî yê bi navê Selwan Momîka li ber Mizgefta Stockholm a paytexta Swedê di bin tedbîrên tund ên polîsan de, pirtûka pîroz a Misilmanan, Quran şewitandibû.

Bûyera şewitandina Quranî li Swêdê, bûbû sedema gelek bertek û karvedanan li cîhanê, lê bertkên herî tund li Iraqê çêbûn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 335 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:00:20
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x