De Mîstura: Ger mafê kurdan ya ‘Vetoyê' hebe

Nûnerê Taybet yê Neteweyên Yekbûyî yê Sûriyê Steffan De Mistura pêşniyar kir ku, heger sîstema desthiladariyê li Sûriyê navendî be, divê li dijî her biryareke hikûmeta navendî, mafê ‘Veto' ji bo kurdan hebe.

30.08.2017, Çar - 14:57

De Mîstura: Ger mafê kurdan ya ‘Vetoyê' hebe
Nuçe Belav bike

Ajansa AKI ya Îtalî ragihand ku De Mistura li welatên bi pirsa Sûriyeyê û danûstandinên Cenêvê re pêwendîdarin pêşniyar kiriye ku, divê ji bo kurdan mafê Vetoyê hebe, li dijî her biryareke hikûmeta navendî ku li gor daxwaza kurdan nebe.

Li gorî wê ajansê, welatên bi pirsa Sûriyê pêwendîdar in, sîstema nenavendî li Sûriyeyê qebûl nakin, ji ber vê yekê jî De Mistura ew pêşniyar kiriye, ku bi vê yekê hikûmeta navendî nikare zorê li kurdan bike.

Herweha wê ajansê aşkere kiriye, ku Amerîka ew pêşniyara De Mistura red kiriye û De Mistura jî hêvî xwestiye komîteya ku wê rênimayên destûra Sûriya nû dane, bi wê pêşniyara wî razî be û Veto ji bo kurdan wek mafekî dane

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1410 kes dît.
Rojanekirina Dawî:21:42:27
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x