Kemal Kerkûkî: Li Kerkûkê hêzên Amerîkî bicihbûne!

Fermandeyê Pêşmerge li Eniya Rojavayê Kerkûk-Pirdê, Kemal Kerkûk got, duh danê êvarê derdora 40 otomobîlên serbazî yên Amerîkî gihîştin Kerkûkê û li kampa serbazî ya Keywan bicîh bûn.

29.11.2017, Çar - 09:14

Kemal Kerkûkî: Li Kerkûkê hêzên Amerîkî bicihbûne!
ArÅŸiv
Nuçe Belav bike

Fermandeyê Pêşmerge li eniya rojavayê Kerkûk-Pirdê, Kemal Kerkûkî ji BasNewsê re got, duh danê êvarê derdora 40 otomobîlên serbazî yên Amerîkî gihîştin Kerkûkê û li kampa serbazî ya Keywan bicîh bûn.

Kemal Kerkûkî her wiha got, ew hêzên Amerîkî ji nahiya Geyara Mûsilê derbasî bajarokê Dûbizê bûne û paşê derbasî Kerkûkê hatine kirin.

Wî fermandeyê Pêşmerge anî ziman ku ev demek e Amerîka hêz li derdora Kerkûkê kom dike.

Beriya niha endamê encumena Kerkûkê Ehmed Eskerî jî gotibû, Amerîka hêzek mezin li kêleka Kerkûkê bicîh kiriye.

Her wiha parlementerê YNK'ê ya Parlementoya Iraqê Mihemed Osman jî destnîşan kir ku li bajarê Kerkûkê gellek leşkerên Amerîkî hatine bicihkirin.

Rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 1701 kes dît.
Rojanekirina Dawî:21:31:38
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x