Operasyonên Artêşa Iraqê: Ji bo Kerkûkê ti hêzeke nû nehatiye şandin

Berdevkê Fermandariya Operasyonên Artêşa Iraqê Emîd Yehya Resûl nûçeyên derbarê yekîneyeke nû ji bo Kerkûkê hatine şandin de, red kirin û got ne Iraq û ne Amerîka ti hêzeke nû ji bo Kerkûkê neşandiye.

19.05.2019, Paz - 08:36

Operasyonên Artêşa Iraqê: Ji bo Kerkûkê ti hêzeke nû nehatiye şandin
Nuçe Belav bike

Berdevkê Fermandariya Operasyonên Artêşa Iraqê Emîd Yehya Resûl li ser îdiayên ku hêzeke nû bo Kerkûkê hatiye şandin daxuyanî da Rûdawê û got: “Çi ji aliyê Iraqê ve be çi ji aliyê Amerîkayê ve ti hêzeke nû ji bo Kerkûkê nehatiye şandin.

Emîd Yehya Resûl diyar kir ku hêza ku pêştir li baregeha Keywan 1, ew her li cihê xwe ye û ti guhertin çênebûne.

Derbarê heman mijarê de Fermandeyê Hêzêb Pêşmerge li Eniya Kerkûk-Pirdê Nûrî Heme Elî jî ev zanyarî piştrast kir ku ti hêzek bo Kerkûkê nehatiye şandin.

Nûrî Heme Elî got: “Ti hêzeke nû neçûye di nav Kerkûkê de, lê hêzek ji Kerkûkê ji bo encamdana operasyonê hatiye Pirdê û em ji vê yekê agahdar in.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1659 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:00:40
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x