Li Reqqayê berbi dawiyê ve...

Operasyona rizgarkirina bajarê Reqqa ya QSD'ê ku YPG pêşengiya wî dike 5 heyve ku berdevame. Li gorî ragihandina çavkaniyan operasyon berbi dawiyê ve diçe.

14.10.2017, Cts - 09:08

Li Reqqayê berbi dawiyê ve...
Nuçe Belav bike

Li gorî ragihandina çavkaniyên herêmî operasyona paqijkirina bajarê Reqqayê ku QSD meha hezîranê de daye destpêkirin berbi dawiyê ve.Çavkanî didin zanîn ku bajêr zêdetirî sedan 90 hatiye kontrol kirin.

Her wiha li gorî nûçeya ku ajansa Reuters'ê de cih digire tê gotin kuQuwetê Sûrya Demokratîk xwe amade dikin ku îro an jî sibê rizgar kirina bajarê Reqqayê îlan bikin.

Çavkanî didin zanîn ku liReqqayê zêdetir şervanên biyan mane. Her wiha rojên dawî de ew jî şer nakin û hewl didin ku birevin.

Aliyê din bendewarî tê kirin ku piştî îlan rizgar kirina Reqqa wê bajêr radestî QSD bikin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1719 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:13:04
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x