RÛSYA-HERÊMA KURDISTANÊ - Girêbestek giring hate îmzekirin

Şîrketa Rosnefta Rûsyayê ragihand, ku wan ji bo kirîna petrola Kurdistanê ligel hikûmeta Herêma Kurdistanê girêbestek îmze kirin.

21.02.2017, Sal - 10:28

RÛSYA-HERÊMA KURDISTANÊ - Girêbestek giring hate îmzekirin
Nuçe Belav bike

Şîrketa Rosnefta Rûsyayê ragihand, ku wan ji bo kirîna petrola Kurdistanê ligel hikûmeta Herêma Kurdistanê girêbestek îmze kirin.

Li gorî vê girêbestê dê şîrketa Rosneftê ji bo heyama 3 salan dê petrola Herêma Kurdistanê bikire û veguheze parzûngehên xwe yên li welatên cuda yên cîhanê.

Rêveberiya Cîbicîkar a Şîrketa Rosneftê jî diyar kir, veguhestina petrola Kurdistanê ji bo parzûngehên cîhanê dê şiyanên şîrketê zêdetir bike.

Girêbesta di navbera hikûmeta Herêma Kurdistanê û şîrketa Rosneftê de li Londonê di dema konferansa heftane ya petrolê de hate îmzekirin.

rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 1227 kes dît.
Rojanekirina Dawî:21:31:34
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x