DAIŞê careke din êrîşê Kerkûkê kir!

Li eniya başûrê rojavayê Kerkûkê komek çekdarên DAIŞê êrîşê Serbazgeha Keywan a Hêzên Pêşmerge kirin. 3 çekdar hatine kuştin û 2 çekdaran jî xwe teqandin. Di dema pevçûnan de 2 pêşmerge jî şehîd bûn.

07.05.2017, Paz - 07:47

DAIŞê careke din êrîşê Kerkûkê kir!
Nuçe Belav bike

Îro danê sibê zû (07-05-2017), 5 çekdarên DAIŞê li başûrê rojavayê Kerkûkê ve êrîşê Serbazgeha Keywanê kirin.

Fermandarê Pêşmerge li Eniya Başûrê Rojavayê Kerkûkê Hîwa Ebdullah ragihand, demjimêr 02.45ê danê sibê zû, 5 çekdarên DAIŞê xwestine dize bikin nav Serbazgeha Keywanê.

Fermandarê Pêşmerge got; “Di dema êrîşê de çekdarekî terorîst xwe di derî de diteqîne, di encam de pêşmergeyê zêrevan şehîd dibe. Paşî pêşmerge li wan vegeriyan û 3 terorîst kuştin. Di dema pevçûnan de terorîstekî din jî hate kuştin. Êrîş hate têk birin.”

Hîwa Ebdullah da zanîn, ku di encama pevçûnê de 2 pêşmerge jî şehîd bûne.

Peyamnêrê Rûdawê li Kerkûkê da zanîn, ku gundên derdora Serbazgeha Keywanê ereb in. Lewma tê lêkolînkirin ka ev çekdar ji wan gundan hatine yan ji Hewîce ve hatine.

Herwiha peyamnêrê me da zanîn, ku çekdaran cilên pêşmerge li xwe kirine û rihê xwe jî traş kirine.

Hêjayê gotinê ye, Serbazgeha Keywanê yek ji mezintirîn serbazgeha Kerkûkê ye. Beriya hatina DAIŞê di Serbazgeha Keywanê de nêzîkî 12 hezar leşker hebûn. Di Hezîrana 2014ê de ligel hatina DAIŞê, leşkerên Artêşa Iraqê yên li Serbazgeha Keywanê çek û alavên xwe bi cîh hiştin û reviyan. Ji wê demê ve Hêzên Pêşmerge sînorê Kerkûkê diparêzin û serbazgehê bikartînin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1834 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:24:48
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x