Esed: Ebubekir Bexdadî nehatiye girtin

Piştî belavbûna dengoyekê ku, berpirsê rêxistana DAIŞê ji aliyê istixbaratên Sûriyê ve hatiye girtin, îro, Serokê rejîma Sûriyê Beşar Esed girtina Ebubekir Bexdadî redkir.

21.04.2017, Cum - 06:18

Esed: Ebubekir Bexdadî nehatiye girtin
Nuçe Belav bike

Serokê rejîma Sûriyê Beşar Esed di daxuyaniyekê de ji ajansa Sputnîkê ya Rûsî bersiva pirsyara nûçeya girtina berpirsê rêxistana DAIŞê Ebubekir Bexdadî ku, di destpêka vê mehê de hatibû girtin ragehand ku, ew nûçe ne raste .

Esed da zanîn ku, ew nûçe dûre ji rastiyê ji ber ku, ew navçeyê ku, behsê dikin heta niha destê DAIŞê û ne dibin kontirola Sûriyê û Rûsyayê de ye.

Berî niha Nivîsingeha Ragihandinê ya Emîndarê Giştî yê Rêxistina Ewropa ya Ewlehî û zaniyariyan ragehand ku, agahiyên hûr li cem wan hene ku berpirsê rêxistina DAIŞê Ebûbekir Bexdadî ji aliyê Îstîxbaratên Rûsya û Sûriyê ve hatiye girtin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 2115 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:53:14
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x