DAIŞ gefan li îdareya nû ya Sûriyeyê dike

DAIŞ gefan li îdareya nû ya Sûriyeyê dike û dibêje, “Ên ku Beşar Esed şkand ji bilî serbazên şetrencê çi dî nînin.”

27.01.2025, Pts - 10:23

DAIŞ gefan li îdareya nû ya Sûriyeyê dike
Nuçe Belav bike

Rêkxistina Teroristî ya DAIŞê duhî (Yekşem, 26.01.2025) peyama xwe ya yekê ya piştî nemana Rijêma Esed belav kir û tê de gef li îdareya nû ya Sûriyeyê kirin, eger pabendî sozname û qanûnên Neteweyên Yekgirtî be.

DAIŞê di wê ragehandina xwe de amaje jî daye, “Komên çekdar ên serbazî, ku tevlî herifandina Rijêma Esed bûn, ji bilî serbazên şetrencê yên welatan çi dî nînin.”

DAIŞê komên çekdar ên serbazî li Sûriyeyê bi wê yekê tometbar kirine ku, bi wekalet şerî di navbera zilhêzên deverê de dikin.” Amaje jî daye, “Armanc ji hevrikiyên berdewam bidestxistina destkeftiyên siyasî li ser maseya danûstandinê ye.”

Wê çavkaniyê eşkere jî kiriye, “Li dû ragehandina DAIŞê, yên ku daxwaza dewleta sivîl li Sûriyeyê dikin stemkarên nû ne.”

DAIŞê di beyannameya xwe de êrîş kir ser şoreşa Sûriyeyê û wekî “nezan” wesifand, ji ber ku bizavê ji bo damezrandina dewleteke sivîl û demokrasî dike.

DAIŞê ron jî kir, “Şoreşeke rizgariyê ji rijêma stemkar ku desthilatê ji xwe bi kar tîne ji bo ku bigehe rijêmeke demokratîk a din ku desthilat tê de hevpar e.”

 

Vî nûçeyê tevayî: 230 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:53:35
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x