Karayilan: Em dê Newrozê mizgîniyekê bidin gelê xwe

Endamê Komîteya Rêveber a Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Murat Karayilan got, “Wekî rêveberiya tevgera me, vê Newrozê, di nava çend rojên pêş de em dê mizgîniyekê bidin gelê xwe.”

15.03.2024, Cum - 11:42

Karayilan: Em dê Newrozê mizgîniyekê bidin gelê xwe
Nuçe Belav bike

Murat Karayilan bêyî ku li ser naveroka “mizgîniyê” ti hurgiliyan bide, da zanîn ku dê di nava çend rojan de mizgîniyekê ragihînin.

“Em dê mizgîniya xwe bi daxuyaniyeke nivîskî ragihînin”

Li gorî nûçeya ANHAyê, Murat Karayilan wiha axiviye:

“Wekî rêveberiya tevgera me, vê Newrozê, di nava çend rojên pêş de em dê mizgîniyekê bidin gelê xwe.

Em dê mizgîniya xwe bi daxuyaniyeke nivîskî ragihînin.

“Dê hîmekî xurt ava bike”

Ev mizgînî dê di têkoşîna me de hîmekî hîn xurt bi xwe re ava bike.

Di bilindkirina têkoşînê de dê bibe amûreke pir girîng û roleke xwe dê hebe.

Ev mizgînî dê di rojên pêşiya me de bê îlankirin û weşandin.

Di vê çarçoveyê de careke din Newroza tevahiya gelê me û tevahiya gelan bi dil û can pîroz dikim.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 376 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:51:24
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x