HSDê navçeya herî mezin a Reqqayê ji DAIŞê stand

Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) navçeyeke din a Reqqayê ji destê DAIŞê derxist.

03.06.2017, Cts - 06:46

HSDê navçeya herî mezin a Reqqayê ji DAIŞê stand
Nuçe Belav bike

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku HSDê bi piştgirîya hêzên koalîsyona navdewletî li rojavayê Reqqayê navçeya el Mansûra rizgar kir.

Jêderekî ewlekarîyê yê nêzî HSDê ji Reutersê re diyar kir, "Bi qasî sê roj in HSD êrîşî el-Mansûra dike. Îro Înê ji du alîyan ket el-Mansûra û ew der rizgar kir"

Herwiha SOHRê jî da xuyakirin, el-Mansûra navçeya herî mezin ya li rojavayê Reqyayê ye û da zanîn, hîn jî li hin taxên el-Mansûra pevçûnên biçûk didomin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1565 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:42:06
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x