Îran û Iraqê li ser petrola Kerkûkê li hev kirin û Tirkiye ji derve hiştin

Li gor nûçeya rojnameya "Financial Times" ya Birîtanî, Iraq û Îranê li hev kirine daku xeteke şandina petrolê ji Kerkûkê heta Îranê bikişînin û bi vî awayî jî petrola Kerkûkê nema bi riya Tirkiyê bê derxistin.

03.02.2018, Cts - 12:06

Îran û Iraqê li ser petrola Kerkûkê li hev kirin û Tirkiye ji derve hiştin
Nuçe Belav bike

Di nûçeya rojnameyê de tê ragihandin, pêşbînî heye ku vê hefteyê Iraq dest bi şandina petrola Kerkûkê bo Îranê bike ku ev jî piştî lihevhatina herdu welatan a li ser şandina 60 hezar bermîl rojane ya petrola Kerkûkê bo refînera Kirmaşanê pêk hatibû.

Herwiha tê diyarkirin, wê Îran jî li beramber vê bi qasî wan 60 hezar bermîlan rojane ji petrola xwe bişîne başûrê Iraqê.

Li gor Financial Timesê, Iraq û Îran plana kişandina boriya petrolê danîne, daku petrola Kerkûkê bi riya Îranê bişînin derve û nema pêwîstiya wan bi Tirkiyê hebe.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1250 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:48:11
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x