Amerîka bi operasyona Reqqayê dixwaze Sûriyeyê parçe bike

Rayedarê Partiya Baesê ya Sûriyeyê Halef El Mûftah îdia kir ku operasyona Reqqayê ya Amerîkayê ‘Plana parçe kirina Sûriyeyê ye'.

28.03.2017, Sal - 07:53

Amerîka bi operasyona Reqqayê dixwaze Sûriyeyê parçe bike
Nuçe Belav bike

Mûftah bersiva pirsên Sputnikê da û got: "Amerîka li Sûriyeyê têkoşîna li dijî terorîzmê nake"

Mûftah wiha pê de çû: "Koalîsyona ku pêşengiya wê Amerîka dike li Sûriyeyê têkoşîna li dijî terorîzmê nake. Armanca koalîsyonê, guhertina sînorê Rojhilata Navîn e û herêmên federal ava bike û yekîtiya Sûriyeyê bi dawî bike."

Rayedarê partiya Baesê destnîşan kir ku Amerîka wekê li dijî terorîzmê têdikoşe dide nişandan û ev yek berfireh di çapameniyê de cih girtin. Lê rewşa li rojhilatê Firatê wekê k udi çapameniyê de dixuye cudatir e.

Endamê Akademiya Pirsên Stratejîk a Sûriyeyê Elî Ahmed jî da zanîn ku hewldanên têkoşîna li dijî terorîzmê bi rastî armanca cuda kirina Sûriyeyê ye.

Ahmed eşkere kir ku hêzên koalîsyonê dê Reqqayê rizgar bike, lê eger bi Artêşa Sûriyeyê re di nav koordînasyonê de tevnegere dikevin rewşa dagirkeriyê. Lê hêzên koalîsyonê hewcedarî bi koordînasyonê nabînin. Lewre Amerîka dixwaze polîtîkayên xwe li hemû cihanê belav ke.

Sputnik
Vî nûçeyê tevayî: 1541 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:29:09
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x