Tîmeka Amerîka bo dîtina cihê Bexdadî gihişt Iraqê

Berpirsên hewalgêrîya Îraqê ragehand; tîmekê Amerîka yê taybet bo dîtina cihê xelîfê Daişê, gihişte Bexda.

18.12.2016, Paz - 14:18

Tîmeka Amerîka bo dîtina cihê Bexdadî gihişt Iraqê
Nuçe Belav bike

Biryare bi hemahengîya jêderên Îraqî, hêzên Amerîka û pişt bestin bi jêderên xelkê deverê û hozên dijî Daişê şer diken, dest bi lêgeryaneka berfireh li deverên bakur û rojavayê Îraqê biken.

Li gorî agahîyên berpirsên mezinên hewalgêrîya Îraqê yên bo malperê Erebî Cedîd aşkere kirin, tîmê Amerîka senaryoyeka temam bo wan cihan berhev kirîye, yên gomana hebûna Ebu Bekir Bexdadî, xelîfê Daişê lêbe.

Aşkere jî kir; ew tîma Amerîka di meydana Sûrîyê jî da kar kirîye, hevkarîyeka temam jî di gel şervanên Kurd heye, niha jî karê wan dê li Îraqê dest pê bike û dê berdewam be.

Doh roja înê, hikûmeta Amerîka xelatê taybet bo dîtina cihê Bexdadî, ji deh milyonan kirine bîst û pênc milyon dolar, bo her kesê agahîyan li ser cihê wî bide.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1959 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:15:52
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x