Ji Hevpeymaniya Navdewletî piştgiriya bo Pêşmerge û HSDê

Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî li Dijî DAIŞê Myles Caggins ragihand ku ew dê li Herêma Kurdistanê, ji bo yekxistin û bihêzkirina Pêşmergeyên Kurdistanê berdewam kar bikin. Caggins herwiha tekez kir ku ew hevkarî û hemahengiya wan dê ligel Hêzên Sûriya Demokratîk berdewam be.

30.10.2019, Çar - 07:23

Ji Hevpeymaniya Navdewletî piştgiriya bo Pêşmerge û HSDê
Nuçe Belav bike

Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî li Dijî DAIŞê Myles Caggins, di konferansekî rojnamevanî de li Hewlêrê ragihand ku ji sedî 25ê Hevpeymaniya Navdewletî ji Herêma Kurdistanê şer li dijî DAIŞê dikin.

Myles Caggins bal kişande ser wê yekê ku dê hevpeyman berdewam li Herêma Kurdistanê kar bikin ji bo yekxistin û bihêzkirina Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û got: “Dîrok wê yekê piştrast dike ku Pêşmerge hêza yekem bû li ser erdê ku dawî li DAIŞê anî û pişta wê şikand.”

Caggins destnîşan kir ku yekem tişt wî behs kir ku ew berdewam dibin li ser pabendiyên xwe beramber bi Hêzên Pêşmerge û hêzên ewlekariyê yên Iraqê û wiha axivî: “Destpêka 2014ê vî şerî destpê kiriye, lê Hevpeymanan karîn serkeftinê di dîtin û kuştina Ebû Bekir Bexdadî de bidest bixin. Em dizanin ku hêj bermayên DAIŞê mane û em jî li ser pabendiyên xwe berdewam dibin bo têkşikandina wan DAIŞiyan ku heta niha li vê derê, navçeyên nêzîkê Kerkûkê, parêzgeha Diyale, Selahedîn û Enbarê hene.”

Caggins tekez dike ku Hêzên Pêşmerge û hêzên ewlekariyê yên Iraqê serkirdayetiya operasyonên bejayî dikin û wiha pê de çû: “Ji sedî 25ê Hevpeymaniya Navdewletî ji Herêma Kurdistanê şer li dijî DAIŞê dikin. Hevpeyman jî li vê derê ne, bo şêwrê. Zêdetir zelal bikim ka dana şêwrê çawa ye? Berê min behsa perwerde û rahênanê kir, lê hevdem em derbarê operasyonan de jî dibin hevkar, zanyariyên îstîxbaratî ji aliyê hêzên Iraqî û herwiha Pêşmergeyan ve tên komkirin û ew dizanin ka DAIŞê xwe li ku veşartiye, vehewiyane û qeçaxçîtiyê dikin. Ev zanyarî ligel Hêzên Hevpeyman tên parvekirin. Hinek caran jî em zanyariyên îstîxbaratî didin wan, ew zanyariyên ji esman bi rêya droneyan tên bidestxistin, an jî bi rêya êrîşên esmanî hatine komkirin, lê niha bi derbasbûna demê em dibînin ku hêzên Iraqî bi tevahî serkirdayetiya operasyonan dikin, destpêşxeriyê ligel hêzên emnî yên cuda dikin bo dîtina cihên bermayên DAIŞê û wan têkdişkînin û asayîşa navçeyê dabîn dikin."

Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî li Dijî DAIŞê da zanîn ku ji ber operasyona li Sûriyê, Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ji ser sînor vekişiya ne û li sînorê parêzgeha Dêre Zorê bicîh bûne û got jî, dê hemahengiya wan li gel Hêzên Sûriya Demokratîk berdewam be.

Di derbarê çekdarên DAIŞê yên reviyayî de jî Caggins diyar kir ku Hêzên Pêşmerge û yên Iraqî ji bo ku ti çekdarekî DAIŞê ji Sûriyê derbasî nava sînorê wan nebe, sînorên xwe tûnd kirine.

Caggins derbarê vê mijarê de wiha axivî: "Di çend hefteyên derbasbûyî de çendîn kêbirkê li bakurê Sûriyê hebûn, di encama wê de jî li bakurê Sûriyê, me Hevpeymaniya Navdewletî cihê hêzên xwe ji navçeyên sînorî veguhest navçeyên çolistan ên Dêre Zorê. Hevpeymaniya Navdewletî li ser hevbeşiya xwe ligel Hêzên Sûriyeya Demokratîk berdewam dibe. Herwiha Hêzên Sûriyeya Demokratîk ji nêzîka 10 hezar çekdarên zîndankirî yên DAIŞê berpirs in, ev berpirsyariya wan e û li ser mile wan e, di vê derbarê de Hevpeymaniya Navdewletî hinek zanyariyan pêşkêş dike. Em dizanin ku gefa wê yekê jî heye ku hinek ji wan girtiyan hewl didin birevin û azad bibin. Tişta em li Iraqê dibînin ew e ku hêzên ewlekariyê yên Iraqê û herwiha Hêzên Pêşmerge pêngavên emnî yên pêwîst avêtine, dewriyeyên leşkerî zêdetir kirine û bi hûrî çavdêriya rewşê dikin, lê ji wê dema li navçeyên sînor ên Sûriyê operasyonê destpê kiriye, me nedîtiye ku gelek çekdarên DAIŞê reviya bin. Hevdem berdewam çavê me li ser wan çekdaran dibe, ev jî bi rêya Hêzên Sûriyeya Demokratîk."

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1512 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:20:49
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x