DAIŞê li Kerkûkê dîsa êrişî Heşdî Şeibî kir: Kuştî û birîndar hene

Hat ragigandin ku milîtanên rêxistina terorîst ê DAIŞê li navçeya Hewîce ya Kerkûkê dîsa êrişî milîsên Heşda Şeibî kirin.

24.02.2018, Cts - 12:51

DAIŞê li Kerkûkê dîsa êrişî Heşdî Şeibî kir: Kuştî û birîndar hene
Nuçe Belav bike

Li gor çavkaniyekî ewlehî ji bajarê Kerkûkê, milîsên Heşda Şeibî li ser sînorê Hewîce yê Kerkûkê ketin kemîna milîtanên DAIŞê. Di encama kemînvedan û pevçûnê de milîsekî Heşda Şeibî hat kuştin û 3 jî birîndar bûn.

Heman çavkaniyê di axaftina xwe de ragihand ku tê çaverêkirin ku hejmareke mezein ji çekdarên Heşda Şeibî bo Kerkûkê werin şandin da ku operasyona Hewîceyê dest pê bikin.

Hêjayî gotinê ye ku hefteya borî jî milîtanên DAIŞê li gundekî Kerkûkê êrişî milîsên Heşda Şeibî kiribûn û di encamê de 27 milîs hatibûn kuştin û nêzî 20 milîs jî dîl girtibûn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1215 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:13:19
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x