Artêşa Sûriyê derbasê perava rojhilata Feradê bû

Artêşa Sûriyeyê, îro sibê Çemê Firatê ber bi rojhilatê Dêra Zorê ve derbas kir û operasyon li bakurê bajêr da destpêkirin.

18.09.2017, Pts - 12:53

Artêşa Sûriyê derbasê perava rojhilata Feradê bû
Nuçe Belav bike

Yekîneyên Artêşa Sûriyeyê û hêzên hevalbent, di çerçoveya operasyona li dijî DAIŞê de ji rojhilat ve Çemê Firatê derbas kirine û bo paqijkirina milîtanan ji bakur ve operasyon da destpêkirin.

Yekîneyên îstihkamê, leşkerên xwe ji Çemê Firatê derbasî bakurê Dêra Zorê kirine, di nav çend saetan de hin gundan ji milîtanên DAIŞê paqij kirin.

Peyamnêrê Sputnikê eşkere kir ku di dema operasyonê de, milîtanan berxwedanek tund dane. "Lê hêzên artêşê, wesayîtên bi çekên otomatîk ên DAIŞê îmha kirine û ji 10an zêdetir jî militan hatin kuştin û dîl girtin."

Her wiha di rojêb bihorî de QSD artêşa Sûrî di derbarê Çemê Feradê de hişyar kiribû û dabûn zanîn ku Artêşa Sûrî wê derbasê rojhilata Çemê Feradê nebîn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1314 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:53:57
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x